Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Belkî
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap-Yayın

When Nietzsche wept

 Irvin David Yalom

 

 Harper Perennial


 2010


 Îngilîzî

 

 360

 Psîkoanalîz derûnî

 2021.01.31 20:45

 yûsiv

 Pirtûka ku ji aliyê psîkiyatrê navdar Irvin D. Yalom ve hatiye nivîsandin, qala  pêvajoya tedawîya ya di navbera Dr. Josef Breuer û Prof. Friedrich Nietzsche dike.


when nietzsche wept - Tirşik

when nietzsche wept


1. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê okan ve, li kurdî hat wergerandin. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî-1: #118142
têbinî-2: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



4. Pirtûka ku ji aliyê psîkiyatrê navdar Irvin David Yalom ve hatiye nivîsandin, qala pêvajoya tedawîya ya di navbera Dr. Josef Breuer û Prof. Friedrich Nietzsche dike. Şêwaza ku Irvin David Yalom bi kar aniye gelek zelal, herikbar û hêja ye. Hema hema hemû kesên di pirtûkê de derbas dibin mirovên rast in; Lê çîrok bi hêza pevxistina nivîskarê geş dibe û dixemile. Bûyera vê romanê di sedsala 19a, beriya dîtina zanista psîkoanalîstê, li vîyanayê derbas dibe. Her wiha pirtûk qala mirovên navdar ên vê serdemê jîyaye wekî Josef Breuer, Sigmund Freud, Lou Salome dike. Bi kurtasî dikarim bibêjim ku Pirtûk li bin, lihevanîna nêrînên zanistî û felsefî yên van kesên navdar û Nietzsche bingehî dide û bi vê encamê romaneke rast/xeyalî derdikeve holê. ................... ** wê di nav vê nivîsa jêr de spoiler hebin. Rojekê, jina ku mêran sergêj dike ango Salome ji bo nexweşiya Nietzsche tê li cem psîkolog Breuer. Salome ji breurî re dibêje" Pêşeroja çanda Ewropayê di bin talûkeyê de ye, Nietzsche nexweş e. Alî wî bikin." Breuer bi hêviya ku dîsa Salomé bibîne bersiva "bila"yê dide. Û bi vê bersivê rêwîtîyeke dirêj dest pê dike. Dr. Breuer û Sigmund Freud, yek ji lehengên sereke yên vê pirtûkê ne. di salên 1880an de li vîyanayê metoda "free association" li ser Anna o.yê ku nexweşê êşa hîsterî ye diceribînin û bi vê metodê jî bingehîya psîkoanalîstê diavêjin. Nietzsche fîlozofekî derveyî serdema xwe ye ku nêrînên wî ji serdema wî dûrtir kûrtir bûn. Ji pirtûkên wî yên wê demê hatibûn weşandin ("Human, All Too Human", "The Dawn of Day", "The Gay Science" û "Untimely Meditations") jî dihat fêm kirin ku ew bangê pêşerojê dikir. Lê Prof. Friedrich Nietzsche, fîlozofê xwedî fikrên ji dema xwe dûrtir, ji ber nexweşiya giran a mîgrenê jiyaneke dijwar dijîya. Rojekê Prof. Nizetsche evîndarê helbestvaneke ciwan Lou Andreas salome dibe. Salome jineke pirr qedr dide azadiya xwe ye. ji ber wê naxwaze têkiliyeke xurt di navbera wê û yekî de çêbibe. Ji ber wê Salome têkiliyeke bi sê alî bi Nietzsche û hevalên wê Paul Ree re pêşkêş dike. Nietzsche; Di destpêkê de vê pêşnîyarê  qebûl dike, piştre di nava hestên xwe yê xwezayî de winda dibe û ji Salomeyê re daxwaza zewacê dike. Lê Lou Salome Nietzscheyî red dike. Piştî vê bûyerê Nietzsche li hemberî hemû jinan bi taybetî Lou Salomeyê hêrs dibe û ji nefret dike. Ev bûyerên ku min qala wan dikir di rastiyê de li Ewropaya 1880yan de derbas dibin. Tiştên xeyalî piştî van bûyera dest pê dikin. Lou Salome, ji ber ji Nietzscheyê tim û tim nameyên nefretê distîne gelekî sayîşdar dibe. Ji bo dawiya van nameyan were divê tiştekî bike. Û wê demê di hişê wê de tiştek diçûrise. Salomé tê nexweşxaneyê li deriyê doktorê navdar ê Viyanayê Josef Breuer dixe û jê dixwaze ku Nietzscheyê baş bike. Lê tiştê ku dixwaze baş bike ne mîgrena wî ye, tiştê ku dixwaze baş bike bêhêvî bûna Nietzsche ya ku wî dibe li ber mirinê ye. Ji ber ku Nietzsche di nameya xwe ya dawî de ji Lou Salome re qala fikra xwekuştinê kiribû. taybetiya nivîskar û pirtûkê: Di rastiyê de Dr. Breuer û Prof. Nietzsche qet hev nedîtine; Lê di pirtûkê de hem nexweş û hem jî doktorên hev in. Rêbazên ku li ser nexweşiyên fizîkî û derûnî yên ku hewl didin derman bikin û bi pêş ve bibin ji bo xwendevanan re wekî reçete ye.



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 95
pûanê bide pirtûkê: