1. serokê baroya amedê tahir elçi, wextê beriya saetekê ji ber zerar dîtina minareya çar-ling daxuyaniyekê dida hate kuştin. dihate gotin vê navberêde di nav polês û ydghêde şer derketiye. |
|
28.11.2015 12:29 |
azadixwaz
|
2. İro li Amedé ji aliyén kujerén Vedat Aydin û Musa Anter hat qetilkirin. Hezar carî nalet li wan û xwediyé wan be. |
|
28.11.2015 13:20 ~23:19 |
serpale
|
3. kuştina di nava şerde bûye dibe bi guleya pkk jî dibe bi ya polîsan jî bi zanebûn hatîbe kuştin ewê derê rastê nayê veşartin lê meriv dikare bibêje sedem dewleta terore jiber ku mafê kurda nade wan evan şer û pevçûna dike reben û hêsîra di kuje dide kuştin sedem û kî kiriye li holêye. gelo ev şer di nava ydgh ê û polîsande bûye an polîsa bixwe bixwe şerkirine ji bû tahir elçi bikujin? |
|
28.11.2015 14:42 |
shorbevan
|
4. bêyî ku mirov wan binase hebûna hin însanan cihê bextewariyê û şanaziyê ye û hakeza wendabûna wan cihê hezn û şînê ye. serokbaroyê amedê parêzer (bnr: tahir elçi) kesekî wisa bû; ebûqatekî navdar, mirovekî biujdan û aştixwazekî jidil û aktivîstekî mafê mirovan bû. îro, li (bnr: amed)ê li ber mizgefta çarnig piştî daxûyaniyekê di êrîşeke çekdarî de ji terefê hêzên tarî û xwînmij ve hate qetilkirin. dema min ev agahî bihîst, min go xwedawo ev henekek be, ev xewnereşk be lê mixabin rastî bû; rastiyeke dilsoj, rastiyeke tehl û tuj. pir pir li ber merhum elçi ketim. cihê wî baxê bihuştê be, di sêrî de serê malbata wî û serê gelê kurd sax be. |
|
28.11.2015 15:34 ~16:11 |
diclefirat
|
5. Qetla ku kesek nizane kujer û qatîlên wê kî ne. Yên ku zanin jî ew bi xwe terefê kujeranin. |
|
28.11.2015 15:54 |
hola êzîda
|
6. piştî demek dirêj dîsa destpêka kuştinên kiryar nediyar e. |
|
28.11.2015 23:58 |
simurg56
|
7. Ev dewleta hov dîsa ji me da zanîn ku ji bo kurdekî, berdêla aşitîparêziyê mirin e. tahir elçi aktîvîstekî mafê mirovan bû û kî çi dibêje bila bêje, berpirsyarê mirina wî hikumet e. Ji ber ku Tahir Elçi ji ber siyaseta hikumetê hate kuştin. Wê demê em aşitiyê ji kê dixwazin? |
|
29.11.2015 00:52 |
nazim tolhildan
|
8. beriya her tiştî serê malbata wî û serê tevahiya kurdistanê sax be û xwudê cihê rehmetî bike bihûşta rengîn.. |
|
29.11.2015 16:36 ~16:38 |
ferhenga şikestî
|
9. edît: tê gotin ku sîlehên polêsan kuru sıkı ye.. |
|
29.11.2015 16:45 |
ferhenga şikestî
|
10. kuştina ku herdû kesê direbin yên ydgh ê bin ew çêtir zanin kî kuştiye. hinek dibêjin ew kesê direbin polîs bi sîlihê deng berî wan dide paşê destê wî ji ber ceva wî dernayê ewjî bal dikşîne.. di wê demêde sîliha xwe di guherîne û berî tahir elçi dide werhasil dewlet û pkk ji dil bikin zanin kî kuştiye edî bi şaşî an jî birastî berî dabin.. mixabin çi bû ji rebeno bû ez hê jî naxwazim bawerbikim : ( |
|
29.11.2015 17:00 |
shorbevan
|
11. heye ku ji aliyê ydg-hê ve hatibe kirin. her ku diçe ev îhtîmal zêdetir dibe. |
|
29.11.2015 18:43 |
simurg56
|
12. buyera îxtimala wê ya bi ydgh vê kirin hê jî kêm e. ji ber ku ew kes ydghî bin jî hê jî hinek îxtimalên din hene. ji xwe nayê dîtin ku kî kuştiye. lê ku wisa be, xwedê neke, her tişt xerabtir e jî. |
|
29.11.2015 19:05 |
azadixwaz
|
13. kî jî kiribe berpirsyar dewlete em hê ranebin li kesê kirîye negerin.. kesê kirîye ji dode li holêye. berpirsyar û kujer yê van şer û pevçûna dide kirine. |
|
29.11.2015 19:08 |
shorbevan
|
14. bûyera ku %99 ji bi plana dewletê hat kirin. ne sedî sed e ji ber ku min bi çavê xwe nedît. |
|
29.11.2015 19:39 |
brusk56
|
15. ger ji aliyê ydg-hê ve hatibe kuştin, bila kes li qusurê nenêre lê berpirsiyar ne dewlet fîlan e, rasterast ydg-h û aqilmendên vê siyaseta pkkê ya fehş e. |
|
29.11.2015 19:43 ~19:56 |
simurg56
|
16. mêrkujiya ku tê de ji bo kurdan peyamek cûda ji bo tirkan peyamek cûda heye. |
|
29.11.2015 19:51 |
brusk56
|
17. Kesê berî derkeve bernameya gotibû 'pkk ne terorîst e' min wî nas nekiribû. |
|
30.11.2015 01:57 |
berxweda
|
18. Sedem kî be jî, kurd qeyb kirin.. |
|
30.11.2015 17:33 |
quzzulqurt
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |