Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 22 peyam
mehemed emîn botî - tirşik
mehemed emîn botî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. -li bexdayê li ber şet hate gotin-

ava dîclê em dizanin tu ji kurdistanê tê

ka selamên wî welatî bê diyarî holê tê

tu çire hinde melûl î hêdû hêdû ber me tê

rengê te şeylo û tarî we bê mişmiş teyî tê

bihn dikim te ava-dicle wek kirasê ûsif tê

her bi xwîna genc û lawan lewma hinde jarî tê

ava-dicle tevde xwîn î, her ji xwîna kurdî tê

bin te de hestî kîlox in sedhezar ser ser de tê

nexmeya şîna şehidan pêl bi pêl tê û tê

ber bi van xortên welatî her bi av û nale tê

tu li nav asteng û nalan we ji nav palên çiyan tê

serbejêr î kerbelayê we bo behrê diçî û tê

ka cizîra mîr-bedîrxan tu ji nav birca-belek tê

ew cihê ewçend bi deng bû îro bê jîn û mirî tê

tu ji nav şêr û piligan û ji nav axa b'bihn tê

her bijî tu ava diclê her bi nav û deng tê. (25 tirmeh 1942)



07.07.2014 15:49 | dara berrûyê

dengdanên dawîn (yên din..)
se7en [3]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Nilufer Akbal- Dilo Yeman, Koçgirî

...
bêrîtan [2]
bêrîtan weke din bêrtiyan û bêrtî jî dibêjin. navê...
tirşik forûm [1]
tirşik forûm/145122 nişanyan werê dibêje: https://www.nisanyanadlar.com/isim/Berit...
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
belki ev jî bala te bikişînin
» mehemed malmîsanij
» emîn narozî
» botî vs torî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî