290
2021.12.18 09:27
Seven years after Bernadette Bohan won her first battle against cancer, she became pregnant with a child she longed for. Although her doctor warned that carrying the baby could cause a recurrence of the disease, she chose to keep the child. Five years after the birth of her daughter, cancer again attacked Bernadette's body.
1. pirtûka jinikeke (/Nivîskareke) îrlandî ye. di vê pirtûka xwe de ku dikeve cûreya bîranînê, çawa qansêrê derbas kiriye, çawa biser ketiye qal dike. digel hişyariyên doktorê, çawa zarokeke din aniye dinê, dîsa jî xwe ji qansêrê pak kiriye, xwe jê filitandiye, qal dike. ji ber ku ne nivîseke edebî ye û jinik jixwe hunera wê ya nivîskariyê ji berê de jî nîn e, hevokên wê tev basît in. texmîn dikim edîtoreke wê ya gelek baş hebû loma kariye ji xêra edîtorê pirtûkeke birêkûpêk binivîse. zimanê wê hebkî mîna ewk e, wekî ku jinik li ber te rûne û bi devkî çîroka xwe ji te re vebêje. bi gotineke din, nivîskar bêhtir zimanê rojane bikar tîne. ji dil pêşniyar dikim bo kesên di warê tendirûstiyê de xwendevanî dikin an dixebitin. binêrin: ferhenga şikiyayî, xwelîser û helbet simurg pêncî û şêst. û tirşikvanên din… û helbet tev hevalîşkoyên hello kitty. |
|