1. stranbêjeke kurd e, dodan navê wî yê li ser sehnê ye, paşnavê wî özer e vê taliyê bêtir navê dodan özer bikar tîne, bi eslê xwe ji gimgima navçeya mûşê ye, bi navê dodan project 97ê ligel murat öztürk û erkan özer komek ava kiriye, bi navê şabûn (2010) albûmeka wî ya solo û ligel dodan project jî bi navê be naw (2005) albûmeka wî heye.. bi qewlê dodan çeşn û çeşîdê mûzîka wî freestyle, fusion, experimental e.. li amedê bi navê roll bar barek hebû, -nizanim hê jî heye an na- ez ne xelet bim yek ji sê şirÎkên vê barê bû, li stembolê di gelek bar û klûbên şevê de derketiye/derdikeve ser sehnê, di fîlma muro: nalet olsun İçimdeki İnsan sevgisine de, yê ku li ser sehnê strana teşiya min, malan bar kir, girê sîra dibêje dodan bi xwe ye; demekî derketibû ser bernameya okan bayülgen ya bi navê makina kafa û strana neçe gotibû; vîdyoyê veke yuksekovahaber.comê pê re hevpyevînek dûrûdirêj çêkiriye ji bo hevalên ji xwe re dodan kirine kul û derd; Here lînkê |
|
14.05.2015 03:57 |
endazer
|
2. duh bi şev tevlî pêşbaziya deng û stranan ya o ses türkiyeyê bû. her çar jûrî jî gelek ecibandin û şaşwaz bûn. lê dodan qet behsê nekir ku stranbêjek kevin e, 2 albûmên wî hene, stranên kurdî dibêje û di fîlmek tirkî de jî stran gotiye fîlan. tenê got ev 20 sal in stran dibêje. |
|
25.12.2016 13:44 |
simurg56
|
3. ne sûcê te ye, |
|
26.12.2016 20:14 |
cinorek
|
4. gotibû ez bû bîst û yek sal in bi hunera mûzikê re mijûl im lê heta aniha ez nebûm tiştek.. |
|
27.12.2016 13:25 |
ferhenga şikestî
|
5. ji aliyê ali duran topuz ve bi berfirehî hatiye rexnekirin; Here lînkê |
|
27.12.2016 14:04 |
simurg56
|
6. Mal û milk û şûn û pere... |
|
27.12.2016 16:00 |
rûbar
|
7. Ji bo dengê wî nikarim tiştekî bêjim lê bi ser navê mûzîka eksperîmantel stranên wek xezal xezal, bavê fexriya û avşar elleri herimandiye û hetk û helaka wan biriye. |
|
27.12.2016 22:52 |
endazer
|
8. Ka ji wî bipirsin êdî bûye tiştekî? |
|
20.03.2017 02:47 |
rûbar
|
9. î şev li 'o ses Türkiye' qezenç kır. ez nave Dodan kêfxweş bum ,hêvî dikim ji cîya bêtir were. |
|
20.03.2017 03:45 |
lawame21
|
10. Stranbêjê ku bi xêra wî hadîse jî bû șampiyon. |
|
20.03.2017 16:49 ~16:49 |
gumgumok
|
11. şampiyonê pêşbaziya o ses turkiyeyê ya 2017an e. |
|
20.03.2017 20:42 |
simurg56
|
12. stranbêjê ku wê şeva sersalê li amedê be. |
|
25.12.2017 00:36 |
brusk56
|
14. îro li amedê konser dide. |
|
29.10.2021 23:25 |
simurg56
|
15. (bnr: pere ne her tişt e lê pere pir tişt e) |
|
30.10.2021 15:08 |
xabûrî
|
16. Piştî daxuyanî û pîrozkirina partiyên qaşo yê kurdan a komara tirkiyê, lazime mirov ji helwesta van stranbêja mat nemîne. |
|
30.10.2021 15:27 ~15:28 |
tîrêj zana 21
|
îtîrafên tirşikvanan [5] |
|
çiyayê artosê [3] |
|
dîroka civakî [1] |
|
-e [1] |
|
olympiacos f.c. [1] |