1. xwarina herî navdar a sêrtê ye.çi qas bêtlîsî bejin a me ye jî,herkes zane bi aşkere derewan dikin.xwarinek ji bi tenê goştê sor tê çêkirin.kelaşé pêz tenura di bin erdêde tê dalikandin u bi rêya agirek ne dijwarde bi seatan tê pijandin.paşé wek daxwazîyê tê hur kirin u bi 2_3 cureyên selata yê re tê peşkeşkirin.noşî can be * heke hun bixwazî bixwî divê hun sibe zu biçî ji ber ku piştî nivro paref nayê çêkirin. axx xwezî hebuya me niha bixwara, em niha nikarî bixwî ,qet nebe bila me fitarê bixwara. |
|
15.07.2013 06:26 |
feqiyêteyran
|
2. xwarineke goştê ye ku li botanê, bi taybetî li sêrtê pir tê çêkirin û dema sêrt tê gotin tişta ku tê bîra mirov berî her tiştî ev parêva navdar û fisteqên sêrtê ne. |
|
06.09.2013 09:13 |
simurg56
|
3. jı goşte berxan çı dıbe.serÊ sıbe zu berxÊ serser ki dawÊ ji tendurÊ.dora tendurÊ ji bı çemorÊ dıgri.qederek 3 seÊtan hewi dıseyni paşÊ bı piwazÊra lÊdıxi.(kısme ki dıbêjın ê bilis'ê ye kısme ki ji dıbêjın ê sêrt'êye.) |
|
09.01.2014 14:57 |
feqi
|
4. (bnr: parêv) |
|
09.01.2014 17:39 |
feqiyêteyran
|
5. li batmanê carek xwarim. oy xwedêê. ew çi tahm bû. pir bi lezet û çêj bû. |
|
09.01.2014 17:40 |
kurê xelkê
|
6. ku Hûn pir zû nerin cihê tê firotin dê biqede û ji wer hew betilandin dê bimîne. |
|
26.02.2014 09:59 |
mergehez
|
7. tişta ku di demek nêz de min li ali bûryana sêrtê xwar. |
|
26.02.2014 10:35 |
brusk56
|
9. di sêrtê de herî xweş tê çêkirin (bnr: ali bûryan) e. sibe zû were xwarin heta nîvê şevê tu dikarî xwarin nexwî. dema berî heta seat 8 ê sibe nedima lê vêga piştî nîvro jî çêdikin. hûn sêrtî bin û ji der ve mehvanekê we were divê hûn wî bibin parêve şert e * |
|
26.02.2014 10:48 |
rêzan
|
10. xwarina ku di derbarê de, wîkîpediayê wisa nivîsandiye ; |
|
01.11.2014 15:42 |
brusk56
|
11. ya ku li vir dikare were dîtin ; |
|
01.11.2014 15:47 |
brusk56
|
12. Xwarinekê sêrtê ye. Patenta wî,sêrtê standiye.sibê zû dê xwarin.goştê sor tenurîda bi runa xwe dipîje. Sêrtê bahattîn buryan, has buryan, huzur buryanê.. hûn dikarin bixwin |
|
20.06.2015 17:42 |
ronahî
|
13. Bi Avê wê avşor tê çêkirin. |
|
21.06.2015 00:08 ~00:10 |
mîr
|
14. li bajarên sêrt û bedlisê yên bakurê kurdistanê tê çêkirin, herdu bajar û bajariyan jî ji bo patenta wê bigrin gelekî têkoşiyan, lê ji ber ku li sêrtê ereb pirbûn û di nava karsaz û burokrasiyê de hêza wan xurt bû patenta wê bi dest xistin, gewdeyên sax ên goşt ku di tenûrên bin erdê de dimînin ew goşta nerm dibe û xwe ji hevdu berdide, serê sibehan bi piranî tê xwarin heya bi taştêkî jî heye. lê piştî ku mirov demek dirêj her sibeh buryanê bixwe êdî mirov hîn dibe, nebêjin serê şeveqê beriya tav bavêje mirov çawa dikare goştê sor bixwe * gava mirov serê sibê diçê xwaringehên buryanê tu gelek kal û pî û mêvanên ku mudawîmê wê ne li wir dibîne. elbet serê sibê hinek şînkayî û pîvaz jî li ber xweş e. bi piranî he rporsîyon bi gr an jî kîloyan tê firotin. li got ku hûn çiqasî bixwazin datînin ser nan û davêjin firinê piştî çend deqeyan germa germa li ser nanê we tê ber we. elbet hûn bixwazin dikarin buryana bi hesî bixwin, yanî hestiyên wê pêve bin tahma wê pir ne cuda be jî bi hinekn xweştir e, yên dil bikin dikarin buryana bi tewş/rûnê zêde bixwazin. |
|
21.06.2015 04:19 |
beroj mukriyanî
|
15. berîya hefteyekê çûm Sêrtê, ji bo serdanê çûbûm lê di dilê min de pêşiyê xwarina biryanê hebû ;) |
|
04.12.2017 11:10 |
xendekî
|
16. Xwarina ku îda ne xwarin e, helbesteke herikbar e... |
|
12.10.2018 00:53 |
gumgumok
|
17. cûreye kî goşt e.teşteke wek sêlê dikin bîne tendûre ,hinek avê dikinê laşê berxekî,di tendûrê de li ser wê avê bi darve dikin,ew goşt bi aliyeke ve li ber tîna tendûrê, bi aliyê dinve bi germahîya hulma wê ave di wê tendûrê de tê biraştin.Dûv re parçe parçe tê jêkirin û xwarin. |
|
31.03.2020 14:15 |
quşxaneli
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |