1. ji bo bi pêş xistina ferhenga îngîlîzî-kurdî ye. |
|
06.03.2015 22:33 ~2015.03.07 16:49 |
simurg56
|
2. fikreke baş û xweş e lê di nava xwe de çend guman û problem jî dihewîne.. |
|
06.03.2015 23:10 ~23:53 |
ferhenga şikestî
|
3. weke li jor jî hatiye gotin, wê bibe sedema wergera wergerê lê aniha ji bo me çareseriyek din tune. |
|
06.03.2015 23:17 |
simurg56
|
4. weke ferhenga şikestî jî rave kiriye dê ferhengek ji tiştekî re nabe derkeve holê. ji bo wê ez dibêjim ger wateyê wan ên tirkî tune bin, yanî tenê peyvên îngîlîzî derkevin pêşiya me dê çêtir be. ger em dîrekt ji îngîlîzî wergerînin dê çêtir bibe. |
|
06.03.2015 23:50 |
mergehez
|
5. Yek ji ecêbiyên tirşikê ye. Lê tişteke din perê mirov li ku kom dibin? qene mirov hesabê xwe bizane. * pirsa din peyv tê, bin wê de qotiyek heye, di qotiyê de wateya wê ya tirkî dinivîse ê em ê wateya wê ya kurdî li ku binivîsin. Ber ya tirkî re dewam bikin an carekî bînin jêr wiha: |
|
07.03.2015 14:02 |
xendekî
|
6. kêmasiyeke mezin heye. min ji bo peyva shut pênaseke dirêj nivîsand û li bişkojka bişîne tikand. got pirsgirêk derket û peyva shut winda bû. ka ez ê çawa dîsa rastî wê peyvê bêm? |
|
07.03.2015 14:56 ~14:58 |
mergehez
|
7. yên ku dixwazin wergerê bikin, wê li şûna wergera tirkî, wergera kurdî binivîsin û bişînin. |
|
07.03.2015 16:32 |
simurg56
|
8. mirov êdî dikare hejmara wergerên xwe û pereyê ku jê qezenc kiriye, ji profîla xwe di rûpela îstatîstîkên wî/wê de bibîne: |
|
07.03.2015 16:48 |
simurg56
|
10. Wergera ku bi 2 peyvan ez jî beşdar bûm. Heta niha 0.14 tl berhev bûne di hesaba min de. |
|
08.03.2015 10:10 |
brusk56
|
11. kesên ku dixwazin pereyê xwe yê berhevbûyî bistînin (pişt ku bûha ji 20 tlyan derbas bû) dikarin daxwazek bişînin. wê demê wê were şandin. |
|
08.03.2015 10:55 |
simurg56
|
12. tişteke erênî ye lê belê ne hewce bû ku mirov ji bo 20-30 lîreyan serê xwe biêşîne. |
|
08.03.2015 23:21 |
oxir
|
13. min jî îro dest bi vî karî dikir lê ez tenê peyvên ku ez wateya wan baş dizanim werdigerînim. divê herkes werê bike. mamosteyeke min heye, ku ez bikaribim wî îkna bikim ez û mamoste em ligel hev wergerînin ji bo hem hin zêdetir peyv were wergerandin hem jî wergêr hin rasttir bibe. |
|
09.03.2015 13:22 |
kurê xelkê
|
15. bi keda tirşikvanan vêga baş diçe. di wergeran de ji xeletiyan zêdetir hinek kêmasî çêdibin lê dîsa jî ber bi armanca xwe ve diçe. hejmara peyvên ferhenga îngîlîzî-kurdî ji 16 hezaran jî derbas kir. |
|
09.03.2015 23:18 |
simurg56
|
17. wergerên ku ez qasî wergera google guh nadimê ye. înşele wê her du jî biqedin * |
|
10.03.2015 00:24 |
berxweda
|
18. Li cihekî şaşiyê de, dibêje xeletiyek çêbû. Niha min fêm kir ji ber çi çêdibe. Gava mirov pêl "peyvek din wergerîne" bike peyvek nû tê, mirov wê peyva nû werdigerîne. Heta vir problem nîn e, lê gava mirov wê peyama nû diqedîne û pêl "bişîne" dike malper nû dibe û ew peyv qeyd nabe û dibêje xeletiyek çêbû. SIMURG Hawaar :* |
|
10.03.2015 14:11 ~14:11 |
xendekî
|
21. divê hin tişt bên standarkirin. mesela dema peyvek kurt be divê em çi têxin hindurê kevanê? mesela dema cînavk, pirhejmar felan be ez wisa dinivîsim: (pirhejmar), (cînav). yanî kin nakim. |
|
11.03.2015 15:33 |
mergehez
|
22. pirsgrêkeke mezin ew e ku hin wergêr zêde guh nadin wergerê û werdigerînin. mesela li hêla kurdî peyveke bi du tîp weke ka dinivîse û dibêje wergera min temam e. na! werger ne ev e. ev ji te re bipirsim. ka çi ye? tuyê bibêjî çi? hinekî rave bikin hevalno. |
|
11.03.2015 16:05 ~16:07 |
mergehez
|
24. wergerê ku ez dibêjim qey xeletî heye. |
|
11.03.2015 22:08 ~22:09 |
endazyar
|
25. ez ê gelemperî bi alîkariya wîkîferhengê peyv lê zêde bikim.lê eger ez ji wateya peyvê ji sedî sed bawer bim ez ê bixwe jî wergerên wan bikim. |
|
14.03.2015 10:47 ~10:49 |
bayesar
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |
|
tirşik forûm [1] |
|
tirşik forûm [1] |