244
2018.11.04 15:28
Romana mîtolojiyê û yeke dîrokî ye. Spîtama jidayikbûnê ve ne lawikekî normal e, yekî mûcîzewî ye. Di pirtûkê de çîroka Spîtamayê tê vegotin. Spîtama bi malbata xwe re li paytexta Medyayê (Patîragtaraspa) dijî. - “Xweda azadî ye Maîdyo. Tu yê bibînî em ê dinyayê ronî bikin Maîdyo! Em ê neheqî û koletiyê ji holê rakin Maîdyo! Em ê mija reş û tarî ya ku xizan û hejar fetisandine gişî têk bibin Maîdyo! Tu yê bibînî delalê min, em ê jiyanê ji koledar û zaliman, ji hesûd û çavbirçiyan, ji gur û keftaran, ji mar û şarmaran rizgar bikin û jiyaneke ronî ava bikin Maîdyo! Jiyaneke ronî û biriqî û azad û serbilind biqasî Xwedê û agirê wî. Tu yê bibînî delalê min, rojekê dinya wek ava vî çemî û wek ewrên spîboz ên vî ezmanî wê zelal bibe Maîdyo! Lê divê berê em bawer bikin, ger em bawer nekin tarî û xerabî wê dilê me bikuje û bixwe, ji bîr meke Maîdyo tu dil di tariyê de şîn nabe, mezin nabe. Bi dilekî mezin û ronî heta mirinê ji bo azadiyê li hemberî tarîtiyê berxwedan! Xweda ronahî ye Maîdyo, em çirûskên wî!” “Heta mirinê Spîtama, heta mirinê!”
1. navê romana nû ya rênas jiyan e. serê vê salê çap bûye. Li gor googlê spîtama navê zerdeşt pêxember. heta navê bavê wî jî pourušaspa spitāma ye. Mirov dikare pirtûkê ji ser pirtukakurdi.comê bikire: Here lînkê |
|
2. rênas dîsa ecele kirîye, peyv û gotinên berredayî çirvîtkan diavêjin...xwedê bi xêr ke.... |
|
3. berga pirtûkê qet xweş nebûye, wek ku zarokekî pazdeh salî xêz kiribe, rênas di vî warî de gelek qels e divê bergên pirtûkên ji weşanxaneya wî derdiçin yekê zanayê vî karî çê bike.. |
|
4. sofî û murîd dikarin shêxên xwe bifrînin...xwendevanên rênas pichekî kor in. |
|