1. Lawsonia inermis. |
|
10.03.2014 22:57 |
dara berrûyê
|
2. Min du cara hineyê di destê xwe da. ma por. |
|
10.03.2014 23:48 |
amedî
|
3. wextê ez biçûk, diya min dixwest li serê min bide lê ez jê direvîm û min xwe di bin kursiyan de vedişart, çimkî min digo qey heriyê li serê min dide, ez digiriyam lê feyde nedikir** |
|
11.03.2014 00:17 |
kevçiyê dil
|
4. Dîmenên pir nostaljîk..em gede bûn,li gund li ber pez,li ser kevirê mezin cî bi cî gilorikê spî hebûn.me xweziya xwe dikir ser vê gilorikê (belê me tû ser dikir) û me kevirek biçûk digirt ,ev xweziya bi vê spehiya kevir dikir hevir,herçî me li ser dibir û dihanî ev xwezî tîr dibû û kesk dibû,ha wê gavê me digirt û nuqto nuqto li kefa destê xwe dixist.gava lê hişk dibû me jê dibir ,şûna wê nedibiriqî lê sorbûna wê wê çaxê têra kêfxweşîya min bixwe dikir.wekî din jî ji xêrî gilorika,girikên hûrikî jî bi van keviran ve dihatin,keçên ciwan ên ku hêda dilê wan ji xweziyê dixeliya ev girikên biçûk ji keviran radikirin,dibirin malê difirikandin,dikutan û li dest û pê û porên xwe dikirin.û ez aniha fikirîm gelo ya ku tirk dibêjin "taş kinasi " ew bû? |
|
21.09.2015 17:35 ~17:38 |
kirêtek
|
5. ji pelê dara hinnê an ji hinek nebatên din yên ku sewqa xwe didin hişk dikin û dikin wekî toz paşê vê tozê hevîrdikin û şîr û şerbetê lêdikin di cîhê boyaxêde bikartînin. rengê wê xakîye dema şildibe ji sewqa wê rengekî sorikokî/rengê sorana derdikebe holê. di boyaxkirina dest, pê û boyaxkirina pohrda bikartînin bûye edetekî kesên bibin zava an bûk pêwiste ev keratî bi destê xwe bidin. hinek kes dirûvê rêxê pêdixin lê belê rêx li berê tê xwarin bi bêhna xwe, birengê xwe û bi hertiştê xwe. ji bêhna wê serê meriv di êşê yanî meriv roja bibe zava an bûk hêjaye ku meriv ew roj jî bi destê xwe nede hewqas jî pîse. |
|
21.09.2015 23:50 ~23:53 |
shorbevan
|
6. Tişta ku min şeva bori li piyên xwe re dayî. Ji bo pirsgreka xuhdana piya zehf başe. |
|
22.09.2015 02:17 |
kurdman
|
7. (bnr: hinê bînin l' teştê kin) |
|
27.03.2017 13:40 |
xendekî
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |