Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


24 mijar û 56 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; dema zaroktîyê de tiştên xelet dihatin fêm kirin
peyamên çepikkirî

61909. gava digotin "berxwedar bî" min digot qey wek bibêjin "li ber te dar hebe" an jî "li ber te dar şîn bibe".min wateya berxwedariyê nizanibû.



03.06.2013 06:31 | endazer

65109. Min 'tüp bebek' pir şaş fêm kiribû ya rastîn min dikir nedikir tiştek jê nediket serê min.bi tenê min bi tupek zanibû: tupên gazê yên malê Û bebek jî her kes pê dizane jixwe.îca dema min ' tüp bebek' dibihîst, min digot oxlim tup û bebek çi eleqe?ez diketim ber fikarên ecêb.gelo têkiliyek wan a çewa heye. gelo tupê bi gede ve dikin ya gede bi tupê ve dikin.gelo di hundirê me da tupên biçûk hene wusa mêjî li min dibû pelûl.axir piştî salan ez fêr bûm ka ev tişta ku mêjî li min dikir çeqilmast çi ye.



26.10.2013 23:42 | nan û av

65191. zivistanê dema em hemî mezelekê de dirazan, derengê şevê carina min seh dikir ku nefesa diya min û bavê min ez ditirsandim. bi taybetî jî ya diya min: û min ne xwe nedigirt bang dikir diya xwe :



"ya dê bêhna te diçike gelo? Ka rabe em te bibin acîlê" û diya min jî digot "Erê wele kurê min ez nexweşim lê dikarim heta sibê îdare bikim." U piştî vê axaftina me deng disekinî ...



27.10.2013 00:15 | endazer