Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Esmer Yayınları
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
MELSA
Metis
morî
Na
Navis
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

Sapiens

 Yuval Noah Harari

 Ertuğrul Genç

 Kolektif Kitap


 2021


 Tirkî

 Îngilîzî

 413

 Zanistîdîrokerdnîgarî

 2021.04.29 20:19

 merwano

 Berî 100 hezar salî li cîhanê herî kêm 6 cûreyên mirovan hebû. Îro tenê yek ji wan mayî ye; Homo Sapiens.


sapiens - Tirşik

sapiens


1. di nav pirtûkên yuval noah harari de ya herî tê nasîn, an jî ez wisa dizanim * yên din: (bnr: homo deus) (bnr: 21 lessons for the 21st century) [spoiler: sapiens, bav û kalên mirovên îro. Ewil ji efrîqaya navîn derket holê û ji wir jî li cîhanê belav bû, berî ew li cîhanê belav bibe, cûreyên mirovne din jî hebûn. mînak homo neanderthal, homo erectus, homo floresiensis û hwd. di nav wan de mîna homo neanderthal bi hêz û girtir tu cûreya mirovan nebû lê tenê homo sapiens heya îro maye, yên din hemû mirin. li gorî hin teoriyan, sapiens ji hemûyan jîrtir, biaqiltir bû ku di şer de dijminê wan têk dibir. ]



2. heta 200 rûpelên pêşîn pirtûk gelek xweş diçû, min di carekî de 200 rûpel xwend lê piştî 200 rûpelê seyra pirtûkê guherî. pirtûk heta 200 rûpelên pêşî bi awayekî objektîf û li gor zanistîyê dimeşiya lê piştî 200 rûpelê êdî nivîskar dixwest fikrê xwe empozeyê me bike. piştî wê demê, ez jê pirtûkê sar bûm. Ji ber ku dema dibînim yek bixwaze fikrê xwe empozeyê xelkê bike jê dûr dikevim. Ji bo 200 rûpelên pêşî bibêjim. pirtûk, pirtûkek nestêle ye. têra xwe xweş û agahîwar e. ji serî de dixwazim behsa serfirazîya nivîskar bikim. di pirtûkeke ewqas zanistî de mirov qet aciz nabe. min bixwe 3 saet ser hev bi baldarî pirtûkê xwend. Jixwe dema em cv-a nivîskar dibînin, pirtûkek wisa asayî dibe. Di serî de pirtûk qala Bing bangê û çêbûna gerdûn û dinyayê dike. piştî hîn agahiyên kurt derbasî homo sapiensê (homo - mirov /sapiens - zîrek) dibe. homo sapiens çi ye, ji ku hatiye, pêşî li ku çêbûye felan. Pirtûk Bi taybetî balê dikşîne ser van mijaran: êrîşên homo sapiensê yên hezar salan, şoreş û werara wan. Her wiha Pirtûk bi mijarên serdestiya homo sapiensan li dij mirovên din, homo sapiens çawa cur-mirovên din kuştine felan me dikşîne xwe. Tiştê ku min jê hez kir, bersiva van pirsan bû: (stur: 1- dînê pêşerojê zanist e? 2- homo sapiens çawa bû kujerê ekolojîyê? 3- homo sapiens çawa homoyên din ji holê rakirin? 4- sed hezar sal berê 6 cure mirov hebûn, niha tenê homo sapiens heye. dê pêşerojê de cureyek din bikeve dewsa me?) Pirtûk qala şoreşa neolîtîkî, çandiniyê û şoreşa zanistîyê jî dike. bi awayekî objektîf bi vegotinek pisporî me di nav agahiyan de winda dike. lê divê neyê ji bîr kirin. Dema we xwend pêşî di hişê xwe de van pirsan bikin. Gelo ev rast e, çawa dibe. ango bi temamî qebûl nekin. her wiha pirtûk qala dîn û netewan jî dike û dînan rexne dike. Tiştê bala min kişand li ser xrîstiyaniyê, bisilmanî û budîzmê gelek rexne hatiye kirin lê di derbarê cihûtîyê zêde tişt nehatiye gotin. Dibe ku tesîra cihû bûnê an jî tirsa xelkê xwe be. Bi kurtasî pirtûk qala ji çêbûna mirovahiyê heta vêga dike. dibe encama perspektîfeke nû ji me re. ger ji min re bibêjin ez pêşnîyarê we dikim. bixwînin û li gor xwe binirxînin û biramin ku mirov gihîştiye asta xwedayî an na?



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 100
pûanê bide pirtûkê: