29. logoya ku bûye sebeb pirraniya nivîskarên tirşikê xweziya xwe bi logoya berê ya tirşikê bînin.. |
|
22.08.2014 22:56 |
endazer
|
26. heta vî emrî min logoyek dî wekê vê logoyê bêteşe, bêwate û bêmerês nedîtibû.. spas tirşik! |
|
17.08.2014 16:21 |
endazer
|
11. rasterast di malperê de newê nîşandan jî dema lînkeka tirşikê di malpereka din de tê parvekirin ev logo jî di binê wê lînkê de dixweye.. ji ber vê logoyê tenê ez şerm dikin ku lînkeka tirşikê li ser hesabê xwe yê facebookê parve bikim.. an dema reklama tirşikê di derekî de were kirin wê ev logo derkeve pêş.. |
|
27.10.2013 00:25 |
endazer
|
9. logoyek zêde amator e.. xwezî xweyîxêrekî logoyek baştir li ber bejna tirşikê fesilandibûya.. |
|
24.10.2013 22:42 |
endazer
|
6. beriya bîstekî ji bo logoya tirşikê fikrek bi min re hasil bû.. |
|
05.07.2013 13:38 |
endazer
|
4. bi raya min bacana ku di logoyê de pal daye û zik berdaye erdê ne li gorî urf û edetên me kurdan e.. bacanên ku em di dehl û baxçeyên xwe de diçînin û dihewtînin biçûk û teşabet in lê tamxweş in jî lê evê bacana di logoyê de tê bêjî qey şûşeya hormonan bi ser xwe de kiriye.. ûr li milkî ve çûye û qûnik li aliyekî ve! * |
|
29.06.2013 02:59 |
endazer
|
2. ji bo destpêkê logoyek baş e lê mirov dikare hinekî din lê bişixule û tiştekî spehîtir û estetîktir çêke.. berê her tiştî mirov ne mecbûr e xwe bi hêma û motîfên tirşikê û tiştên di nêv tirşikê de ve girê bide.. yanî em ne mecbûr in logoya tirşikê ji bacanê reş an bacanê sor an ji hîçharan çêkin.. dema mirov li sembolekî an logoyekî ji bo tiştekî dihizire divê pêşiyê kar û karînên wê tiştê bide ber aqil û fikra xwe.. yanî ev ferheng bi çi armancî derketiye û dixwaze çi bike.. li gorî bersiva pirsên wihareng mirov dikare logoyeke spehîtir û levhatîtir çêke.. |
|
22.06.2013 16:32 |
endazer
|