Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

şampaz

 sadiq ûskan

 

 weşanxaneya wardozê


 2019


 kurdî

 

 170

 roman

 2020.01.09 23:19

 xendekî

 romana sadiq ûskan e di sala 2019ê de ji weşanxaneya wardozê der çûye. roman li ser şampazekê ku xelkê dixapîne û dişelîne, zilamekê dikeve pey e.


şampaz - Tirşik

şampaz


1. romana sadiq ûskan e di sala 2019ê de ji weşanên wardozê der çûye. şampaz ji kesê hîloker û xelkê dişelîne re tê gotin. di romanê de zilamekê yextîyar tevî malbata xwe ji gundê xwe mecburî berê xwe didin qezê, li qezê şampazek tê kalo dişelîne, lê kalo bela xwe jê venake. zimanê sadiq têra xwe zengîn e, sadiq ûskan li pey gotinên entîqe yên di nav xelkê de çûye û ev gotin û kalib di romana xwe de reşandine, ji ber wê zimanê wî zengîn û tamxweş e. weşanxaneya wardozê piştî berhemên folklorîk berhemên wêjeyî jî li wêjeya me zêde kir, seeta wan xweş.



3. Navê Romana Sadiq Ûskanî. ji ber ku roman li Qezê/Qoserê derbas dibe bala min kişand û min destpêkir bi rastî kêfa min hîn di serî de ji gotinên nivîskêr re hat ji ber ku bi toz û herîyê destpêkir. Ên ku dizanin jixwe dizanin wexta mirov qala qezê kir divê weke bismilayê mirov bi toz û heriyê destpê bike * Di romanê de qala devereke Kurdistanê û zikakên wê tê kirin ev tişt jî bêtir dibe sedem ku balê bikişîne. Welatê mirovî çiqasî nexweş û bi pirsgirêk be jî a dawî welat e û şêrîn e li ber dilê mirovî. Ji aliyê naverokê roman li dora fen û fûtê Şampazî dizîvirin. Apoyê ku fen lê hatiye kirin û digihêje kê û ew jî qala xwe û fenên Adil Berdayîyî dikin a rast ev tişt di romanê de mirov hinekî aciz dike weke dikeve nava dubareyekê. Lê hevokên Sadiq têra xwe herikbar e û bi henekan hatiye xemilandin gotinên kevn ên li nav miletî de xweş û di cih de bi kar aniye. mînak: rêya Qubikê, a Girmelêva, a Dirbêsiyê û weke Dikana Balîfo, Camiya Xerabe navên li Qezê hîn tê bikaranîn tê de derbas dibin. Û weke gotinên herêmî mînak li Qezê ên ku diherin mêvandariyê û zû bi zû ranabin heta nîvê şevê dimînin ji wan re dibêjin ma bû "Şevbihêrkiya Cilîniyan" biwêjên bi vî rengî hatinin bi kar anîn. Jixwe roman li dora salên 2010an de derbas dibe, lê di navêrokê de carna di bîranînên Apoyî de xwe digihîne zemanên berê heta qala navê Tilermen û Dunaysirê jî tê kirin. Sadiq, pirsgirêkên civakî bi zimanekî edebî aniye zimên. derdên toz û heriya bajarekî ku tu caran tu kes lê xwedî derneketiye, derdên ceyrana qaçax, derdên bê zimanbûnê, derdên gundiyên ji axa xwe hatinin veqetandin û li bajaran ketinin nava devê guran, derdên bê dewletbûnê. Û derdên civakî ku ji ber mêrên wan tiştên hatine sêre jinan, kul û derdên feqîriyê. Û di civaka Kurdan de şerê xurt û qelsan. Min xwest çend tiştan li ser romana Sadiq bibêjim ji ber ku ez bi hêvî me dibe ku di wextên pêş de navê xwe bi esasî li edebiyata kurdî binivîsîne. Mefer Kurdil Here lînkê



4. romana ku bi saya dîyarîkirina ferhega şikestî haya min pê çêbû. min îro dest bi xwendinê kir. hê di serî de, bala min kişand.



5. romanek xweş e. gelek biwêj û gotinên pêşîyan dihewîne ku li tu ferhengan peyda nabin. min pêşîn xwest wan qeyd bikim. yek, du, sê min dît zêde zêde ye. min dev jê berda û biryar da ku carekî din tenê ji bo vî karî bixwînim û van biwêj û gotinên stranan jê derxim û li tirşik û ferhengê zêde bikim. wek roman jî serkeftî ye. mirov him dûmahîka bûyeran meraq dike û him jî bi edet, fikr û sosyolojîya gelê xwe ji nû ve kifş dike û dikene, şaşwaz dibe. ev demek bû ku min hêvîya xwe ji romanên kurdî birrîbû, lê vê pirtûkê keyfa min anî.



6. Romana ku bi zimanê xwe yê folklorîk derketiye pêş. Hêj derfeta min çênebûye bixwînim. Heval behs dikin, dipesînin. Xwedê heske em ê bixwînin.



7. romana ku eger li bakur saziyên kurdî têr hebûna wê xelatek ji nivîskarê wê re veqetandana. bi baweriya min hemû nivîskar, helbestvan û kurdînûs ên di tora kurmanciyê de bi vê romanê hesiyane, bi dest xistine û bi carekî de daqûrtandine. û heta dibêm hinek kesan hene ku wê danîne ber xwe û li ser hevoksazî an jî biwêjên wê û hwd xebitîne.



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 95
pûanê bide pirtûkê: