1. berawerdkirina ango daneberhevdana gelek gelek zor e. |
|
12.01.2015 14:10 |
ferhenga şikestî
|
2. yek ji bo kalan sembola kurd û kurdistan û kurdistanî û kurdîtiyê ye û di heman demê de sembola hestên evîniyê ye. |
|
12.01.2015 14:23 |
nazim tolhildan
|
3. heke ji min bête pirsîn bêguman û bêşik ez dê bêjim şivan..ji ber ku ew xweşî û rehetî û hestêt di dengê şivan de min di dengê çi kesî de nedîtiye.yanî şivan hertim li ba min cuda ye.çi kes neşêt şwîna wî bigirît .. |
|
12.01.2015 20:25 |
vêca çiyeeee
|
4. ciwan ....heta binî... |
|
12.01.2015 20:43 |
tirşikçi
|
5. weke xwediyê mijarê jî gotî, danberhevek zehmet e ku hinek jî xelet e. |
|
12.01.2015 21:23 |
simurg56
|
6. eger em li dengên wan û stranên wan binerin, em ê bigihêjin vê encamê: hema hema bi qasî hev serkeftî ne. lê kesayetî jî girîng e li gorî min. stranbêjek herçiqasî jî di warê hunera xwe de serkeftî be jî, dema kesayetiya wî/wê ne tu kesayetî be, hunera wî/wê ji çavên min dikeve. loma ji bo min ciwan >>> şivan e. |
|
12.01.2015 21:32 |
mergehez
|
7. (bnr: Çima ciwan haco çîroka me ye) ? |
|
13.01.2015 19:22 |
ferhenga şikestî
|
8. wek ciwan di peyama xwe de gotiye, yekÎ di taliya temenê xw û hunera xwe de bi ibrahim tatlıses re û yê dî jî bi hulya avşarê re dûet kiriye.. di destê me de hew nizamettin ariç maye, ditirsim ew jî di taliya emrê xwe Û hunera xwe de bixurife û bê bi hande yenerê re dûet bike.. * |
|
13.01.2015 19:38 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
9. liberhevdaneke serkeftî ye. ez hema tenê navan didim berhev; şivan perwer ji bo min biqîmettir e. |
|
14.01.2015 00:33 |
azadixwaz
|
10. zarokatî bi hezkirina ciwan derbas dibe. |
|
04.03.2024 19:13 |
ciwanzêr
|
11. Li gorî gotina zarokan Şivan perwer ji Ciwan Haco mezintir e. Na loo* ti carî ez nabêjim ew hûnermendê me ji ya din mezintir e û girîngtir e lê dema yekî ji bo ciwan tiştekî wusa bêje ev yek ji bo min dibe kul û derd û kî çi bibêje bila bêje ciwan ji hemû hûnermendên Kurdan mezintir e. |
|
04.03.2024 19:18 |
horhorik
|
12. bêguman (bnr: ciwan haco) |
|
04.03.2024 23:01 |
wiha wilo wisa
|
13. |
|
05.03.2024 21:31 |
horhorik
|
14. min do navê mijarê li hêla çepê dît û got binêrim xelk û alem bê çi gotine li ser wan? lê min dît ku min bixwe ev mijar vekiriye gidî. neh sal jê derbas bûye, piştî neh salan, li rabirdû seh dikim, di wan neh salan de pê karim sond bixwim ku min her roj ciwan guhdarî kiriye û taliya talî min navê kurê xwe jî ciwan daniye. êdî bi şaşî be jî rêya min li ber şivan perwêr nakeve. bo min ev mijar û pirs û qarebar xelas bû, heta hetayî... |
|
08.03.2024 22:15 ~22:18 |
ferhenga şikestî
|
15. Belkû jî dijwartirîn muqayeseye ji bo min, her du jî gelek hêja ne, destê mirovî ji her duyan jî bernade. |
|
09.03.2024 05:33 |
bayê xerbî
|
16. ne tenê ji ber sekn û karakterê wan, ji hêla hûnerê ve dinirxînim; ciwan ciwan Û dîsa ciwan. |
|
09.03.2024 19:17 |
brusk56
|
17. Rêbaza berawirdkirina danîna stranên wan hember hev, her du stranbêjî bi min ne metodeka zanîstî ye. li gorî hin tirşikvanên ra rast bibe jî şêwaz ne li gorî fikirîna zanistî ye. belê her tiştê ku meriv difikirî ne zanistî ye. fikrên takakesî ne. |
|
17.03.2024 00:46 |
çomo
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1] |
|
amedspor [1] |
|
têkiliyên ensest [3] |
|
qijika reş [1] |