1. piştî demek dirêj, yekem fîlm e ku min 100 pûan dayê. |
|
13.10.2018 22:33 |
simurg56
|
2. fîlmekî min herî ecibandiye. heyrana senaryoyê mam. wan rojan dîsa temaşe bikim. 2 sal berê min temaşe kiribû |
|
29.11.2019 09:35 |
kajav
|
3. li va salen paşi sinemeya dinyaye guhariye, dema bere go filim di hatin kişandin mijar li ser;bûyer ,fikir ,aksiyon u komedi bu... lê va salen paşi sinema li ser nexweşiye ruh hîm danîye. Di ve mijareda derhêneri heri navdar David Lynch'e. Shutter island ji filimeki li ser nexweşiye ruhe,di nav filime kultde te jimartin. Beri çend sala min le temaşe kiribu. Di be ez carek diji temaşe bikim. |
|
29.11.2019 15:51 |
lo.şerifo
|
4. Fîlmeke pirr baş e. Jixwe Hama bêje hemû fîlmên di caprio xweş in. |
|
30.11.2019 01:59 |
ferhenga şikestî
|
5. Fîlma ku min beriya salekê temaşe kiribû. Ji tîpa Caprio hez nakim loma min ewilîn nexwestibû temaşe bikim lê qet poşman nebûm. Bi ya min serleheng nexweş e. Çimkî çaxa ewilîn tên giravê li ber têlên bi ceyran disekine û ji şirîkê xwe re dibêje "min berê derekî wisa dîtibû" û şirîkê wî jî bi awayekî qerfane lê dinere û ji ber ku nikare tebenca xwe derxe mirov dizane şirîkê wî ne dedektîf e. Ser de jî bi rastî jî ew navên di hişê wî de giş ji heman tîpan pêk tên. Ev nikare bibe rasthatinek. Min vana temaşekirina dudan de ferq kir. |
|
30.11.2019 23:29 |
biaqila malê
|
6. Fîlma ku min pir jê hez kirîbu jixwe dî caprîo hebû û pir serkeftî bu. Lê fîlm piştî temaşe kirîne pir pirsa hişê mirovî de dihêle ev jî dike ku mirov qet vê fîlmê ji bîr neke. |
|
30.11.2019 23:31 |
azad30
|
7. Fîlmekî efsûnî ye. Bi xêra Lîstikvanî û senaryoya bêhempa, hezar sal derbas bibê jî ev fîlm ji qedr û qîmetê xwe tiştekî winda nakê. |
|
30.11.2019 23:52 |
gumgumok
|
8. yek ji wan fîlman e ku min ji sê carî zêdetir temaşe kiriye. yanî li gor krîterên min dikeve kategoriya fîlmên hêja. |
|
01.12.2019 01:31 ~01:54 |
ceso
|
9. Yekemîn fîlmê ku mêjiyê min serûbin kiriye. |
|
12.08.2021 17:20 |
merwano
|
10. Di serî de Tevlîhevî û nepeniya fîlmê dibe ku we aciz bike Lê dawîyê de hûnê tam û lezetek jê bigrin ku qet nepirsin. Guh û çavê xwe ji fîlmê neqetînin. Temaşekirina min a duyem bû * |
|
30.10.2021 22:04 |
kajav
|
11. Here lînkê |
|
03.01.2023 04:53 ~05:04 |
cinorek
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |