1. li gor misilmanan emrê xwedê ye |
|
24.04.2014 22:09 |
ceso
|
2. îbadeta ku ji bo xwedê tê kirin. di rojê pênç car, roja înê û cejnan de wek ferz tê kirin. ji xeynî ferzan, sinenetên nimêjê jî hene ku hz. Mihememed bixwe kiriye. dema mariv nimêjên sinnetê bike, xêr e lê neke jî ne guneh e. mariv cara ewil diçe daşîrê taharet digire ango bi avê qûna xwe paqij dike, dûre xwedê bêje erê tê destmêja xwe digire, xwe pê paqij dike, cihekî guncav-paqij hildibijêre û berê xwe dide qibleyê, ku qible jî di mekkeyê de ye mala xwedê lê ye. ji bo kurdistanê dikeve hêla başur li gor bajaran jî mariv piçek kavîs dide. |
|
25.04.2014 00:16 |
ferhenga şikestî
|
3. li gorî min nimêj, cemaatan de yên maldar yen xîzan li hemberê xweda da ser rêzeke îbadetên xwe dikin. ji ber ve wekheviya mezin nimêj e |
|
25.04.2014 13:09 |
argeşbotan
|
5. Li alîyê serhedê ( li der û dora agirî ) bi tenê jê ra dibêjin mêj. li ser qisê, mêja esrê û mêja nîvro. Nabêjin nimêj û limêj. lê pêwiste ku merif ji bo kurdîyeke giştî bibêje û binivîse nimêj. |
|
30.09.2014 19:06 |
xulam
|
6. li devera gever,şemzîna,cilemêrg û çelê dibêjin "nivêj" |
|
30.09.2014 23:01 |
dildar geverî
|
7. limêj kare herî zor û zehmet le sûda ku mirov je distîre naye gotin zêdene... |
|
01.10.2014 00:17 |
bekoawan
|
8. nimej hevdÎtÎna herÎ xweş a navbera evd Û xweda de ye. |
|
01.10.2014 17:44 |
azad30
|
9. şertên îslamê li gorî sûnniyan penc e ne li gor misilmantiyê..dîsa nimêj li gor sûnniyan 5 wext e û bi zimanê erebî tê kirin lê di qûranê de tu wext û şeklê nimêjê tune heta ku bi zimanê erebî kirin jî tune..mijar li gor mezheba sunniyan hatiye nirxandin.. |
|
23.08.2015 00:40 |
havka
|
10. Îbadeta ku lî gorî quranê sê wext e û zimanê wê jî ne giring e. |
|
23.08.2015 08:01 |
simurg56
|
11. Nimêj ne emrê Xwedê ye. |
|
04.10.2020 20:25 ~20:28 |
dilreş
|
12. gelek kes dizanin ku hinin pêxember ji ber pîşeyên xwe wekî pîrên pîşeyên xwe tê hesibandin, wekî adem pêxember pîrê cotkaran e, îdrîs px. pîrê terziyan e, lût px. dîroknas û gerok bûye, yûnis px jî pîrê masîgiran hwd. (di wan de ya ez heyirandim pîşeya îsa px. bû ku necar û nêçirvan bûye û pîrê nêçirvan e. dînê wî pir sernerm e û çawa bûye nêçirvan nizanim) lê kêm kes dizanin ku wextên nimêjan ji kê re hatiye veqetandin. dema min xwend, kêfa min jê hat, nizanim ji ber çi: |
|
29.03.2021 23:23 ~23:26 |
biruya hayao miyazaki
|
13. (bnr: Çîrokên nimêjê) |
|
27.11.2021 22:45 |
xwelî li ser
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |