119
2021.12.09 00:10
li ser gotinên pêşiyan kedan 2 salan hatiye berhev kirin.
1. (bnr: gotinên pêşiyan) |
|
3. gotinên di demên gelekî pêşiya me de hatine gotin, bi aliyê kê ve hatine gotin ne eşkere ne û wateyek kur di xwe de dihewîne ne. |
|
15. Dîkê ji mêranî dikeve, dibe qeşmerê mirîşkan |
|
16. zani xêl e lê nizani li ber derîyê kê ye. |
|
18. piştî tiré kezî kuré * |
|
19. heta kurm ne ji darê bê , darê nabirê. |
|
22. ev jî gotinê pêşiyaye: Zilamê bitirse, sînga spî nabine * |
|
29. Heft sala çû seferê disa hat kerê berê. |
|
32. çi kiro li xwe kiro çi xerakiro li xwe kiro |
|
35. ecelê sa tê,diçe nanê şivan dixwe... |
|
38. gayina nav kayê, cixara ber bayê... |
|
42. (bnr: Nokên bêxwê dixwe tirrên şor dike) (Ji Gundê Cirzê) |
|
52. şêr şêr e, çi jin e çi mêr e.. |
|
53. barê giran aqilê sivik.. |
|
70. Dinya mirine; bikene * /Li der dûra şirnexê/ |
|
71. me hevûdû biha kiriye, em hevûdû erzan nafiroşin. |
|
74. bila bejin xençera xaço heye. |
|
75. mijara go pesîyan tistek ji mere ne hîstîye,
|
|
76. hûr bajo
|
|
77. sonda bızınê, heta dîtına nêrî ye |
|
95. aqlê sivik barê giran e... |
|
96. bi tajiyê xelkê nêçîr çênabe. |
|
103. (bnr: roviyê digere ji şêrê razayî çêtir e) |
|
104. gotinên ku yek ji wan ê ku ez gelek jê hez dikim ev e ; |
|
106. aqlê sivik barê giran e . |
|
107. her biji apo |
|
109. (bnr: Por jê kir got ruto por berda got kuto) |
|
110. (bnr: biçukê malê kuçikê malê ye) |
|
111. go kurmê darê ne ji darê bê dar narizê. |
|
112. go meriv dizbe, şevê reşîn zehf in. |
|
117. bi kirdkî / zazakî: vateyê verênan |
|
119. (bnr: bereket berketinê de ye) |
|
127. Tirro rûreşo; fiso bihnxweşo... |
|
129. (bnr: gû bi mîzê naye şûştin) |
|
133. gotineke dayikan ji bo lawê xwe gotine "min mezin kir bi çiçikan, bûkê hat bir bi navranan." |
|
134. gava dî li ser têlevîzyoneke kurdî min bihîst: "kes bi pilekê nagehîte ser milekê" |
|
135. (bnr: fêda şivanan nihandina keran e) |
|
143. (bnr: şêr şêr e çi jin e çi mêr e ) |
|
144. (bnr: qûna tazî tembûrê dixwazî) |
|
146. (bnr: jin derketiye ser serî û dê daye ber derî) |
|
147. bila xwedê yar be dinya hemu neyar be |
|
148. ye ku bikeve govendê, dive xwe bihejine. |
|
150. heçîyê bêjê û bikê mêr e, |
|
154. Zikê têr hay ji yê birçî nîne |
|
161. dile xweş her lê bihare. |
|
162. mala meriv, gora meriv. |
|
163. me xÊra mirÎyÊ xwe derxist, pozbilÎkÊ xwe pey xist. |
|
164. Kurikekî ji semsûrê, derheqê axiretê gotû bû ji mi ra. Nîvî tirkî nîvî jî Kurmancî ye |
|
180. (bnr: format heval) |
|
185. gotinên ku watêyên pir kûr têde hene.. |
|
187. heta nîveka destî reş nebît tama devî xweş nabît. |
|
198. (bnr: miriye lê nanê saxan dixwe) |
|
213. (bnr: heyfa gêncbûnê, di pîrbûnê de peyda ye) |
|
214. (bnr: bext u bawerîya turka tuneye) |
|
215. piştê tirrê kezî kurrê. |
|
219. (bnr: mirin dîkê spî ye, li ber deriyê herkesî ye) |
|
220. (bnr: mala bavê meydanê mala mêrik zindanê ) |
|
221. (bnr: elimî ji cehimî xirabtir e) |
|
237. (bnr: kird masî yo, kirdas boçikê masî yo) |
|
238. Bedewiya mirov fam û feraseta mirov e. |
|
255. (bnr: ê xwe bigirîne bila hevalê xwe negirîne) |
|
256. (bnr: bi tir û fisan tenûr germ nabe) |
|
260. (bnr: bêhna fisa her kesî pê xweş e) |
|
261. min ji pîrika xwe seh kir.malê têr a kevanekî wek şêr a. ji alîye meletî. |
|
262. -xurînî du parî, taştê tu heta dikarî, firavînê bide alî, şîvê dixwî naxwî tu dizanî -nok çûne bajêr bûne leblebî -bo xatirê gulê dirik dikeve paşilê çavkanî: serhednişîn |
|
263. mezinan ji me re hin gotinên wisa hîştine ku di wan de wateyên kûr û dûr hene. mînak vê gotina estetîk û ji estetîkbûnê jî zêdetir xwediyê wateyek kûr: |
|
264. (bnr: ser tilî hirve, pişt pehnî wirve) |
|
265. (bnr: nalbend li xwedî dinihêre hespa wî nal dike) |
|
270. "Ji xelkê re yar in, Ji hev re gûr û mar in" |
|
272. ji qûnê da tir nasekine=agzında bakla ıslanmıyor |
|
273. tira dîya xwe venaşêre=agzında bakla ıslanmıyor |
|
274. ji mirûzê wî gû dibare= karadenizde gemileri batmak |
|
276. (bnr: zan zan e, ma nezan çi zan e) |
|
277. (bnr: ker nebû afir çêdikir) |
|
278. (bnr: Seba xatirê xatiran mirov diçe ser dînê gawiran) |
|
279. Dikina mariyon didina bar dariyon. |
|
280. (bnr: Bi zimanê xweş, mar ji qulê derdikeve) |
|
281. (bnr: mêr û zilam derew e, jin qelew e) |
|
282. (bnr: ne çixara li ber bayê, ne kutana li nav kayê) |
|
283. Gotinekî kalkêminê rehmetî bû, rehmetî xwedê rehma xwe lê ke mêrikek wekî feylezofek bû... |
|
285. (bnr: kula minê, li ber tifika minê) |
|
286. ker û kor ji hev dibehecin. |
|
287. (bnr: ji pelî velî, ji velî pelî derdikeve) yanî; zarokên kesên xerab, dikare bibe kesên baş, zarokên kesên baş jî dikare bibe kesên xerab. |
|
289. mişk di qulêde derbas nabe kundir bi qemçika xweva datîne |
|
290. (bnr: Dê û dota şer kir bêaqila bawer kir.) |
|
291. (bnr: dê bibîn û dotê werîn) |
|
295. gotinên di sernivîsa gotinên pêşîyande gelekin. |
|
300. (bnr: deyn bi danê rê bi çûnê diqede) |
|
301. (bnr: an naçe aşê an diçe aşvan dikuje) |
|
306. gotinên kû aniha dîya min mînakeke ji wan ji bo birayê min bi kar aniye ne :ez dibêjim nêr e,tu dibêjî bidoş e. |
|
311. te tirşik dî bixwe, te tirşik dî binûse. |
|
312. Mar ji pûngê aciz e. Pûng diçe li ber qula mar de şîn dibe. |
|
313. Ji xelkê re jîr e, ji xwe re kwîr e. |
|
314. Gava hinek meriv ji jînbavan gazinan dikin ji bona zarokén héwéyen wé pîrek wî gotinî dibéjin; Panîa min li ser wan ne buye xwîn, ez li ser wan nakim gîrîn û şîn. |
|
315. Jin bavê! Jin bavê! Ez birçî me ber dolabê. |
|
316. (bnr: paşîpenîya min zikê te be) Ku du mirov hev ra dikevîne munaqaşayê yek yekî tehdît bike yê/ya din jî dibêje: De bike em te bibînin. paşî penîya min zikê te be. |
|
318. "Dê û bava hezar tillê dikevin" Maneya "tilîyê desta hemu ne yekin" eynî ye. An jî: Memed Uzun jî nivîskarê Kurd e û Muhsîn Kizilkaya jî. êê pîr û kalên me zehv xwaş gotîne. |
|
320. -Şêr şêr e çi mê çi nêr. |
|
322. (bnr: kitik ne li male , mişk evdirehman e ) |
|
325. Kerê barê te ne li ser be nebêje "çoo" * |
|
327. (bnr: ava xwestî naçe hestî) Hefteyek ewil hevalekî min ê xelqê xîzana bedlîsê hînê min kir. Dibê ku yekî av xwestîbe, bi formalîteyê dirêjê merivê civakê dike. Ahan wira da yek jê re bêje "ava xwestî naçe hestî." ew gotina, li ser qenepeya xwe dirêj dike û kefa xwe dinhêre * Yanî dikeve şuna "afiyet be bavo, te xastîye, tê vexwî" |
|
328. "Birçîbûna axa mirovî, ji têrbûna axa xerîbîyê çêtire.". Ez vê gotinê heta xewnên xwe heta ew wêneyên ku me di dibistana seratayî de çêkirî hîs dikim. Erê willah le'net bît vê devleta ku me ji gûndê me ji evînêt me ji çanda me dûr kirî. |
|
329. (bnr: kerê nemire heta qîfar çêbe) |
|
330. (bnr: malika pîrê stara pîrê) |
|
331. (bnr: ji nefsê kete hepsê) |
|
333. gotinên yek ji wan jî eve dibe biwêja pêşîyan bejî * |
|
334. (bnr: xûyê şîrî heta pîrî ye) |
|
336. (bnr: Mirî tira nakin) |
|
338. roj bi rîtinê naçê ava. |
|
339. Kerê digot dahşikek min çêbibe wê barê min sivik bibe lê yêm lê kêm bû. (bnr: Gotinên ca min) |
|
340. ez kor tu kor icar wê kî here jor?, |
|
341. (bnr: şûna şêra kundê kor e) |
|
342. 'Bi gotegot meriv naçe cot ' |
|
343. (bnr: jina fedyok bi gundekî, mêrê fedyok bi kundekî) yan jî |
|
344. (bnr: kurmê darê ji darê ye) |
|
345. Aqilê sivik barê girane. |
|
346. (bnr: nefs hemû kes, lê libas ne herkes) |
|
348. (bnr: Gava mirtib birçî dibin dawata tînin bîra xwe) |
|
349. (bnr: piştî kemalê re zewal e) |
|
352. (bnr: piçûkê malê kûçikê malê ye) * |
|
353. (bnr: Çavê xwêyan li biraye çavên bira li çiyaye ) Versiyonek din jî heye lê ez nebêjim wê çêtir be * |
|
354. (bnr: Zengîn dikire dibêjin ser xêrê bi , feqîr dikire dibêjin te ji ku anî ) |
|
355. (bnr: mer bêxwedî dibe jar dibe, jin bêxwedî dibe har dibe) * ecêb.. |
|
358. (bnr: destek destek e du dest dawetek e) |
|
359. (bnr: Piranî mêraniyê dikuje ) |
|
360. (bnr: berfa hûr avêt ranê stûr) (an jî Berfa hûr, xwe davê rana sitûr) |
|
361. (bnr: kor korê xwedê ne, nîvkor emelê dinê ne) |
|
362. (bnr: mirî bixêr be mirîşo bixwe tê) (bnr: mirîşo) |
|
363. (bnr: axrî aqûbet heta devê gorê) |
|
364. (bnr: Xelk ji te re malê nake) |
|
365. Çiyayê millan zozan e. Lê derdê mihan şivan e. Ha şivan e. |
|
366. Tirs bavê gur e. |
|
367. (bnr: dê weledan şer kir, bêaqilan bawer kir) (bnr: heçî xurtî biçe mazî nanêre ervazî) |
|
368. Tu min bixwerînî ez ê te bialîsim! |
|
369. (bnr: ferqa biwêj û gotinên pêşiyan) not: entrya jor biwêj jî nîn e, de neyse... |
|
370. (bnr: Xuyê şîrê heya pîrê ) |
|
371. (bnr: rast û ristî, xwehr û şikestî) (bnr: ji milkan, nextan û xanîyan netirse) |
|
372. (bnr: heke li we xweş e li me bîst û şeş e) |
|
374. (bnr: pÎrê nemire bihar tê ,kero nemire qîvar tê. ) |
|
376. Gava ku nêçîra min tê, gûyê tajîya min tê. |
|
377. (bnr: çêleka rîxo garanekî dilewitîne) (bnr: taştê bixwe heta tu dikarî, firavînê bide wî alî, şîvê bixwî nexwî xem nake) |
|
378. 'Xwarin xwarina Gurcî ye Nav navê Hecî ye.' Dema ku yek bi ser navê yekî tiştekî ji yekî dixwaze mirov dikare vê gotinê ji qulebaz re bêje |
|
379. (bnr: birîna li hevala tîra li kendala) |
|
381. (bnr: nan û jajî kes pê najî) |
|
382. (bnr: tişt zêr e xwedî pê re) |
|
385. (bnr: şahidê rovî dêla rovî ye) |
|
386. Heft kurê pîrê hebûn, ya herî baş qûna xwe dida. |
|
388. (bnr: kerên sist tirê şidiyayî dikin) |
|
392. (bnr: siba xweş di sibê de xweş e) |
|
393. (bnr: hesp dibeze sîyar pesnê xwe dide) |
|
394. Ku hebe barê ker e, ku tune be xirê ker e. |
|
396. (bnr: mehr şîrîn e) |
|
397. ku poşmana gû xwariba, gû di tiwaleta de nedima. |
|
398. Heke ne mêre Kerê nêre Berde bila biçêre |
|
399. Çavê kor, hêstirek jî jê bê baş e. |
|
400. Kevirê havînê bavê binê kadînê Şalê min li xweke tir û fisa pêde neke Heft sala çû seferê hate dîsa kerê berê Dîkê çê di hêkê de bang dike Me xwedî kir bi gûhana ji me sitendin bi navrana |
|
402. tu kuçik biqusînî jî nabe tajî |
|
403. Têgeha ku min gelek mînakên wê bihîstine lê yek jî di bîra min de nemaye. Ez pirr aciz dibim ji ber ku di bîra min de namînin. |
|
406. bila diz hebin şevereş gelek in. bila mirov karekî bixwaze çebikê, dem pir e. dil hebe her tişt tê holê û her pirsgirêk çareser dibe |
|
407. ku dehşikên meriv hebin barê meriv li erdê namîne (li ser zaroka hatiye gotin, kesê zarokên wan hebin karê wan diqede, çêdibe, tenêbûn ne baş e) |
|
408. Hebekî zayendperestî filan tê de heye lê tê bîra min hevalê min digot: " tu beranî lê heyfa te mîya qoçê te şikandine." |
|
409. Destê ret li ser dilê rihet. Ret yan jî raet, westandî, westayî, yorgun. Ku meriv biweste, westandî be, wî destê meriv ret be lê wê dilê meriv rihet be, ji ber ku meriv karê xwe kiriye. |
|
410. Ji bo mirovên dinyanedîtî "nedît nedît di xwe de rît" |
|
411. (bnr: agir berda kayê, xwe da ber bayê)* |
|
412. Di strana (bnr: kazo) de derbas dibe belam haya min jê nîne ku gotinên pêşiyan e an gotinê kazo ne lê divê êdî mîna gotinên pêşiyan bê hesêb.
"Nêçîra teyrê baz bûm lê kundê kûr ez dixwarim."
Yanê dibêje ku hêza min beramberê teyrê baz bû lê neçariyê ez kirime xwarina kundê kûr.
Stran:
vîdyoyê veke
|
|
414. (bnr: qûna ku bêje ez ê birîm wê birî) |
|
416. (bnr: kevir di cihê xwe de giran e ) |
|
417. (bnr: zarok fêkiyên mala ne) |
|
418. (bnr: nan hat quran hilhat) |
|
419. (bnr: pîrê yeqîn nekir mêr biki de'wa heştik û heftika dike ) wate kör istedi bir göz allah verdi iki göz |
|
423. (bnr: Kerr e binger e) |
|
425. (bnr: Sal bi sal xwezî bi par) |
|
426. (bnr: ro bi ro xwezî bi do) |
|
427. (bnr: Silav li mîya ye, ne li rûya ye) kalê min her dem digot ev temiya. Ji bo hilbijartina hevalê qenc wiha digot. |
|
429. Gulanê ba çêtir e ji baranê. Ev gotina çend roj berê dema ku bavê min bi telefonê xeber dida bikaranî û min jî li ba xwe qeyd kir. Bi minasebeta meha gulanê jî ez pir watedar dibînim. Nîşe: bê destûr kopîkirin qedexe ye * |
|
432. (bnr: Mineta li der, xwelî li ser) |
|
433. (bnr: yê ku dixwaze rû kî rûreş e yê ku nade jî deh rûya rûreş e) (bnr: nanê xu nexine hebana hevala paşê pey negerin) |
|
434. hesnê kêrkê, gûyê li ser bêrkê.. iyi parti û mhp çi ne? hesnê kêrkê, gûyê li ser bêrkê ne. bi tirkî ayni bokun laciverti. |
|
435. ya mêrek çê ya çiyakî asê bir kahraman yada güzel konumlu bir mevzi helbet bi vê gotinê pîroz bûna çiyan jî tê seh kirin. |
|
436. Mala min tewla te ye - yanê tu kengê bixwazî dikarî werî mala min û çiqas bixwazî dikarî bimînî, ne hewceye tu bipirsî |
|
437. Suhbeta bi hevalekî re ev gotinana xist tûrikê min: - Ji xelkê re vir û vir diwo(dibe) Ji me re serê vî girto - Yê mala meriv xera dike derew Yê dilê meriv rehet dike dew |
|
438. Sê exmeq hatîne dinê. Yê ku di evrazan de dikişîne titûnê, yê ku şev dide rê bi tenê, yê ku mala xwe dibe ba malbata jinê. |
|
443. (bnr: kevir kêlimî, ew nekêlimî) |
|
444. jina fediyokî bi gundekî ,mêrê fediyokî bi kundekî. |
|
446. *ters, mergê lûwe ro. (Tirs, mirina gur e.) *Hag yeno qin ver to dima vanê karê xo bikerê .(hêk tê ber qûnê tu hîn dibêje karê xwe bike.) *Şarî re moz o, ma re xoz o: yanê şarî re çim akerde yo la xo rê jî gêj o. *To qertel, dar ser ke wişk(te qertel li ser darê hişk kir): yanê to îş û gure kena zor. *Ma wayirê heran nêgenî, wayirê hespan jî ma nêgenî.(em xwediyê keran nagirin, xwediyê hespan jî me nagire.) |
|
447. Li ser rêya xerab ranekeve, xewnên nebaş nebîne. Wate, di rêya nebaş de nemeşe, bila tiştên nebaş neyên serê te. |
|
448. "Bûkê heft xwesû kuşt, ji dengê biq biqa cer xwe tirsand." Gotinek ji hêrema Omeryaye ji gundê meye. Çîrokek wê jî heye. Wateya wê jî, kesên ko xwe gelekî tirsonek radikin bi rastîyetê de ne ewqasî bi tirsin. Carnan hin tevdigerên xwe de vê eşkere dikin. |
|
449. (bnr: destê vala li ser zikê birçî ye) |
|
450. (bnr: xewa miriyan tê xewa birçiyan nayê) |
|
451. "Bûkê heft xwesû kuşt, ji dengê biq biqa cer xwe tirsand." Gotinek ji hêrema Omeryaye ji gundê meye. Çîrokek wê jî heye. Wateya wê jî, kesên ko xwe gelekî tirsonek radikin bi rastîyetê de ne ewqasî bi tirsin. Carnan hin tevdigerên xwe de vê eşkere dikin. |
|
452. (stur: Gavan ber bi mal bû, Jina gavîn bi şixûl û bi kar bû .) |
|
454. Şor bû, şorbe nebû. Di vira de şor bû, yanî axaftin bû, Rihayî ji axaftinê re şor kirin dibêjin. Îro hevalekî Rihayî vê gotina pêşiyan bikar anî, min jî qeyd kir. Em li ser wateya wê jî hinekî rawestiyan lê me tiştekî teqez negot. Gelo kesekî ji aliyê Rihayê heye ji me re şirove bike? |
|
455. #134665 şor bû şorbe nebû dema ku karek meriva hebe divê wê karê bikî lê bi axaftinê de bikevî bi kesekî û wî karî nekî dibêjin şor bû şorbe nebû. li vir şorbe nebûyin şibandine karê ku nehatiye kirin . Mînakek : te dît em bi şora de ketin me karê xwe nekir şor bû şorbe nebû. Şor kirin : axaftin , xeber dan , qise kirin |
|
457. Pîremêrd î nemir gotinekî pêşînanî heye ke pêşkeş î êmey kirduwe ellê: le zalim çak e naweşêtewe giya le ser bincî xoy errwêtewe hîwa exwazim kurmancîjêrînîş/soranî çalakî hebê û zimanî kurdî be pêştir bikewê bijî zimanî şîrîn. |
|
467. min jê dayika xwe bihîst û gelek kêfa min jê re hat. mêvan ji mêvanan ne xweş e û xweyê malê jî ji her duyan ne xweş e |
|
469. Beza pisîngê, heta kadînê Meriv çiqas ji tiştekê bireve dê taliyê bi wê tiştê re rû bi rû bimîne. |
|
475. Min neka di Facebookê de bi soranî vê gotina dît: قسەی خۆش بەهاری دلانە Ji bo kesên nizanin alfabeya erebî: Qisey xoş beharî dilan e. |
|
477. Adarê, berfê dayê heya guliya darê, nema heya êvarê.(04.03.2022 - dêya min) Bi minasebeta berfê, serma û seqemê dêya min vê gotina pêşiyan gotibû û min jî qeyd kiribû. Min xwest di vira de jî par ve bikim ji bo ku wenda nebe. Edît: şaşiyên nivîsê û lêzêdekirin |
|
479. (bnr: Destê betilî li ser zikê têr e. ) Gotina ku min îro ji devê pîrka xwe bihîstîye. Dema şîretan li ser xwendinê û pêdivîya pîrekan bi xwendinê kir şitexalîya xwe bi vê gotinê xilas kir. |
|
481. Xebat çek e bin milê xwe ke, kelîya pêwîst bû pê bike. Dema heye şilik û milik, go nîna keder u kulik. Xebat bike ji asas de dil nekê waswas. |
|
482. Xwarin gend û gû ye, şûştin reng û rû ye. |
|
483. Agir gula zivistanê ye. Çavkanî: helbesta befir barî a Perwîz cîhanî, kovara Nûbiharê, hejmar 158, rûpel:46 |
|
485. ~Ga li Garanê digere , hemserê xwe dibîne ~yarê dizane yaryemanê nizane |
|
486. (bnr: ji xelkê re masîgir e ji xwe re kosîgir e) (kosî= kîso, kêsî, kûsî) |
|
488. (bnr: kurmancê têr e xew jê re xêr e) ger piştî şîvê xewa kesekî tê wiha dibêje. Piştî demekî kesên şîv nexwarî jî wiha digotin: Kurmancê birçî ye xew jê re çi ye |
|
489. Versiyonek din ya peyama jor heye (bnr: kurmancî birçî ye mirin para wî ye ) |
|
490. Hin gotinên pêşiyan îro bêwate an jî ne li gorî cîvaka îro ye. wekî; Dera ku jin xera nekiriye, hîn ava ye. Mêvanê yekî, mêvanê gundekî. Bêyî şêx û pîr meçe dîwana mîr ku tu nekevî rewşa feqîr. Nan û pîvaz heye, nexweşî dibe çavreşî. |
|
491. "Hegera Ûsiv di destê birayan de ye." Yanî eger nedîyarîyek hebe û tu ji kesê/a li hemberê xwe bi guman î ev gotina pêşiyan tê gotin. Diya min tim ji min re wiha digot. |
|
492. Bira li çaristanan be, ne li goristanan be Bira : bila Çaristan di wate ya "cîhê dûr " de hatiye bikar anîn. Ji gotinê mebest zindî be bila li dûr be . |
|
493. (bnr: qûna rûniştî xweş tê govendê) |
|
494. kur dil e nevî kakil e.
çavkanî: bernameya ava media a bi navê gotinek û xelatek, xeleka 12
vîdyoyê veke
|
|
495. ez çûm hema , bextê min ji min nema! Anku tu çi karî bike , tu bi ku de biçe bextê te tê dîsa xwe nîşan dide |
|
496. Raket germika , rabû sermika Anku karê xwe di wexta xwe de nekir , hîşt rojên dijwar re . |
|
497. (bnr: bira biratî bazar cudatî) Ger du kesên nêzî hev tevahî kar bikin hewce ye têkiliyên xwe yên din û karên xwe cuda bigirin. Herêm: serhed |
|
499. (bnr: mîr jî dimire evdalê pîr jî dimire) Wate: dinya mirin e, xêra milkê dinê tunne. Mînak: perê min tunne ye lê tiştek nabe mîr jî dimire evdalê pîr jî dimire, were em herin kebabekî bixwin. |
|
500. "Jiyana rojekîye bi rûmet, ji jiyana salaye bi koletî çêtire." "Kurdiya şaş ji çêtire tirkîya baş." |
|
501. nû hatin,kevn xelat in..li serê bifikirin.. |
|
503. (bnr: ku meriv masî bigire delingê meriva şil dibe) Wate: mirov ku karekî bike, hewceye her tişti bide ber çavê xwe. |
|
504. (bnr: dinya ji meriva re bibe kes, meriv nabêje bes) Wate: çiqas nasên mirova hebe hew qas jî meriva re xweş tê û hêz dike zêdetir nas çêbin. |
|
505. (bnr: guyê hişk bi yekî re nazeliqê) Bêbextiyên vala bê bingeh serê mirov naêşînê, hêjakêm nake. |
|
506. (bnr: malê axê diçe canê xulam pê zer dibe) |
|
507. (bnr: Golikekî vijoker garanekî bi xwe re diherimêne) Nebin golikê vijoker û me jî bi xwe re neherimênin!!! |
|
510. Min li derekê xwendibû û di deftera xwe de nivîsandibûm. Wusa bû û rast e alaqa feodal bi pê re nîne. Min jî niha ferq kır. |
|
512. "Das li ku tirr li ku!?" Di rewşên ku tiştekî bê minasib bê kirin û gotin da tê gotin. |
|
514. (bnr: Çiqas pir dibin hewqas bê sir dibin) |
|
516. Le qatir pirsîn kî bawgide? Wet esp xalûme. - Gotinên pêşiyên kurdên feylî Yanê ku "Ji qantirê pirsîn: Bavê te kî ye? Got: Hesp xalê min e." |
|
517. ji ber ku di zimanê me de têra xwe hene, hejmara wan zêde zêde ye, îcar li ser dewlemendiya wan ev yek tê gotin: pêşiyan ji paşiyan re tişt nehiştine, her tişt gotine |
|
518. Sal bi sal xwezî li par (Ro bi ro, xwezî li do) -Ji bo tiştên çiqas diçe xerab dibe re tê gotin. |
|