147
2022.01.31 17:37
Beriya Şewitî berhevoka hemû çîrokên Juan Rulfo, yek ji girîngtirîn nûnerên wêjeya Meksîkayî ye. Ev berhevoka çîrokan ligel romana Rulfo ya bi navê Pedro Paramo, kuliyata berhemên wî pêk tîne. Juan Rulfo, ku nimûneyeke nadîde ye, ji ber ku bi afirandina hejmareke hindik a berheman nav û bandoreke mezin dahênaye, ne tenê ji bo wêjeya bi zimanê Spanyolî, her wiha di wêjeya cîhanê gişî de jî deng û rengekî xweser û neqane ye. Çîrokên wî ne tenê vegotinên bûyerên hatî serê lehengên wî yên hem sosret hem ji rêzê ên gundewarên Meksîkayê ne, di heman demê de strana Meksîkayê ne ku salixê didin ji bûyer û hel û mercên raborî ên ku dîrok û binhişê welatê wî pêk tînin. Dengê Rulfo ê ku di çol û çeperên Meksîkayê de li ser ta û têlên reqên xax û bêtar ên giran, serboriyên seyr û dûrî dest dijene, dê di gelî û gazên Kurdistanê de olan bide û han bide ku çîroknûsiya Kurdî ji tenêtî û kesîreti ya endamên miletekî dengên ciyawaz û pirreng derxe. Weşanxaneya Lîs bi pêşkêşkirina wergera vê berhemê ya ji zimanê resen ji alî Ciwanmerd Kulek ve qûçeke din li rasta ziman û wêjeya Kurdî datîne.
1. pirtûkekê çîrokan e. nivîskar juan rulfo tê de gundî û hejarên meksîkayî vedibêje. ew kesên ku ji her aliyê ve (dîn, polîtîka, malbat, aborî û hwd) riziyane, xera bûne û bi ezperestiya xwe yê dervîcdan û derehlaqî di nav nebaşiyê de noq bûne. û sebebên wan kirêtiyan jî hejarî bi xwe ye. di gelek çîrokan de kuştin hebû. lê jê pirtir rebenî giraniya xwe daye. pir caran dilê min bi lehengan şewitî. cîhanekê ecêb hatiye xêzandin û divê mirov xwe jê dûr xe. bi rastî gelek çîrokên vê pirtûkê dê ji bîra min neçin. "bihura bakur, dengê kûçikan nayê te û erd dan me" ez xemgîn kirim, luvina ez tirsandim û anacleto morones ez kenandim û yên din... her yekî gelek serkeftî bûn. honaka nivîskêr xwe digihîne xeyal û serwextiya xwîneran. ji aliyê wergerê ve rexnehilgir e, lê ji ber hêza mijaran min wekî xwîner pir guh neda çewtiyan. tirsa navê ciwanmerd kulek nehewqas mezin bû.* (çewtiya karanîna daçeka di...de û paşavêtina lêkera hevokên bingehîn hwd.) lê ji aliyê peyvan ve min hinekî zehmetî kişand, tê de gelek peyv hebûn ku wateyên wan nizanîbûm. di hinin cîhan de kontekst jî alî nedikir fêmkirinê lewma ferhengek di xizmeta min de dipa. hûn dikarin şansekê bidin vê pirtûkê. |
|