Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

peau noire, masques blancs

 Frantz fanon

 

 Metis


 1952


 Tirkî

 Frensî

 184

 Lêkolîn psîkolojî

 2021.04.30 16:26

 rizgarm

 Fanon li ser rewş û derûniya reşikan berhemek bêpayan amade kiriye. Lê ez ne bawerim tenê ji bi reşikane. Ji bo hemû beteweyên bindest pirtûkek bêhempa ji me re hiştiye!


peau noire, masques blancs - Tirşik

peau noire, masques blancs


1. Fanon di "çermên reş, maskeyên spî" de çîroka me ji me re dinehwirîne. Lê ne bi serhildaniyek tund ne jî bi giriyek dilsotîner. Mîna hebûnek xwerû hemû rastiya me li pêşberî çavê me radixe. Ku em qebûl bikin jî nekin jî ewê wer li ber çavê me be. Lê her rastiyê wisa tûj û mezinin ku ne qebûlkirina wan ne neqebûlkirina wan hêsan û pêkan e. Di her peyv û hevokê de ez û der û dora min, neteweya min, yanê bi kurtasî reşikên me yên ku li maskeyên spî digerin hate ber çavê min. Pirtûk weke tezekê ji bo lîsansa bilind hatiye nivîsîn. Lê ev berhema qedirbilind qebûl nekirine. Piştî wê mîna pirtûk hatiye çap kirin û li gelek zimanan gelek caran hatiye çap kirin. Nivîskar bi şarezatî û zanetî pirtûk bi berawirdkirina qîmeta zimanê serdest û bindestan dide dest pê kirin. Û rewşa jina reşik li hember mêrê spî (ku mîna diyariyek tê dîtin) çiye, rewşa mêrê reşik li hember jina spî (ev têkiliya gelek caran ne pêkane) çiye, nêrînên li ser merivên reşik çiye, derûniya merivên bindest çiye û psîkopatolojiya reşikan raberî me dike. Meriv bi rastî fikrên hevpar yên derheqa bindestan (ku bindest çawa û ji bo çi bindestin qet ferq nake) de şaş dimîne. Hemû jiyana meriv de bûyerên heman reng bi hûrgulî derbas dibe ji ber çavan. Ne pir dûr, ez mîna xortek ji gotin û ramanên fanon mînakan tînim bîra xwe: Dema zaroktiya me de ji bo betlaneyan zarokên metika min ji bajêr dihatin gund. Ango ji stembolê meriv û xizmên me dihatin. Me bi kurdiyek bê qîmet qise dikir û wan jî bi tirkiyek bêpayan ji qatên jor bi me re qise dikirin. Ez baş dizanim wan ji ber ku kurdî nizanîbû qet nerehetiyek hîs nedikir. Lê ez ji ber ku tirkî nizanibûm gelek aciz dibûm û min xwe mîna bêzimanan hîs dikir. Min hewl dida ez bi tirkiyek baş an xerab qise bikim lê ew ji tirkiya xwe danediketin jêr. Ji malbata me jî tenê yên bajar dîtibûn tirkî zanîbûn. dema bi van mêvanên me re tirkî qise dikirin me digot qey qur'ana pîroz dixwînin. Dema yê malbatê weha tirkî qise dikirin di çavê me de mezin dibûn. Mezinbûna wana di çavên me de ne ji ber zanebûna du zimanan bû, ji ber ku bi tirkî zanibûn! Heta meseleyek me heye li ser vê mijarê. Beriya meselê efûkirina xwe ji we dixwazim û heşayê cimhatê* rojek ji rojan ji erxenî metika me û ji amedê amojina me tê gund. Kurê metika min bê edebiya dike û ji amojina min re bi tirkî dibêje "tu gûyê min bixwî". keça apê min dibêje "ê amojinê ma ew ji erxenî hatiye, bajariye bixwe ma çi bûye" amojinê hew debar dike û dibêje "ma qurban tew ez ji amedê hatime, heke pir xweş e tu û ew tev yê min bixwin"*** Xwe biçûkdîtin, kêmdîtin di zarokatiyê de ketiye binhişê me û mixabin ji bo paqijikirana wê jî gelek wext û xebat divê. Heta zehmetiya me dibe du qat û sê qat. Ji ber ku em bi wan zarokên bajarî û malbata xwe jî divê bide zanîn ku zimanê me ne kêmî tu zimana ye!



    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: