85653. Bihar bû lê hebkî serma jî hebû. Ez û hevalê xwe yê ku nicknameyaa wî @çiyayêmêrdînê ye dîsa ji Medya kitabevî derketin û ketin ser rêya Kaçakçayê... mijar vebû, tirşik û tirşikçî bûn. Li ber guhdarîkirina "stranên pir xweş" yên Kaçakçayê me çaya xwe ya tehl vedixwar û me di nav wê mij û dûmana ku wek tenura Xaltîka Xalîsa seba nas û hisiman diikir. Jixwe em wek Entellektûelên Mêrdînê, me çay bê şekir vedixwar. Li ser maseya me jî pirtûka Michel Foucault ya bi navê "Hapishanenin Doğuşu" hebû. Bawer nakim ku hevalê mi ev pirtûk xwendibe lê her tim di destê wî de êdî ev pirtûk kevin bûbû. Ji nişka ve ji min re got; |
|
08.06.2013 18:10 |
endazer
|
85672. Naxwe divê ji vira dîsa bangî hevalên li Stenbolê bikim. Em dikarin li ser vira mijareke hevdîtinê vekin û xeber bidin hev. Lê pêşî divê ev heval destê xwe rakin * |
|
08.06.2013 18:10 |
endazer
|
85677. Çeppik, Şabaş şabaş ji hevalê endazyar re. Erê, em li benda hevalên din in. |
|
08.06.2013 18:10 |
endazer
|
85679. eger navê civînê biguhere ez jî tevlî wê bibim. ma şerte ku her tiştî ji tirkan bistînin? hinek kurdewarî bibin ji boyî xwedê! a dido jî dev ji peyva tirşikçî berdin: tirşikçî/364 |
|
17.06.2013 21:56 |
simurg56
|
85680. (bnr: formata tirşikê) |
|
07.06.2013 18:27 |
brusk56
|
85687. Waweylê ev jî çi bû? * min qet tişteke wisa nebihîstiye ger li ba te hebe bi xwe re bîne em jî li tehma wê binêrin. |
|
08.06.2013 18:10 |
endazer
|
85765. Hevdîtina ku em ê 10ê nîsanê, saet 18:30an de devê deriyê (bnr: medya kitabevî)/Teqsîmê hev bibînin û paşê jî biçin çayê filan vexwin. Yên ku dixwazin helbet dikarin vîskî jî vexwin. |
|
08.06.2013 18:10 |
endazer
|
85775. Ji dost, jin, mêr, dê, bav, kalik, dapîr, xwişk, birazî, xaltîk, metik, dotmam, pismam û hogirên xwe re bibêjin û em civateke xweş deynin ;)) |
|
08.06.2013 18:10 |
endazer
|
85778. Civîna ku jili bendê gunikê min qurmiçî. |
|
07.06.2013 05:01 |
simurg56
|
85803. Ji bo xwestina hevalekî me dîroka hevdîtinê guherand. Bawerim ev dîrok ji bo her kesî baş e. Hevalên ku niyeta wan heye ku werin bila ji kerema xwe destê xwe rakin. |
|
08.06.2013 18:10 |
endazer
|
85810. qirara guhertina dîrokê gelek kêhfxweş bûm.ji bo min tengasîyekî dijwar bû hatin.spas rêveberîya amadekarê civînê re |
|
24.06.2013 23:59 |
xewn
|
85879. (bnr: endazyar) ji bo nîv saete jî were, ê xweş be. (bnr: quşxaneli) te jî xebereke xweş da. Yuppie |
|
08.06.2013 18:10 |
endazer
|
85941. civîna ku shorbevan nayê ka ez xwe dikim hevalê we sakûla * law henek henek bi tenê şertê xwe guherand ger nemre ewê beşdar bibe |
|
27.10.2013 00:18 |
endazer
|
87709. hevdîtina ku jê re 5 roj mane ye. |
|
08.06.2013 18:10 |
endazer
|
88057. applicationek heye nave wê periscope e bawerim. em dikarin civîna xwe ji ser lînkekî ji herkesî re vekin (: |
|
08.06.2013 18:10 |
endazer
|
88066. mêvanên te mêvanên me ne * wan jî bi xwe re bîneee (:: |
|
08.06.2013 18:10 |
endazer
|
88097. analîza ewil ez bikim, ku nehatime civînê lê me dît ev civîn bû civîna herî mezin û balkêş a tirşikê. ev jî hemû bi saya serê gulêê. ji ber ku mijara civînê beriya civînê çend mehan vebû û guléé ji bo hatina wan bi herkesî ket têkiliyê yeko yeko bersiv da û di bin mijara civînê de heta vê gavê 77 entry hatin nivîsîn. ma hê wê çi bibe? |
|
07.06.2013 18:27 |
brusk56
|
88100. sibhanellah yek jî yekî dilgermtir û xweyn şêrîntir ferhenga şikestî û gêjê wax! wax! devê wan deqekî neçûye serhev mala wan.. kelt û kelt niha serê min kirine dolav û ewê niha derên bibêjin shorbevanê bi zincîra nedihat girêdan deng jê dernediket û bibêjin tu dibêjî gey melaîkete... * |
|
27.10.2013 00:18 |
endazer
|
88105. civîna min pir dixwestceso simurg56, sergijik xendekî, rasteqîn, elegez û hemû tirşikvanên din jî tevlî bûbûna me hev nasbikira.. me gelek çavê xwe liwan gerand lê gelek dûrbûn me nedît. ha min ji bîrdikir û endazer jî * |
|
27.10.2013 00:18 |
endazer
|
88111. dawiyê de ez hatim, ji bo nivîsandina analizan li ser kursiyê xwe yê efespîlsenê rûniştim. cîhê qûna xwe xweşkir û lenûska xwe vekir. dîrok 17.04.2016 ye. beriya analîzên xwe dixwazim qala beriya hevdîtinê bikim. îro roja min ya vekirina pirtûkxane bû lê bextê min ev e ku pir hindik kes hatin û ew jî zû derketin. min jî ji dilê xwe got bila saet bibe nêzî 17:30 ez ê pirtûkxane bigirim û herim leylekê. paşê zengilê lê xist, sê xort hatin. her sê jî ji hev xweşiktir. gotin "kolay gelsin" bi rûyekî ken. min jî got "hoş geldiniz" bi rûyekî kentir. ji dilê xwe digot ev jî ji ku derketin ger heta saet hefta bisekinin ez ê dereng biminîm hevdîtinê filan û xemgîniyekk. çûm ser kompîtirê û li tirşikê peyamên dawî mêzand. piştî nêzî 10-15 deqqeyan, ew xort hatin û xatir xwestin jî got "iyi akşamlar" û derî girtin. çawa derî girtin, dîsa li zengilê xistin. ew ê zerik bû. berçavkê wî şoq didan û got "ben sizi ber yerden taniyor gibiyim" tişteke wisa. min jî got "nerden". got guléé? min got erê got ez ji hozan serhad û yê din jî got ez quşxaneli û mêvanekî wan hebû. ez pir kêfxweş bûm. ketin hundir û min ji wan re çay anî. û sebê destpêkir. mijara yekem ferhenga şikestî û shorbevan bû. ji ber ku tirşik bi peyamên wan tevlîhev bûye. min lenûsk ji çentê derxist me li ser kesayetiya shorbevan û ferhenga şikestî hin texmîn kirin. ji bo shorbevan tenê me got şermok û dilnizm e. lê ji bo ferhenga şikestî qurre, xwerazî, artîst, dengnazik û blabla.. dema ku em ketibûn ser seba shorbevan, ew çûbû leylekê û li benda me bû. min telefonî çiyayê mêrdîn kir, got ez diçim. min got baş e shorbevan li wir e em jî tên. hevalên li ba min beriya min derketin çûn, min jî piştî 10 deqqe dikan girt û ketim ser rêya hevdîtina mezin. |
|
08.06.2013 18:10 |
endazer
|
88112. yên ku min ji wê nivîsa jor fêhm kirine ev in: gulèè porê xwe jêkiriye û li dijî shorbevan antî-propagandayek tê meşandin * |
|
03.06.2013 06:31 |
endazer
|
88114. Gulèè va nêzî sê sala por kin e * rûdaw kî ye, bila bavê wî were (: |
|
08.06.2013 18:10 |
endazer
|
88116. analîzên di derbarê shorbevande seranser rastin tu dibêjî qey qîzek bikezî bû şermok, gohdarvanek baş nivîskarek baş û dema ew kesên hev nû dibînin devê wî ji kelecanê venabe gotin di hişê wîde gîh dimirin, nizane bibêje çi lal dibe werhasil shorbevan nivîskare ne axaftinkare ev îtîraf jî hat analîzkirin |
|
27.10.2013 00:18 |
endazer
|
88120. gulêê xweş qala civînê kiriye, ji me re tiştekî nehêliştiye lê ez ê bi çend hevokên kurt ya dilê xwe bêjim... |
|
08.06.2013 14:50 |
simurg56
|
88122. civîna ku vî welatî çiyayê mêrdîn jî naskir û kêfxweş bû min got riya te bi bağcilarê ket bira li ser çava ezê ji nihave çayê bayat bikim * |
|
27.10.2013 00:18 |
endazer
|
88127. xuya ye herkes kêfxweş bûye û bûne mêvanên hev du * ti carî xwesteka min a tevlîbûna civînan nebû (ji ber qelsbûna axaftinê) lê belê bi nivîsên guléé û ferhenga şikestî min fêm kir ku (mîna min) bi kesên kêmaxêv û hişşşş-hezan ve jî civîn pêk tê, hema du kesên çelziman hebin bes e. * qewla derqamij, pîroz be. * |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|
88129. Ez, quşxanelî û mêvanê me pêşîya civînê me go em herin weqfa ismail Beşikçi zîyaret bikin jineke por kin û xwînşêrîn derî li me vekir bi ruyekî bi ken ewê em hildane hindir. |
|
26.10.2013 23:54 |
endazer
|
88134. Çend mijarên balkêşê ku îro hatine axaftin: |
|
26.10.2013 23:54 |
endazer
|
88135. Piştî ne kêmî sê salan ji bo xatirê tirşikvanan çûme taksîmê, rewşa min nedîyar bû , ji bo wilo min qala hatina xwe nekiribû. Hinekî dereng jî çûm. Lê mala xwidê ava ku ez beşdar bûm. Tişta di serê min de rewşa shorbevan bû. Gelo shorbevan û ferhenga şikestî şerekî çawa dikin? Weke şener şen û ilyas salman an jî weke Bruce Lee li hewa difirin , şer dikin. Min di go vêga shorbevan yekî zimandirêj, qure û (dûrî haziran) qereçî ye. (: peppû sed carî , ew shorbevanê nan-xwerê-cil-qetên û gelac feqîrekî dera ha derket. Feqîrê xwidê weke berxikikî rûniştibû, bêdeng bû, shorba wî jê kêm bû (: |
|
27.10.2013 15:55 |
simurg56
|
88142. (bnr: kurahîya felsefeya avatara gumgumok) û nivîsa li ser tîşortê wî û têlê wî yê elimyon û teyîsî jî damgaya xwe civînê dan * |
|
26.10.2013 23:54 |
endazer
|
88143. Axir min ev fêm kir ku di jiyana rasteqîn de tu kes ne wek nivîsên xwe yên tirşikê ye. Tirşik j bo me cîh e ku em bikaribin kesên binhişên xwe de derxînin holê. Jixwe nivîsên me jî ji bo dinyayeke din e (: |
|
08.06.2013 18:10 |
endazer
|
88150. civîna ku min bi dizîka wêneya beşdarvanên wê kişand e. ** |
|
08.06.2013 00:32 |
simurg56
|