1. li ser tirşikê gava ku peyamek li hesabê mirov neyê him xweyê peyamê û him jî eger peyam derîformatê be moderator jî dikarin jê bibin. lê ev e çend car tê serê min hin peyamên min winda dibin. gelo nizam çawa? temam peyamên nîqaşan normal in jê bên birin lê yên zanistî ji çi re û kê jê dibe? an min jê biriye nayê hişê min êdî mesele çî be? neyse... mesela li bin mijara rader peyamek min divê hebûna him jî yeka bi qasî barê kerekî. yekê min jê biribû ya din mabû lê niha ew hatiye jê birin. eger wiha be gelo mijar û peyamên ku nayên hişê me emanetê xwedê ne... |
|
16.09.2015 14:11 ~16:31 |
ceso
|
2. (bnr: heydê simurg56 vê meselê jî rave bike)* |
|
16.09.2015 14:21 |
ferhenga şikestî
|
3. carê moderatoran dikarî peyamên hatine jêbirin bibînin, lê min niha lê nêrî, ew selahiyet jî ji destê moderasyonê hatiye derxistin.. bi qasê dixweye simurg56 jî wekê teyyîbê sergolik hêdî hêdî hemû destûr û selahiyetan di destê xwe de kom dike, ditirsim ew jî dewa serokatiyê bike.. * |
|
16.09.2015 18:57 |
endazer
|
4. hêsan e, lê vegerandina wê ne hêsan e. vê gavê. |
|
16.09.2015 21:30 |
simurg56
|
5. eybe, şerme û fedîye. |
|
16.09.2015 22:18 |
shorbevan
|
6. (bnr: spas dikim tirşik)* |
|
16.09.2015 22:22 |
ceso
|
7. bi ser navê xwe min tu peyamên ceso jê nebirine, ya rastî bêyî ku ez ji xweyê peyamê re bêjim di filan peyama te de heqaret an tiştinên derî formatê heye û daxwaza ediandinê jê bikim, peyama tu kesî jê nabim, nayê bîra min ku min tu peyamên shorbevan jî jê biribin.. |
|
16.09.2015 22:32 |
endazer
|
8. yê di vê entryêde dibêje "lêxin di dîya xweyînin" cesoye. |
|
16.09.2015 22:51 ~22:51 |
shorbevan
|
9. heqekî moderatoran e. bêyî ku ji xwediyê peyamê destûr bigirin, dikarin peyamên ku ne li gorî formatê ne, jê bibin. Ez her tim bi qasî ku ji destên min tên peyam dişînim ji xwediyê peyamê re lê hin nivîskar hene ku ne hewce ye mere peyam bişîne. Heqê xwe bi kar tînim û va ye hemû peyamên ne li gorî formatê jê dibim. bila kes nebêje çima peyama min hat jêbirin filan! |
|
22.04.2016 02:23 |
mergehez
|
10. bi rastî tevgereke erênî û carna hewce ye. * |
|
22.04.2016 03:07 |
endazyar
|
11. Ya ku mirov gelek pê diêşe. Bi ya min divê herdem ji xwediyê peyamê re agahî bê dayîn. Sedema jêbiriba peyamê jî were gotin. |
|
22.04.2016 08:59 |
brusk56
|
12. sosret e. li kîjan mijarê binêrim illeh peyamek jêbirî heye. nizanim wana moderator an xwediyê peyaman bixwe jê birîne ? |
|
06.08.2019 11:54 |
xelîl
|
13. di nav hinek tirşikvanan de mode ye. heta niha jî rêya vê yekê vekirî ye. heçîyê dixwaze dikare peyamên xwe jê bibe. heta hinek nivîskaran ji hezarî zêdetir peyamên xwe jê birin... |
|
08.08.2019 23:37 |
simurg56
|
14. Bişkoka ku min hê jî ji bo peyamên xwe bikar neaniye. |
|
09.08.2019 00:32 |
xelîl
|
15. sansûra ku vê gavê hatşye despêkirin. gelek peyamên di çarçoveya formatê de nizanim ji ber çi hatine jêbirin. |
|
02.05.2020 16:09 |
hespêsor
|
16. tirşikvanên ku peyamên xwe jê dibin û dû re li vir dibêjin "xwedê haya min jê tune bûye". |
|
02.05.2020 16:23 |
brzn
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |