237
2021.05.16 00:31
Komediya Mirovahiyê yekem romana William Saroyan e ku çîroka malbateke Amerîkayî ya di dema şerê Cihanê yê duyem de vedibêje. Bi taybetî serpêhatiya Homer Macauleyê ku peyamnerê herî xurt ê Newala San Joaquin e. Komediya Mirovahiyê ya ku serdanpê bi dilgermî, kêfxweşî û bi mirovahiya William Saroyan rapêçayî, bi çirokên ku dê tu carî neyêne jibîrkirin dagirtî ye. Homer beşdarî pêşbaziyê dibe, Ulyssesê biçûk di dafika di dikana Covington de asê dimînê, kevnetêlgrafvan Willie Groganê pîr ku peyamên rastî û tûj ên hezkirin û hêviyê; ên jan û mirinê radigihîne. Dilê Spangler bi hezkirina hemû cihanê û hemû jîndaran dagirtî ye. Marcusê birayê mezin ê Homer leşkerekî li trênê siwar û ji mala xwe gelekî dûr distrîne. Romaneke dema şer a li devê deriyê malê û biserketî her wiha dilnizmiya mirovên ji rêzê. Komedîya Mirovahiyê bi wergera serkeftî ya Aydin Rengîn li warê bav û kalê Saroyan vegeriya.
1. Komediya Mirovahiyê yekem romana William Saroyan e ku çîroka malbateke Amerîkayî ya di dema şerê Cihanê yê duyem de vedibêje. Bi taybetî serpêhatiya Homer Macauleyê ku peyamnerê herî xurt ê Newala San Joaquin e. Komediya Mirovahiyê ya ku serdanpê bi dilgermî, kêfxweşî û bi mirovahiya William Saroyan rapêçayî, bi çirokên ku dê tu carî neyêne jibîrkirin dagirtî ye.
Homer beşdarî pêşbaziyê dibe, Ulyssesê biçûk di dafika di dikana Covington de asê dimînê, kevnetêlgrafvan Willie Groganê pîr ku peyamên rastî û tûj ên hezkirin û hêviyê; ên jan û mirinê radigihîne. Dilê Spangler bi hezkirina hemû cihanê û hemû jîndaran dagirtî ye. Marcusê birayê mezin ê Homer leşkerekî li trênê siwar û ji mala xwe gelekî dûr distrîne.
Romaneke dema şer a li devê deriyê malê û biserketî her wiha dilnizmiya mirovên ji rêzê. Komedîya Mirovahiyê bi wergera serkeftî ya Aydin Rengîn li warê bav û kalê Saroyan vegeriya.
Ji bo danasînê lînka Jûra Pirtûkan a kanala Çil Fîlmê ya li ser youtube:
vîdyoyê veke
|
|
2. çend sal berê qismet bûbû û min ev romana dilrehm xwendibû. piştî diqede, mirov bi bişirekê dimîne û bi kêfxweşî li kitêbê dinêre. wergera wê ya kurdî jî serkeftî bû. romana hubert selby jr. last exit to brooklyn* jî piştî şerê cîhanê ya duyem rewşa brooklyniyan vedibêje ku berevajiya komediya mirovahiyê ye; tê bêjî voldermot an jî gargamel bûye hikumdarê wê derê û hemû xerabî ji pandorayê derketiye. dema min a duda xwend û xelas kir, yekser vê romana saroyan hatibû bîra min û min xwe bi xwe pirsîbû: kîjan derewçî ye? |
|