104
2021.01.24 17:01
"Me di vê berhemê de cih daye çîrok û helbestên wî. Çîrok û helbestên ku me ji kovarên wê demê girtine, me di vê pirtûkê de dane serhev. Ji hêla hunerî ve gelekî serkeftî ne, bi kurdiyek xas û xweş, xwendevan dikişîne hundurê berheman. Mijarên çîrokan bêtir ji tore, adet û serpêhatiyên nivîskar û civakê pêk tên. Apê Osman Sebrî, di çîrokan de bi qasî ku dixwaze mirov hişyar bike, ew çend jî ekla wêjeya çîrokê bi mirov dide tahmandin!"