@îzetîn paşe, başe wa nivîsên min tên xwendin. Min digo qey li fezayê wenda dibin. Ji te re xwendinbaş* @keyomerd, di peyva "dixwim" de jî heman tişt dibe. Ez niha nikarim dengê xwe tomar bikim û bişînim*
@cinorek, îsal destê rêveberiyê teng e. Zextê nede ser wan. Emê xwe kerr bikin heçku me ji bîra kiribe*
Yê ku niha nivîsên min bişopîne wê bibêje, " maşele nivîskarê me ji her gûyî fêm dike. Li ser erdnigariyê, psîkolojiyê, siyasetê, malpersaziyê, analîza civakî û hwd. Dinivîse" lê mixabin ne ku jê fêm dikim. Ji bela ku kes nanivîse ji neçarî ez xwe lê qerase dikim. Xwezî yên ku jê fêm dikin binivîsandana ku me jî bi kêfxweşî bixwenda.
Li hember şoreşa kurdîkirin û rastkirina tirşikê nebin asteng! Ji bela ku peyama we ya çewt an ne kurdî hatiye guhertin dilê xwe negrin! Bi dehan mijarên min hatine serrastkirin lê ez pê kêfxweş im. Ji rêya xwe venegere @keyomerd.
Li tirşikê her kes ji aramî û bêdengiya li ser tirşikê acis e. Lê belê ev tenê di acisiyê de dimîne. Heya niha ji hezarî bêhtir nivîskar xwe li tirşikê tomar kiriye. Hin ji wan hesabên xwe ji bîr kirine, hin ji wan tirşikê ji bîra kirine, hin ji wan xeyidîne û çûne, hin ji wan jk kurdbûnê îstîfa kirine, hin ji wan fikrên wan guherîne, hin ji wan êdî tirşik bala wan nakişîne, hin ji wan ji tirsa rexneyên nivîskaran reviyane, hin ji wan jî xwe spartine vê stargeha kiswet û li pey wan rêyanin ku gavek din, pêlek din û bostek din jî vê tirşika netewî û dîrokî bipêş de bibin. Wate û xulase û axirkelam bi gilî û gazincan tiştek derbas nabe, bi cehd, xebat û şuxlê pêşketin û serkevtin çê dibe. Herçî ê ku xwe li vê malperê tomar kirî, rojê peyamek, mijarek binivîsanda wê tu carî vanda xalî, beyar û bêwar nemaya. Ji her kesî re xebatxweş.
Yûsiv û elezîz îzetin paşe vegeriyan. Spas ji bo nivîsa yûsivo. Crîstmastê lewendî û ya gelê qoserê jî pîroz be* niza wê îsal jî li qoserê weke hersal bi coş were pîrozkirin*