64
2014.12.07 13:16
min guh da nalîna dengekî hinavîn û dawîn min xwe kuşt di şeveke şafiî de bi sewta saweke sefran û seferî suhurîm, li seherên sar û sêwî ku hîn nizanim bê bi kîjan surperiyê re li çerxa kîjan zemanî dizîvirîm da ku gihîştim xawêniya bêdengiyê meyam li nebîniya şevên bêstêrk û min heyvanê xwe ji heyva nava xwe girt zeman û zemherîr ziman û zehîr wekî marekî bêjehr di kevirên sebrê re bihurîm Dost Çiyayî ... Qetran navê berhema Çiyayî ye. Ji helbestên wî yên mîna ‘qetrê’ dilop bi dilop ji dilê birîndar û giyanê wî yê nazdar nizilîne ser sifreya ‘dîwanê’ dê bixuye ku Dost peyvên qer ê qetranî xistiye çavên bi kul yê helbesta kurdî! Dost, dema ku dikeniya jî, kenê wî yê ku dixwest şahiya govendekê li dar bixe li palên rûyê wî, nedikarî êşa heyî ya di hinavên xwe de civandî, veşêre: Kenê wî bi xwe mîna êşeke fediyok li erdnîgariya rûyê wî belav dibû! Dost êşkêşek bû! Ji hemû êşên heyî û kişandî, raste rast mîna ku bixwaze bi êşkêşiya ji helbestê bikevîne; xwe di ber helbestê de diêşand, xwe diwestand! Yan na, di wî temenê ciwan de, ku hê dê gelek fîşek biajota devê tifinga helbestê, bi pênûsê xwe yê çapilî ev ristên li jêr diteqand? ... Arjen Arî, www.diyarname.com, 21.07.2008
1. navê pirtûk-helbesteka dost çiyayî ye.. li gorî min lûtkeya helbesta kurmancî ye.. |
|
3. nAVÊKITÊBA ŞAÎRÊ BÊMIRAD dOST ÇIYAYÎ YE. JI SERÎ HEYA BINÎ HELBESTINE MIKEMIL IN. BI TEYBETÎ HELBESTA HEZAZ XALÎ HELBESTEKE ZOR CIWAN E. |
|
4. wekî din |
|
5. dema yek ji min dipirse, bi ya te helbesta herî xweş kîja ye? her gav cara ewil qetrana dost çiyayî tê bîra min.. |
|
6. Navê helbesteke dost çiyayî ye. |
|
7. madeyek avîye bîna rîçalêye (a bacanên reş) ji neftê û ji hinek tiştên din bi dest dikebe maddeyek bi reşbûna xwe navdare dema tiştek zêde reş be jêre dibêjin wekî qetranêye. |
|
8. Kurdînûsek ji twîtter ê ye. Bi gotinên xwe yên " pisîka min ,şev êş , şev aş " navdar e. Ew jî têra xwe fenomen e. |
|
9. yek ji helbestên kurdî yên xweştirîn e. herdu lînkên jor jî şkestî ne, ji dengê abdullah koçal guhdar bikin: |
|
10. şaheserek e ji helbesta kurdî ya modern. her ristek vê helbestê hêjayî lêkolîneke berfireh e. navê xwe daye tekane dîwana rehmetî dost çiyayî û xuya ye bi feyza çend helbestên metin kaygalak hatiye nivîsîn. jixwe di pêşgotina kitêbê de remezan alan jî cextê li ser vê feyzê dike. erê, dost çiyayî ev helbesta xwe ya newaze bi feyza kaygalak nivîsiye lê jixwe feyz û tesîr nebe edebiyat jî nabe, ne wisa? |
|