1. navê parçeyên zirav yên bi dest û lingên mirovan ve ne.. serê her dest û lingekî saxlem yê mirovekî 5 heb tilî hene.. lê bi dest û lingên hin mirovên nexweş an seqet ve carinan ji pênc heban zêdetir tilî hene û carina jî du an sê tiliyên mirovinan bi hev ve ne.. li deverinan wek til, tibil, tibl, tilîk, telî jî tê bilêvkirin û li hinek deveran jî jê re pêçî, bêçî an pêçîk jî dibêjin.. |
|
13.09.2013 03:44 |
endazer
|
2. li gorî wîkîpediyayê kok û etîmolojiya tiliyê: '' tilî / tibl / tipl ji aramî טפרא (ṭipra: nînok), hevreha erebî ظفر (ẓifr / ẓufr: nînok, penc, pencirk), akadî ṣupru, ṣupparu. Ji bilî kurmancî ev peyv di ziman û zaravayên din yên îranî de peyda nabe. Ew ketiye cihê enguşt û pence yên îranî. Bo guherîna maneyê ji "nînok"ê bo "til"ê bide ber farisî پنجه (pencê: dest, her pênc til) > soranî pence (til) > kurmancî pence / pencik (nînokên dirrinde).'' |
|
13.09.2013 03:46 |
endazer
|
3. li herêma dêrika çiyayê maziyê jê re tê gotin tilîk |
|
01.03.2014 15:20 |
mergehez
|
dopamîn [1] |
|
sendroma kluver-bucyî [1] |
|
sendroma eisenmenger-î [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1] |