1. Ji bo telefonên android re sepana klavyeya google e. |
|
06.05.2017 23:56 ~2017.05.07 00:00 |
mîr
|
2. min îro di rûpeleke esperantîstan de vê sepanê dît û min got hek ji bo esperanto heye dê ji bo kurdî jî hebe û hêviya min neşkiya. klavyeya kurdî ya latîn ji yê ubuntuyê piçekî cuda ye. wekî mînak tîpa ê di ubuntu de li cem tîpa ç ye lê belê di gboardê de li cem î-yê ye. ş jî di çepê tîpa ç-yê de ye. ango tîpên ş û ê ya ubuntuyê di gboardê de cih guherandine. |
|
18.06.2017 09:44 |
biruya hayao miyazaki
|
3. (bnr: zor jwana) |
|
18.06.2017 12:24 |
mîr
|
4. ji bo nivîsandina bi kurdî, di telefonan de klavyeya herî kêrhatî ye. dema mirov dinivîse, pêşniyaran jî dike. |
|
21.06.2017 23:56 |
simurg56
|
5. Sepana ku Nivîsîna kurdî pê zehf xweştir û hesanîtir dibê. Pêşniyarên gboardê pir serkeftî ne . |
|
18.05.2018 01:15 |
gumgumok
|
6. ne tenê bi kurdî, hema bêje bi her zimanî heye. loma mirov dikare bi tikandinekê, di navbera klavyeya kurdî û tirkî de here û were û bi hêsanî bi her dû zimanan jî binivîse. |
|
18.05.2018 23:43 |
simurg56
|
7. (bnr: nivîsîn bi gboardê xweştir e...) |
|
10.12.2019 02:10 ~02:10 |
gumgumok
|
8. roj diçe çêtir û bikêrhatîtir dibe jiber ku ji alîyê gelek kesan ve tê bikaranîn. û ev jî dibe sedema zêdebûna peyvên kurdî yên li gboardê tomarkirî. texmînên gelek baş dike û peyvên xelet hatine nivîsandin sererast dike. |
|
10.12.2019 08:12 |
xelîl
|
9. sepana ku ser app storê min nava heştê zimanan de kurdî nedî ji bona ve yeke jî barnekir telofonê. |
|
10.12.2019 21:45 |
golikvan
|
10. Di vê mijarê de sepana herî serkeftî li gor min swiftkey e. Ji bo iosê jî, ji bo androidê jî bêjeyan bi xwe sererast dike... Bi tîpên latînî û erebî jî kurdî nas dike.. |
|
11.12.2019 00:09 |
xelat_azad
|
11. dikarim gboardê bidim ber swiftkeyê. |
|
16.12.2019 00:42 |
berxweda
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |