119
2017.12.21 14:36
Siddhartha wekî berhema sereke ya nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê Hermann Hesse tê hesibandin. Siddhartha cara yekem 1922 an de hat çapkirin û heta niha li ser 54 zimanî hatiye wergerandin. Ev berhema giranbiha bi Wergera Huseyîn Kartal di refên pirtûkxaneya kurdî de cihê xwe girt. Siddhartha bi salan wekî pirtûkeke pîroz ji destê xwendevanan neket. Gelo sedema ev çend xwendina pirtûkê çi bû ? Siddhartha ji bo xwendevanan bangewaziya avakirina jiyaneke nû dikir. Hesse di siddharthayê de mîstîsîzma rojavayê payebilind dike û salên ewil a jiyana Buddhayê bi şêwazeka helbestî vedibêje. Hesse dibêje " Siddhartha rizgarbûna min a ji ramana Hindî û azadbûna min e, rêya min a xelasbûna ji hemû dogmayan ez birim ber bi siddharthayê ve; heta dawiya jiyana xwe jî ez ê di vê rêyê de bimeşin." " Di vê pirtûkê de min hewl da ku xalên hevbeş ên hemû olan, baweriyên hevbeş ên hemû merivan û nirxên ku ji aliyê hemû kesan û hemû neteweyan ve bên pejirandin dest nîşan bikim." Di romanê de çîroka zarokê malbata Brahman Siddhartha tê vegotin. Siddhartha dixwaze bigihîje agahiya rastîn û bibe Buddha. Ji ber vê ji malbata xwe ya esîlzade vediqete tevlî çîlekeşan(Samanan) dibe. Gelo ev lêgerîna wî dê bigihijê kîjan encamê? Hesse bersiva vê pirsê dide; " Meriv dikare agahiyê veguhesîne keseka dinê, lê aqilmendiyê na. Aqilmedî dikare bê kifşkirin, aqilmendî dikare bê jiyîn, aqilmendî dikare merivan payebilind bike, aqilmendî dikare dehîtan(mucîzeyan) derxîne holê lê aqilmendî nikare bê vegotin û fêrkirin."
1. dibêjin nivîskarê nobelbir ê navdar hermann hesse bi vê romana xwe bûye navdar û lê zêde dikin, ji nav pirtûkên wî yên herî baş ev e.
rexne: mirada min ji ser pirê xwe avêt ji bela vê şîroveyan û rastiya romanê. heke we Alchemist a paulo coelhoyê û ji wê santiagoyê balona nepixandî hez kir, dem derbas mekin vê romanê jî bixwînin. lê yên din bira bendewariyên xwe yên bi perr û perrik kurr bikin û bi nigan dest bi xwendina vê romanê bikin.
spoilerê veke
|
|