127
2018.11.19 20:08
Evdal ji kirina quling destvala û sar dimîne. Ev cara ewil e ku quling xwe jê diparêze û jê direve. Li ber dikeve û ji nû ve ber bi qulingê xwe ve dihere û xwe dirêjî wî dike. --- Dîsa quling xwe ji destên Evdal dide alî û baskên xwe li hev dixe, çawa baskên xwe li hev dixe bi hewa dikeve. Quling bi hewa dikeve û difire. Bi hesreta wan demên ku baskşikestî maye xwe li azadiyê, li ezmanan digire, berê xwe dide rojhilat û ber bi tavê ve difire, dihere. ...