27017. Zimanên beyanî çek û kincên me ne, |
|
07.06.2013 09:13 |
simurg56
|
59460. nivîsa jêr a Selahedîn Çelîk li ser 21ê sibatê ye ku bi ya min divê bê xwendin. |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|
59511. ziman vegotina fikr û ramanan e. ziman hevcedariyeke têkiliyê ye. zimanê zikmakî çanda gelan e. bi xwe de dîrok, wêje û jiyana gelan dihevine. zimanê zikmakî, zimanê dayik û bav û kalan e. roja navneteweyî ya zimanê zikmakî her sal 21ê sibatê tê pîrozkirin. Ev roj, di 1999 de ji aliyê unescoyê hat pejirandin û bi seremonîyekî hat ragihandin. Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên pirrengî tê pîrozkirin. |
|
29.06.2013 12:10 |
simurg56
|
144196. Roja ku gelek kes û saziyên Kurd hebûna zimanê xwe bi bîr tînin. Bi taybetî ji bo îro dê li ser Twitterê gelek tweet hebin. Em jî dikarin ji bo îro li ser medyaya civakî kampanyaya danasîna Tirşikê bidin destpêkirin. |
|
01.06.2013 01:27 |
simurg56
|