122
2021.05.09 13:39
Bi hejmara xwe ya yekem, em li pêşberî we ne. Demeke diriej e ku me dixwest em bi zimanê xwe ê şîrîn, kovareke xwerû bi kurdî û kurmancî ya felsefeyê biweşînin, lê mixabin heta a niha me îmakaneke wiha peyda nekiribû. Lew re ev daxwaz wisa demeke dirêj, di hişê me de weke xewnekê mabû. Lê qasî beriya du-sê mehan me biryara xwe da ku em kovareke felsefeyê ya xwerû bi kurdî biweşînin. --- Kovara Felsefevan, dê di sê mehan de carekê biweşe û di her hejmareka xwe de, em ê herî kêm li ser du mijarên bingehîn (dosyeyan) rawestin. Herweha, em ê cih bidin mijarên mîtolojî, civaknasî û psîkolojiyê û têgînên felsefî jî. Belam, mijarên civaknasî û psîkolojiyê, dê betir mijarên destpêkê bin û armanc, dê nasandina wan zanistan be. Weke din, em ê bi berfirehî li ser mijarên felsefî rawestin.
1. malpereka bi felsefé ve mijûl dibe û vé yeké jî bi kurdiyeka qenc dinivîsin. ji bilî kurdî tu zimanén din bikarnaynin. ji ali komek hevalén dilxwaz ve hatiye afirandin û bi rék û pék didome |
|
2. (bnr: ali gurdilî) |
|
3. rûpeleke ku ez di facebookê de dişopînim e. malpera wê jî heye. bi rastî bi zimanekî zelal, ji jîyana felsefevana bigire heta ramanên wan, qal dike. |
|
4. malpereke pir bifêde ye. lazim e malperên wisa zêde bibin lê berî zêde bibin divê ên ku li ser kurdî dixebitin û qîmet didin van tiştan zêde bin. |
|
5. mE BIHÎST KU RÛPEL VEDIGERE KOVAREKÊ, LÊ EVÇENDEKE DENG JÊ DERNEKET. |
|
6. Malpera kovara felsefevan e. |
|