384
2018.10.06 13:18
Berhema folkorê ya Çiya Mazî ya duyemîn 'Baxek Ji Folklora Kurdî- Ji Derdora Mêrdîn', ji şeş beşan pêk tê, her beşek wekî pirtûkekê hatiye binavkirin û her beşek li ser babetek folklorê ye, wekî; Dûrikên dawet û bûkan, Destanên dengbêjan, Ferhenga biwêjan, Ferhenga peyvên absurd, Ferhenga pîşekariyê, Gotinên pêşiyan, Gotinên xweş û pêkenokên derdora Mêrdînê ne. Ev berhevdeyên folklorê yên derdora Mêrdîn; Qoser û Beriya Mêrdîn, Şemrex û Metînan, Dêrik û Çiyayê Mazî, Mêrdîn û Surguciyan û yên Nisêbînê ne. Bi dehan dûrikên bûkan yên ku tenê li derdora Şemrex û Dêrikê ji alî jinan ve tên gotin ji alî Çiya Mazî ve hatine şîrovekirin û tê gotin "ku ev 'dûrik' wekî derbirîna ramanê û rexneya jinan li civakê û aliyên bûk û zaveyê ne."