Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 36 peyam
çima stenbol bajarê kurdan ê herî mezin e - tirşik
çima stenbol bajarê kurdan ê herî mezin e
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Çima yanê? Gelekî bifikire û bajarê herî mezin bila di nav sînorên welatê wî de nebe. ka ji me re jî bêjin eger we bersivek hebe. mesela bo rojava çima Şam wisa nîne? bo kakeyê ziqtêr başuriyan çima baxdat bajarê herî mezin nîne.



edît: helbet ji aliyê populasyonê ve lê dinêrim, şaş tênegehin.



28.12.2015 11:40 | wiha wilo wisa

2. meseleyeke pirr dirêj e... lê ezê bi kurtahî çend gotinan bikim

stenbol ne tenê bajarê herî mezin ê kurdan e, her weha bajarê herî mezin ê tirkan e jî, bajarê herî mezin ê laz û çerkez û ereb û ermeniyan e jî...

bajarên kurdistanê piçûk in, yên mezin amed, riha, dîlok û wan in lê ew jî nabin du mîlyon..

ne ji destpêka serhildana pkk'yê, beriya avabûna komara tirkan e jî tibabek kurd li stenbolê jiyane, hetta wê salê min nivîseke saîdê kurdî xwendibû, dihat gotin ku li stenbolê çil hezar bargirhene..

stenbol li cihekî stratejîk ava bûye, beriya komara tirkan, ji dewleta osmaniyan, ji bîzansê re paytextî kiriye, wek erdnîgariyê jî jeopolîtîk e loma hezar salan e bazirganî li stenbolê pêşde ye..

kurd qewmekî feqîr in, yên ji zilma axa û began revîyane, yên gundê wan xirbe bûne, yên nikarîbûne debara xwe bikin, xwe avêtine li ser bextê stenbolê..

aniha jî gelek kurd li stenbolê dijîn, ez bixwe jî li stenbolê dijîm, hama bêje du salên min temam bûn, ku du sal beriya aniha ji amedê çarneçar bo karibim debara xwe bikim wek memurekî hatim vî bajarê xopan.. hêvî dikim ku demildest vegerim ser axa xwe..

kurd ji stenbolê hez dikin(ê min, îmana min jê diçe) loma yên ku rewşa wan a aboriyê baş in jî nikarin destê xwe jê bişon, li vir azad in, dikarin bi rehetî bidim li d'u keçikan, bi rehetî dikarin bixwin, vexwin û bigerin, loma ne bawer im ku dev ji derfetên berfireh ên stenbolê berdin û vegerin welatê xwe.



28.12.2015 13:38 ~13:42 | ferhenga şikestî

3. bajarê ku kurd herî zêde le dijîn stenbol e, lê bajarê kurda yê herî mezin ne stenbol e.çunkî stenbol ne bajarê kurda ye.



28.12.2015 13:47 | xulamê mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
jan dost [1]
romana kurdî mixabin hê di dergûşê de ye. cihê mehmed uzunî ya vala h...
stranên kurdî yên li ser heywanan [2]
Strana dîko a ferhadê içmo yek ji wan e. Mirov ku lê dihise nizanim ji...
the cranberries [1]
Dengê wê bi rastî Zêde zêde xweş e.. Strana dreams (yout...
jan dost [1]
rewşenbîrekî wêrek e. Dikare bê tirs her kesî rexne bike, çi partî be...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Simaîlê Tîvorî- aaaa êêêêê aaaaa

(s...
belki ev jî bala te bikişînin
» çima stenbol bajarê kurdan ê herî mezin e
» stenbolvanî
» bajarê miksê
» kurdane
» herîsork
» mezinahî

Kategoriyên mijarê:: jiyan cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî