Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
endazyar - tirşik
endazyar
(11) (1) (3)
di mijarê de bigere

1. kurdiya mesleka mûhendisiyê ku komek ji wan û ji avahîsazan (bnr: mîmar) aniha li amedê ferhenga peyvên teknîkî ji bo kurdî amade dikin.

karên wan ji vir dikare were şopandin: http://www.endezyar.org



05.06.2013 16:44 | simurg56

2. li amedê ev du sê meh tê hene ku endazyar û avahîsazên ji odeya yekîtiya endazyar û avahîsazan li hev rûdinin bi hevkarî û alîkariya sazî û dezgehên zimanê kurdî yên li vî bajarî ji bo danîna ferhenga term û têgehên teknîkî dişixulin.. bûltena şaxa amedê ya odeya endazyarên mekanîkê ku serê her sê mehan carekî derdikeve di dawiya kovara xwe de cih dide encamên vê komxebatê..



05.06.2013 17:08 | endazer

3. navê kar û pîşeyekî ye.. di teoriyê de ji bo kesên karê endazeyê yanî hesab û pîvanê dike tê gotin.. lê di pratîkê de hema bêje her tişta ku îro di jiyana modern de em dişixulÎnin û pê kar û pêdiviyên xwe diqedînin bi destê endazyaran çêdibe an disêwire.. wekê xanî, rê, kendav, tûnel, pir, ceyran, erebe, telefon, mekîna cilan û ya firaqan, firne, sarinc, kombers, jenerator, akûmûlator, motor, pompa û hwd.. çend çeşn û cureyên vî pîşeyî jî hene wekê (bnr: endazyarê mekanîkê), (bnr: endazyarê ceyranê), (bnr: endazyarê avahîsaziyê), (bnr: endazyarê endûstriyê), (bnr: endazyarê mekatronîkê), (bnr: endazyarê madenê), (bnr: endazyarê kombersê), (bnr: endazyarê fîzîkê), (bnr: endazyarê kimyayê)..



29.06.2013 02:52 | endazer

4. axundîye matematîk û fizîke. ma qedr û qîmetê wan nizani kes.



12.08.2013 21:44 | zeyd b

5. li gorî rîwayetekî ji bo karê çêkirina pirrekî rojekî endazyarek diçe gundekî li derdora batmanê.. endazyar kurmanc e û xwudê bihêlê qey yekî telaqreş e herê serê heyvê jî û parlemena enqereyê jî ji kurmanciya xwe nayê xwar.. axirê gundî jî li dora koma endazyar û teknîkerên ku ji bo derxistina projeya pirrê hatine kom bûne.. endazyar û hevalên xwe di nav xwe de kurmancî diaxivin qey gundiyek seh dike û di ber guhê yê hevalê xwe de dibêje ''law me digo qey vana mûhendîs in lê vana jî wek me kurmanc derketin..''



12.09.2013 02:24 | endazer

6. nivîskarek e ku heye ku bi endazer bê tevlihev kirin.

heta niha ti kesî jê re xêr hatinek nedaye.

ez bi ser navê rêveberiya tirşikê jê re dibêjim bi xêr hatiye û di nav xêrê de be li van deran.



13.09.2014 00:00 | brusk56

7. nivîskarek e nû hatîye. li esle xwe ji kurdÊ kirdan rê ye. gava ku xeletîyê wî bibe (ji bo kurmancî), biborin.

ez guhdarî kirîye ku wî jî silavan got.



13.09.2014 01:06 | endazyar

8. bi xêr hatiye..

mereq dikim gelo endazyarê çi ye?

û cihê kêfxweşiyê ye ku di tirşikê de roj bi roj hejmara nivîskarên zazakînivîs zêde dibin..



13.09.2014 01:21 | endazer

9. endazyarÊ têkilî û elektronîkî ye. li rastî endamê endazyarÎ ye.



13.09.2014 01:34 | endazyar

10. ji kadroya mîmar û endazyaran ya tirşikê ye. van rojan dest bi nivîsandina rêkûpêk kiriye. xêr hatiye dîsa.



14.09.2014 13:27 | simurg56

11. xûya ye nivîskarek baş e. hay ji formatê heye li gor texmîna min beriya niha ferhengekê de jî nivîsandiye.

hêvî dikim di tirşikê de domder be û pir binivîse..



14.09.2014 14:33 | brusk56

12. nivîskarê nêzî 3 meh in ku buye nivîskar û van rojan dest bi nivîsandinê kiriye. ji bo hemu nivîskarên nanivîsîn numuneyek e, bila ew jî çavên xwe bidinê.

ser seran ser çavan hatî.



14.09.2014 22:51 | azadixwaz

13. bi diLê xwe ye helbet bi kîjan zman û zaravayê kurdî binivîse..

lê xwezî her bi zazakî binivîse, ji ber ku di tirşikê de hejmara nivîskarên zazakînivÎs kêm in..



15.09.2014 02:22 | endazer

14. û divê vê jî bêjim kurmanciya wî hewceyî teshîhê ye..



15.09.2014 02:23 | endazer

15. Zazakîya ey zî hewceyê teshîhî ya. *



15.09.2014 15:24 | kurdane

16. kurmancîya wî hewceyî teshîhê ye. divê ew dê dem bi dem hîn bibe. la zazakîya ci xirab nîyo, gama ke xeletî bibo,şima ey hişyar bikin.



15.09.2014 18:09 | endazyar

17. nivîskarê nû yê tirşikê ye ku bi du zimanî dinivîse bila her daîmî û mayînde be



15.09.2014 21:02 | ferhenga şikestî

18. (bnr: nivîskarê van rojan pir populer e)



15.09.2014 23:26 | azadixwaz

19. Nivîskarê ku dema ez navê wi dibînîm endazertê bîra min ..



29.10.2014 23:45 | vêca çiyeeee

20. nivîskarê ku weke navê endezyar standiye divê cihê endazer tijî bike. xwedê quwetê bide ..



30.10.2014 01:16 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» endazyarê kombersê

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî