1. logoya ku aniha hat guhertin û li gorî daxwazên tirşikhezan dikare dîsa biguhere. |
|
22.06.2013 15:51 |
simurg56
|
2. ji bo destpêkê logoyek baş e lê mirov dikare hinekî din lê bişixule û tiştekî spehîtir û estetîktir çêke.. berê her tiştî mirov ne mecbûr e xwe bi hêma û motîfên tirşikê û tiştên di nêv tirşikê de ve girê bide.. yanî em ne mecbûr in logoya tirşikê ji bacanê reş an bacanê sor an ji hîçharan çêkin.. dema mirov li sembolekî an logoyekî ji bo tiştekî dihizire divê pêşiyê kar û karînên wê tiştê bide ber aqil û fikra xwe.. yanî ev ferheng bi çi armancî derketiye û dixwaze çi bike.. li gorî bersiva pirsên wihareng mirov dikare logoyeke spehîtir û levhatîtir çêke.. |
|
22.06.2013 16:32 |
endazer
|
3. logoya ku min gava din dît. |
|
28.06.2013 14:16 |
brusk56
|
4. bi raya min bacana ku di logoyê de pal daye û zik berdaye erdê ne li gorî urf û edetên me kurdan e.. bacanên ku em di dehl û baxçeyên xwe de diçînin û dihewtînin biçûk û teşabet in lê tamxweş in jî lê evê bacana di logoyê de tê bêjî qey şûşeya hormonan bi ser xwe de kiriye.. ûr li milkî ve çûye û qûnik li aliyekî ve! * |
|
29.06.2013 02:59 |
endazer
|
5. ji xwe re bacanên bêhormon digere. |
|
29.06.2013 12:11 |
simurg56
|
6. beriya bîstekî ji bo logoya tirşikê fikrek bi min re hasil bû.. |
|
05.07.2013 13:38 |
endazer
|
7. nimûneyan te ez naecibinim tiştek din bila bibe |
|
06.07.2013 02:10 |
xewn
|
8. ev çi bacan e pîvaz bûya wê çêtir bûya. |
|
06.07.2013 23:58 |
savar
|
9. logoyek zêde amator e.. xwezî xweyîxêrekî logoyek baştir li ber bejna tirşikê fesilandibûya.. |
|
24.10.2013 22:42 |
endazer
|
10. aniha ev e: https://www.tirsik.net/logo.png |
|
27.10.2013 00:19 |
simurg56
|
11. rasterast di malperê de newê nîşandan jî dema lînkeka tirşikê di malpereka din de tê parvekirin ev logo jî di binê wê lînkê de dixweye.. ji ber vê logoyê tenê ez şerm dikin ku lînkeka tirşikê li ser hesabê xwe yê facebookê parve bikim.. an dema reklama tirşikê di derekî de were kirin wê ev logo derkeve pêş.. |
|
27.10.2013 00:25 |
endazer
|
13. tenê ji bo ku fikir bide dikare li wêneyên li jêr jî were nêrîn: |
|
27.10.2013 01:00 |
simurg56
|
14. ji ber ko ew ferheng e; di ferhengan de peyv giring in. lowma dive herfÊn wÊ peşanÎ bibin, ne şekleka din... |
|
27.10.2013 07:20 |
cinorek
|
15. hinek alternatîfên nû ku dikarin werin sererastkirin; |
|
27.10.2013 15:55 |
simurg56
|
16. logoya ku divêt wisa be. |
|
05.08.2014 13:58 |
karmatî
|
17. logoya ku êdî nûmûneyekê jê, êdî li malperê bi cî bûye. destên karmatî sax bin, wî çêkiriye. |
|
08.08.2014 09:49 |
simurg56
|
18. Logoya ku piçekî bi ecemîtî hatiye çêkirin * lê fikr xweş e, spas ji bo kesê ku çêkiriye. |
|
08.08.2014 09:54 |
gernasnenas
|
19. logoya ku ne min çekiriye lê min tenê peşnşiyarkir ku logoyeke wisa bibe logoya tirşike. * |
|
08.08.2014 10:53 |
karmatî
|
20. logoya dê qismetê tirşikê zêde bike, înşileh. |
|
08.08.2014 11:11 |
azadixwaz
|
îtîrafên tirşikvanan [5] |
|
çiyayê artosê [3] |
|
dîroka civakî [1] |
|
-e [1] |
|
olympiacos f.c. [1] |