1. fîlmeka xweş a derhênerê îranî, abbas kiarostami ye.. di sala 1999an de hatiye çêkirin.. navê xwe û îlhama xwe ji helbesteka xwe fûrux ferruxzadê standiye.. ez ne xelet bim di festîvala fîlman a venedîkê de xelata baştirîn fÎlmê wergirtiye.. mijara wê ya zahirî jî ev e; yekî bi navê behzad ligel çend hevalên xwe tên gundekî, bi ser navê şîrketeka produksiyonê dişixulin, li gund bi navê melek pÎrejineke extiyar heye, li ber mirinê ye, ev behzad û ekîba xwe ji bo ku rêûrisma ku piştî mirina melekê wê bê duristkirin bikişÎnin û bikin fîlm hatine gund.. lê xebera gundiyan ji vê niyeta wan nîne.. gundÎ ji behzad re dibêjin muhendîs.. |
|
18.09.2014 00:24 |
endazer
|
2. û bahman ghobadi jî di fîlmê de di nav ekîba behzad de rola xwe dibîne.. |
|
18.09.2014 00:25 |
endazer
|
3. min fîlm seyr kir.. fîlmeke hetta tu bêjî xweş e.. di fîlimê da derbarê jiyana gundiyan de dîmenên zehv xweş hene. jin teşî dirêsin, dew dikên.. li ser banê avahiyan ji bo zivistanê tiştan hişk dikin.. li ber derîyên xwe bi gîzîyên durik va paxiş dikin... divê meriv bi baldarî fîlimê binhêre.. |
|
12.05.2019 15:12 |
bûtîmar
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |