Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dodan] de;

14. îro li amedê konser dide.
ji bo pîrozbahîya komara tirkiyê.
bi organîzasyona walîyê amedê.
walîyê qeyyum.
li parka 75ê.
Here lînkê



29.10.2021 23:25 | simurg56

11. şampiyonê pêşbaziya o ses turkiyeyê ya 2017an e.
şeva ku tevlî vê pêşbaziyê bû, min dizanî ku wê bibe şampiyon.
dodan/96306
ser xêrê be. lê wê kêr çi were nizanim. piştî ku qeznc kir, hadîseyê ew hembêz kir û got "ji bo te, çi ji destê min were ez ê bikim"



20.03.2017 20:42 | simurg56

5. ji aliyê ali duran topuz ve bi berfirehî hatiye rexnekirin; Here lînkê
di rexneyên wî de hinek zêde ajîtasyon hebe jî bi giştî tiştên rast in.

lê dîsa jî divê mirov ewqas jî nede ser dodan, tişta ku kiriye ne xayîntî fîlan e. tenê piçekî xwe biçûk xistiye û ji ber ku behsa paşeroja xwe nekiriye, zordestiyê qebûl kiriye û hew. vê yekê jî ji bo berjewendiyên xwe kiriye, ev ne tiştek nedîtî ye.
tu televîzyonên kurdan neman, çalakiyên çandî neman. destûr tûne hunermend herin trt 6ê fîlan jî... loma herkes ji xwe re riyek digere. berî ku derket vê bernameyê, çend kes ji me, wî nas dikir? min bixwe tenê navê wî û strana wî ya komîk çepik dizanî. ango gotinên ew jî hinek mafdar e.

îşelleh nebe mîna mehmet metîner, muhsin kizilkaya fîlan, me tiştek din navê *



27.12.2016 14:04 | simurg56

2. duh bi şev tevlî pêşbaziya deng û stranan ya o ses türkiyeyê bû. her çar jûrî jî gelek ecibandin û şaşwaz bûn. lê dodan qet behsê nekir ku stranbêjek kevin e, 2 albûmên wî hene, stranên kurdî dibêje û di fîlmek tirkî de jî stran gotiye fîlan. tenê got ev 20 sal in stran dibêje.
kesî jî nepirsî li ku derî û bi çi awayî.
an li hev kiribûn ku behsa van tiştan nekin an jî behsê kirin lê di weşanê de van beşan nîşan nedan. di heman beşa bernameyê de, yanî duh bi şev, polîsek li ser navê polîsan stranek gotiye.

wer xuya dike ku wê bimîne fînalê û wê îhtîmalek mezin bibe şampiyon jî.



25.12.2016 13:44 | simurg56