Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Esmer Yayınları
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
MELSA
Metis
morî
Na
Navis
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

Tu

 Mehmed Uzun

 

 İthaki


 2015


 Kurdî (kurmancî)

 

 234

 Roman

 2018.10.31 00:26

 mirovekirind

 Romana rojên giran. Wan rojên eş, keser, tenêbûn û hawar hawarê. Rojên ku dikarin derî û rê li ber nivîskariyê vekin. Di van rojên wisa de, çareyek, dermanek, pencereyek û rojingek divê; Ji kesê umîdwar re....


tu - Tirşik

tu


1. Romana Mehmed Uzun . (1985) . Romana wî ya yekemîn.*



2. navê helbesteka şairê austuryayî erich fried e.. ji aliyê şairê kurd tengezar marînî ve ji elmanî ji bo kurmancî hatiye wergerandin..

''devera azadî lê nebe
tu azadî yî
devera şeref lê nebe
tu şeref î
devera germahî lê nebe,
nêzîkahî di nêv mirovan de nebe,
tu
nêzîkahî
û
germahî yî

Tu..
Gerdûna bêdil î
Lêvên te,
zimanê te
pirs û bersiv in.
di himbêza te de,
di nav paxilên te de,
tiştekî wek vehisînê heye,
her careke pêdivî be,
ji te dûr bibim,
dîsan xwesteka
vegerê peyda
dibe.

Tu..
Destpêka paşerojê yî,
Dilê oqyanos a bêdil î
Tu
ne li benda baweriyê yî
ne felsefe
ne fêrker
û
ne jî malxwê yî,
ên ko mirov
xwe pê ve girê bide
Tu
miroveke jîndar î


Tu
jin î
Tu dikarî
Şaş bibî,
gumanan bikî
û
çak bî
dilê cîhana
bêdilî
Tu.''



3. navê helbesteka şairê austuryayî erich fried e.. ji aliyê şairê kurd tengezar marînî ve ji elmanî ji bo kurmancî hatiye wergerandin..

''Tu kî yî bo min ?
Tiliyên te çi ne bo min ?
Û lêvên te ?
Çingîna dengê te?
Hilma te çi dide min
Berya em hevdu himbêz bikin
Û bêhna te,
dema em hevdu himbêz dikin û
piştî himbêzkirinê?
Tu bo çi yî?
Ez bo te çi me?
Ez çi me?''



4. navê romanekaMehmed Uzun e.



5. her wiha tê wateya "ne yek jî" û dijbera wateya "hemû" ye.

- kî û kî bi te re hatin? (oha, peyv hemû bûn du herf*)
- tu kes nehat, ez bi tenê çûm.



6. - kî û kî bi te re ne lo? (Bawer im ev sosrettir :D )



8. romana ku li devera ku dest pê kirî bi dawî dibe.xeleka bûyera di dawîya romanê tê dîsa tê serî.



9. Romana Mehmed Uzunî ye ku ji aliyê Francesco Marilungo ve bo zimanê îtalî hatiye wergerandin. Yekemîn berhemekê kurdî ye ku bo îtalî hatiye wergerandin. nûçeyekê xweş bû vê siba reş û tarî. pirr şanaz bûm.* Nûçe û hevpeyvîn (diyarname): Here lînkê



10. Romanek gelek xweşe. Lê tabî bi êş û kul e jî. Mirov dema mirov romanê dixwîne xwe bi hêsanî dixe şûna lehengê romanê, mirov hîs dike ku ka leheng çi hestê dijî belkî êşa wî rind tênagehît bes xwîner jî li gel lehengê diêşe digîrî hêrs dibe xwe bê çare hîs dike.



11. romana ku serê vê sibekê, min daye fêm kirin ku wext çi zû derbas dibe.. 11 sal ewil min tirkîya vê romanê xwendibû, wê çaxê ez zehv di bin bandorê da mabûm.. belkî rojekî kurdîya wê jî bixûnim.. û ji bo wergera Îtalî hetta tu bêjî kêfxweş bûm



12. yekemîn romana mehmet uzun e. min berê destpê kiribû lê neqedandibû. berî çend rojan min ji nû ve destpê kir û xelas kir. roman di sala 1985an de hatiye nivîsandin. ji ber ku yek ji romanên ewlîn yên kurdî ye û yekemîn romana nivîskar e, ez pirtûkê wek serkeftî dinirxînim. di dawîya çapa di destê min de, axaftina mehmet uzun heye ku di merasîma xelatstandina xwe ya li sêwêdê, kiriye. di vê axaftina xwe de dibêje ku piştî nivîsandina 50 rûpelên ewil, wî fêhm kiriye ku kurdîya wî têra xebatî wisa nake. navber dide nivîsê, demek dirêj li ser kurdî dixebite û paşê li nivîsînê vedigere. loma di rastnivîsê de hê jî hin xeletî mane. her wiha hinek peyv hene ku ne min dizanî ne jî di ferhengan de peyda dibûn. pirtûk di şexsê xortekî welatparêz de, kurteya jiyana kurdên girtî yên sîyasî yên li zîndanên tirkiyê, radixe ber çavan. di piranîya romanê de, çîrok ji aliyê dengek derveyî romanê tê vegotin. nivîskar ji vê formê re fibêje "forma tu": te wisa kir... wisa bi te kirin... di ber xwendinê re, ez fikirîm ku sedema bijartina vê formê ew e ku nivîskar xwestiye me rasterast bixe şûna lehengê romanê. ger em werin mijarê: mixabin tije tiştên neyînê yên wek zilm û îşkenceyê. uzun bixwe jî gotiye da ku naverokê dewlemend bike meseleya kêzikê xistiye nav senaryoyê. baş jî kiriye lê ya rastî ne bes bûye. ez her li bendê mam ku car caran rastî paragrafan werim ku tê de pirsên axretî werin kirin, wateya jîyanê û van bûyeran werin lêpirsînkirin, di derbarê jîyan û her tiştî de aforîzma werin afirandin. bi pirs an jî tespîtekî, aqlê xwîner asê bike, neçar bihêle ku xwîner çavên xwe ji rûpelan bide alî bikeve nav fikaran fîlan. ne xelet bim, tenê di cihekî de rastî hestek wisa hatim. welhasil, pirtûkek hêjayî xwendinê ye.



13. Gotinên min ên hezkirî ji vê pirtûkê ev in: "ha ev Diyarbekir, xweşiya welatê me, jana dilê me ye. Hêviyê jiyana me..." "Rûmet ji me re, mirin ji wan re!" "Tenêbûn, tu jî bi xêr hatî" "Û ev Mêr Digot Kurd nînin. Kurd tune! Mîna ku bêje ne roj, ne hîv, ne stêrk… Mirovek çawa hate înkar kirin!" "Xerîbî ne tu kar e Xerîbên xelkê hemû ji xerîbîyê hatine Xerîbên me, di xerîbîyê de diminin Wekî kulekên pey keriyan in"



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 93.25
pûanê bide pirtûkê: