Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap-Yayın

qesra balindeyên xemgîn

 Bextiyar Elî

 Besam Mistefa

 avesta


 2009


 kurmancî

 soranî

 416

 roman

 2014.12.07 11:21

 simurg56

 Sewsen Fîkret, keçeke ciwan, bêyî ku çûbe derekê wir dizane, dinyayê ji kitêban dinase. Hemû jiyana xwe li kitêbxaneya bavê xwe derbas dike. Mensûr Esrîn, xwendekarekî gênc ê zanko, xortekî romantîk… Kameranê Selma, kêrkêşekî jîr, xortekî çavsor… Xalid Amûn, ji eşîrek mezin, tolazekî dewlemend… Mensûr, Kameran û Xalid, her sê jî aşiqê Sewsen in. Lê ji bo zewacê ji her sêyan re jî şertekî wê heye: gerek e biçin, 8 salan li dinyayê bigerin, teyr û balindeyên ku kêm tên dîtin bibînin û bînin. Ewê dawî qerara xwe bide, ji her sêyan yekî hilbijêre û pê re bizewice. Her sê aşiq jî soza xwe tînin cih, her yek bi sedan balindeyên rengîn û nenas re vedigere. Sewsen Fîkret, hemû balindeyan li malekê kom dike, navê mala wê dibe; Qesra Balindeyên Şîn. Lê ne ew kesên berî 8 salan e, ne şar eynî şar e… êdî sal di ser Enfalê re çûne, tu hebûna be’siyan li welêt nemaye, hêdî hêdî dengê şerê navxwo tê. Bi şerê “birakujiyê” re rengê qesrê diguhere, dibe; “Qesra Balindeyên Xemgîn”.


qesra balindeyên xemgîn - Tirşik

qesra balindeyên xemgîn


1. Sed heyf ku ez heta rûpelê 200 û tiştekî hatim û min di otobosê de ji bîr kir ev pirtûk. Meraqa min heye ka gelo niha karekterê min jê herî zêde hez kirî Kameranê Selma çi kir bi ku de çû. Ya rast parêzvanê Kameran, Mengurê Babagewre ku ne ji ber tolazî û kêrkêşiya Kameran lê belê ji ber wê cûreyê mêraniya bi wî re dîtî jê hez dike çi dike. Romaneke pirr xweş e di demek nêz de ezê peyda bikim lanet li wê otobosê be nizanim kî yê çi bi pirtûkeke bi Kurdî bike li vê Elmanyayê, ji kîsî min çû werhasil



2. Dema ku min pirtûkê qedand, serê min de fikrek peyda bû: Bextiyar Elî ji Ehmedê Xanî pir sûd wergirtiye û rind jî kiriye. Mînaka herî berbiçav Memê Alan a Xanî û Mensûr Esrîn a Elî. Di wan her duyan de jî guhertineke ruhî çêdibe, evîna wan ji ya mirovî ber bi xwedayî ve vediguhere.



3. pirtûka Bextiyar Elî ye ku van rojan li xeribiyê, li Moskovayê dixwînim. Tehma xwendina pirtûkên Kurdî li xeribiya gelekî xweş e. Ti derd û kulê mirov namînin. Destpêka pirtûkê gelekî xweş bû yanî min kişand nava xwe, lê belê ji dersan mixabin nikarim wilo bi rastî jî bikevim nava pirtûkê. Her tim spartek û tiştên ku divÊ BÊN KİRİN TÊN BÎRA MİN.



4. Pirtûka ku piştî xelas kirinê min dîsa dest pê kiriye, têr nebûm... Jixwe nameya Mensûr... Mensûra xwesteka min gerîna dinyayê dîsa xist bîra min, xiste serê min ku ez nikarim li cihekî ji bo demeke dirêj bimînim. Lê xwezî yek jî wek Sewsenê derkeve û ji min re bêje here gulêê, here û nevegere...



5. min hê nexwendiye. demek e dirêj e dibêm ez ê bixwînim lê keysê lê naynim bi tu awayî.



6. Pirtûka ku bi kurtasî analîza kurdistan û rojhilata navîn dike ye. 2 sedem dide ber xwedevanan ji bo paşvemayîna kurdan re.

Yek nexwendin e. Li vir pirtûkxaneya sewsen fîkret evê sembolîze dike. Ya duyemîn jî dinyanedîtin û ji herem û welatê xwe wêdetir tu welat, çand û xelk nasnekirin e. Sewsen wê dibîne û dibêje eger ev miletê me welatên din bizanîna û naskirina wê wan dev ji wan nakokiyên beredayî yên navxwe de berdana.
Di novelê de pir sembol hene û divê pirtûk yek caran zêdetir were xwendin.



7. Pirtûka ku qulipandine ser şanoyê û lîstikek jê derxistine. (bnr: Huseyin Umaysız), (bnr: Alan ciwan), (bnr: Mesut Arslan). min pirtûkê nexwendiye. Bêyî xwendinê, ez, û hevalekî min ê xwedî kurmanciyekî qels em çûn, me lîstikê temaşe kir. Gelek kêfa’m jê re hat. Muzîk, materyal û alawên li sehne bikar anîne pir serkeftî û Aliyê teknîkî ve ewropayî bû. Alan ciwan û xezal redkanî dilîstin. Alan, ez pê hesiyam pênc sal e li berlînê dijî. Wek komeke gerok a şanoyê hatine bakur û li wan, batman, îzmîr, enqere û stenbolê dilîzin. Niza’m amed jî tê de ye an na.

gupgupa dilê lîstikvana bedew (yanî sewsen) ji pişt pêsîrên wê ên gewr firya, ket salonê, ji wir hat, ket sînga me, xwe gihand dilan (ne mecazî), û çend hêsiran ji çavan anî xwarê, mîna balindeyên di bin tiliyên sewsenê de.



8. Yek ji favoriyên min e, Dil dixwaze dîsa bixwîne.



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 97.5
pûanê bide pirtûkê: