232
2015.02.27 14:21
bingeha vê çîroka bi navê kund û qijikan, ji kitêba kelîle û dimneyê hatiye wergirtin ku ev kitêb jî ya beydabayê hindî ye. kelîle û dimne pirtûkek gelek bi nav û deng e. dema ku îskenderê meqedonî ji hindistanê bi paşve vegeriyaye, piştî hingê ev feylesofê bi navê beydaba vê kitêbê dinivîsîne. kitêb ji panzdeh beşan pêk hatiye. beşa kund û qijikan jî yek ji wan beşan e. gernas koçer ev beş, bi awayekî manzûmî û bi zimanekî gellekî rewanbar û xweş nivîsandiye.