Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Esmer Yayınları
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
MELSA
Metis
morî
Na
Navis
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

janya

 rênas jiyan

 

 belkî


 1999


 kurdî

 

 104

 helbest

 2019.01.11 22:29

 simurg56

 ""janya" ango biwatekirin û rêzgirtin û bejnbilindkirina zimên, xweşikkirina alavên derbirînê û parastina dîdariya peyva kurdî. vekirina asoyan û rizgarkirina laşê kurmanciyê... "janya" ango di vê reşbîniya sermedî ya peyva kurdî de, tovên hêvîya jixwebawer û stêrkên vebişirînê yên ku dê li ser lêvên zimanê me dest bi govenda jiyanê bikin. "janya" ango yekem madalyona li ser sînga çanda kurdî li bakurê welêt û bersiva ji kevir a ku dê bi sedan pirs û lêpirsînan di cîhana me de vejîne. "janya" ango pirsa êîa rastîn û derbirîna rastîn û şoreşa rastîn û dilsojiya rastîn û berhemdariya rastîn û rastiya rastîn!..."


janya - Tirşik

janya


1. navê helbest û pirtûkeka helbestan ya helbestvanê kurd rênas jiyanî ye.. di nav helbestên nûjen yên kurmancî de bawer nakim ku tu helbest ev qas di rewacê de mabe û ji aliyê xwendekarên xwe ve hatibe jê hezkirin.. piştî ku pirtûka bi vî navî çap bû li gelek bajarên kurdistanê bi vî navî cafe û restaûrant û pirtûkfiroş vebûn..

' xwedê û wext xelet hatiye xitimkirin
naqosên dêran kerr...
minare kin
doktrînên dekolte lixwekirî evdal... sarincên ji baranên derengmayî, derengbarî hatibû damezrandin, bi derbeke neşterê ya dirinde, şolî bûne... barûyên ji evînên nukleerî, di serdebên ku ji krîstalên rokoko hatibûn kemilandin qîtik-qîtikî bûne... ji xewnên bêxwedî xeyîdîme, pekiyame û hatime janya, ji nalînên min re vokalîstiyê bike

(ji qewmê pezkoviyan re xew heram e)

peykerekî antîk, derîzî û mîtolojîk im, nêm ji min dihere... li ezmanê hundirê min qaqlîbaz firrînên kamîkazeyî li dar dixin... kovanên genimî li ber aşên êşan kêliyekê jî aş nabin, aj nabin, hûr dibin û hey hûr dibin... ji alfabêtan tîpek kêm dibe gava ku dimirim... weeeey waweylê janya kezeba min dike di devê min re derkeve ji qahra!...

çiqas êvarên şînboz bihurîn û çûn ji keştiya xeyalan çirûskeke serzer peya nebû li peravên hestên min ên hestî û çermmayî... pêxemberekî sexte di nav kirasê xwe yê gewrîboz de, bi derewan be jî dest dirêjî min nekir, ez venexwendim cemeata xwe... ferîşteyeke fahîşe sing venekir... maran jî ji kom û refên xwe ez aferoz dikirim... bi qasî yezdanekî bêqûl tenê dimam... mezhebên şêx û mirîdên wê ez, min diafirandin di çarmixan de, min her çavê xwe li destmalka bixwîn, ya destê weronîkayê digerand... bi îskeîskeke zengarî, mîna guran tim dizûrriyam, hosteyê dînîtiyê mam...

goştê hov ji te re ricifeke ruhî divê, nêrîneke şêtiya şûran divê, ez heta qirikê niştecihê tirbê...
hilnayêm janya
hilnayêm porkurê
di tirban de hilnayêm ha! ! !
a ku li eniya te nivîsî ne qeder e, soneya serpêhatiya temenê min e... dengê min diêşe, weha bi sewteke berz û peritî min dilê xwe têr rehet nekir li qîrîniya navê te... çirreke şiîr didoşim ji ewrên sipîboz ji bo çivîkên çavên te... xwezî janya min îmana te ya rewnaq bihebanda... xwezî berxê ji xeynî te pê ve bi tu fikaran min tahma hişê xwe xera nekira... bêxem min tu li suqulîka xwe bikira û sûk bi sûk bigerenda... di nav şaneşînên nêrgiz û nesrînan de min devê te bikira zîndana zimanê xwe...

lê xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin
ez hêmayeke heyama hewaran,
di herban de nîşangeha riman
serî gog, çav xar, zikçirîyayî




fermo janya êdî tu dikarî xwe bikujî! ... '


wergera wê ya tirkî jî -ku min bi xwe wergerandiye- heçiyê bivê dikare ji bloga min a şexsî bixwîne.. http://pezkuviyecudi.blogspot.com/



2. helbesta rênas jiyanî ku nifşek bi xwe re mezin kiriye, hînî helbesta kurdî kiriye û evîndariyeke arabesk di dilê wan de hiştiye.
bes e êdî janya xwe bikuje.



3. rênas jiyan piştî janyayê kêm helbest nivîsî, yeke bi navê "marka" nivîsî ew jî pirr qomîk bû. li gorî rîwayetekê, ciwanên qoserê li ber janyayê jilêtan diavêjin xwe, nizanim. elîxan loran di helbesteke xwe de dibêje "janya hêdî! êdî tu dikarî xwe bikujî" û dibêje "belkî belkiyeke me jî tune" filan, em bigirîn an bikenin, nizanim. em ê li benda kitêba wî ya nû bin.



4. HEKBESTAVANÊ HEMENA DEMÊ DE B ŞÛRRÊ XWE GEL XWEDÊ Û WEXTÊ ŞER Dike dawiyê mirin ser dikeve lê karakterên wî wekê ankayê bi xwelaya xwe diafirinnnn.
Xwediyê rêbaza ramyarî Çirûskîzmê ye helbestên wî tarîtî, reşbînî didin berbiçav lêbçirûskekê zerdeştî felsafeya xwe li ser ariyên helbestê ava dike. ^^Divê mirov hişyar bibe piştre bikeve tevgerê '' ev fikr bandora Hegel dide nîşandannn.



5. ji bo fahmkirin û fikarandinê divê mirov seretayî ol û wextê bi şêwazekê rasteqîn kûrrkûrr analîz bike, ev helbes awayekê nîşaneya serhildana hemberî tiştên ku ol û demê ve girêdayîne.helbesvan digihêje vî argûmanê ku tu carê wext û bawariya olî aliyên kurdan ve bi awayekê erenî tevnegeriya ye
.



7. helbestekî rebbê helbesta kurdî ye



8. helbesta ku li gorî ajansan stranbêjê kurd jan arslan di abûma xwe ya dawîn ya bi navê xewrevîn de kiriye beste û di teşt û tevna mûzîkê de bi dengê xwe hûnandiye û strandiye û lorandiye û şeh kiriye..



9. Sal nodûneh bû ez ne xelit bim çapa wê ya pêshîn ji weshanên "doz" ê çêbû. Hîn jî di pirtûkxana min de cihekî wê yî taybet heye. Tishtekî din ew kesên ku dev davêjin vê helbestê ger wextên xwe yî bi çavên shil bi kerb ew dixwendin û bi xêra van helbest û helbestvanan bû evîndarê zimanê xwe ji bîr nekin. Ev ew e ku kaniya tu avê jê vedixwe kevir avêtina wê ye. Ew kes bûn ku wexta li dû her erebesk hîsên xwe diketin ev helbestnan li ser zimanê wan bûn û xwe bi vî awayî entellektuel didîtin. Ew kesên ku nefret ji otomatan dikin ji bo ku karteke wan a otomatan çêbibe hindikî neketin kpss"an. Rexne li ba kurdan, li rex dujminê xwe bûn e pir caran.



10. pirtÛka çiqas ez didim destê xwe dibêjim "şikir ji xwedê re ku ev pirtuk hatiye nivîsandin" e.



11. dojeha dilê rênas jiyan î ku bû bihuşta helbesta kurdî di dilê xortên kurd de.



12. janya kurdistan e, ango welatê janê ye. eger aniha kurdistan tarî be divê kurdistan tarîtiya xwe bikuje, ji ber ku berbang nêzing e: "fermo janya, êdî tu dikarî xwe bikujî!" û em ronî û azad bibin



13. kurdistan e.!



16. janya = Kurdistan



17. pirtûka ku çapa wê ya 3'yem ji weşanên belkî'yê û ji nav zadê genim derketiye. berga wê ya nû ecêb e, wêneyekî xweşike lê belê ne ji bo janya'yê. her çapek nû me li berga berî wê poşman dike. de bila Ser xêrê be û pir bê xwendin. bi hêviya çapa 4, 5, 6, 7'an....

https://www.facebook.com/photo.php?fbid=10152115530184247



18. di kitêba janyayê de helbestek:
kul 1 (Bê)

li min vegere
kulê…
roj berî rojeke kesk
bi kulman
êvaran ji min re bîne
bi hembêzan bajaran
ji min re bîne
“yadê” gotina ewilîn a zarokan
hejîran
dîlanan
newrozan…



xerîbê
çavên min bi zorê hînî çavên te bûbûn
ji cerga tu bûyî rêwî, destan teriqîn
xwîn misîn
bêdengî har, barbar, zinar
şev di êşa law de xelîl birahîm (im)
roj di êşa bav de simaîl (im)
êvar qurban



tik î tenê
bê sî jî
bi fereke dil
bi teşqele
bi kul
di nava destên min de can bide
naxwazim ji bilî min, bila tu kes li ber te nekevin
ez ê li ber te kevim
van keserên xwe yên qilêrî
bi çavên xwe yên bawî
çendîn li benda hatina te me bi teresî
bê…
an na
wê xortanî ber bavê


/her ku ez li awêneyan dinihêrim
rûyê te bi dizîka li wan tên xêz kirin
mijan li wechê te mayinde kon vegirtine
di rojên zelal û sibehên xunavîn de/


bikeve qeraxa rê
bide tengala bê
û

tagirtî
ji rehên laşê xwe yên tije xwê
amade kirine ji te re min benikên tayê


sîlûetê te li ser pelên papîrûsan dinivîsim
di bin çeng de bi xwe re digerînim
te ji kesên nexwendî dipirsim
geometriya gulê nizanin
lê tu, bi dev û lêv, stû û rû
pêk tê, ji senfoniyên çirçirkan ên nîvê şevê havînê


bê…


bi şiva bejna xwe
li koza deriyê berxikên min xe
ji mêj ve min xwe xweşik kiriye ji bo te
ji bişkulên şil
morîk rêzkirine min li gerdena xwe


çeman
ji kerban
perîkên avên xwe rûçikandin
tu nehatî
dilketî xurifîn
tu nehatî
dest avêtin namûsa hechecîkan
tu cardin nehatî
hejîrên te jê hez dikirin xwe xwarin
tu dîsa nehatî
ka te ji hechecîk û hejîran hez dikir kulê? ...
ka neynûkên wan te nedida bi malê dinê? ...
hesreteke helbestvan hebû, ew jî qûnde bu
axx bê! ...
şev û roj li min hatine xezebê
de haaa! ... tu li ku ma




Rênas Jiyan



19. tenyayên êşê



20. xora ci ra zaf hes kerdêne.çira merd?



22. A ku ji aliyê yekê ve weke pêşniyara navê keçikan hatiye nîşandan. Biborin lê ne normal e.
(bnr: imrali)



23. Pirtûka ku ketiye lîsta sala 2019an de pirtûkên kurdî yên herî zêde hatine firotin Her wext di lîstan de ye. Dibêjî qey Kürk mantolu madonnaya kurdan e. Idea ji bo instagram post: (bnr: Ça qaçax û janya)



24. Êdî piştî ewqas behskirina vê pirtûkê min ji xwe re kire derd ku ez wî bixwînim madem xelk ewqas behs dike ewqas çavkanî nîşan dide divê mirov bixwîne û bizane kul û derdê vê pirtûkê.



27. Yanî "qewmê pezkoviyan" gelê kurd, "Janya" bi xwe jî Kurdistan e? Û divê Kurdistan êş û jana xwe bikujê, xwe ji nu ve biafirîne, daku rojên aram û ronî bibîne? Gelo dawîya dawî de, min meselê rast femkir yan na?



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 85
pûanê bide pirtûkê: