64
2014.12.07 09:40
di xurcika min de hemû qewîtî: kembera zîvî, hina qeşmîrê, heprî… cotê xirxalan ji bîr dikim qet! siwarê hespa kimêt im têm têm ku bikim xizêm Berîka Binxetê! kîjan mîrek e li devê riya te? se diewte, gur dizûre, baz difîkîne tu bilîlîne b’ wî dengê saba şiyar ke j’ xewê çiyakên Serxetê HÊVİ, HAWAR Û NASNAMEYA XAKEKÊ: “ŞÊRGELE” ... Helbesta Arjen Arî, ji “Ramûsan min veşartin li geliyekî” ta ”Şêrgele”yê her bi heman şêwaz û vegotinê bala mirov dikêşe. Ev vegotin wek ferhenga wî bi teql, çiyayî û nêr û berxwedêr bûye. Trajediya bi sedan salan ya li vê xakê hatiye jiyîn wek tevnkarekê bi sebr û hostatî vedibêje û digihîne îro. Helbestên wî, wek manîfestoya pêşmergeyekî ku dikare li her derê olan bide û bête jiberkirin, xwe berdide nav dil û hinavan.Vêya jî wek ahenga dengê qoça şal-şapikê bi hêmînî û bi harmoniyê pêk tîne. Gellek caran em, wî, li lûtkeyên Cûdî li kêlek pezkûvî û karxezalên sîng-sor, caran jî li nav xirûcira Ofîsa Amedê wek derwêşê kurmanciyê, banga lixwemikurhatinê û mizginiya dahatûyeke gewre belav dike, direşîne. ... ...di helbesta Arjen Arî de hawara kurmanciyê dibiriqe, trajediya kurdan a sed î salan olan dide. Helbestên wî dişibe rep repa lingên leşkerê ordiyekê. Dema tê xwendin dîmenên ordiyeke dimeşe tê nîgaş kirin. ... Ew dengê bi efsûn yê helbestê wek sûlavekê bi xumexum diherike. Ew ked û xebata şev û rojan aşkere dixweye di wan de, bêhn û rengê îroj tê de diçirûse. Sebr û mecala tîrêja spêdeyê ku lûtkeyên Herekolê dialêsin dixweyê. Xwe bi ayetên E.Xanî ku ruknê neteweperiya kurdîne têr dike, tasek ji helbesta M.Cizerî ya di tahma “işq” de ye vedixwe û şûr û mertalê Feqiyê Teyran û demançeya kurmancî ya Cegerxwîn davê ser milê xwe û serî hildide li hember şaristaniya qaşo hemdem. ... A.Arî dildareke jidil ê kûlîlkan e,ev kulîlk her çiqas gellek caran wek metaforekê di helbesta xwe de bi cih bike jî, em aşkere dibînin ku rasterast bi bêhn, bi bejnûbal û bi rengên wan hatine vegotin. Wek; xec, lîloz, binefş… sor, qurmiz… Di helbesta wî de em rastî hawreke sotiner tên. Ev qêrîn û hawar ne biyane, lê ne ya axeke bi sînor e. Gellek caran şaxên wê ji vê erdnigariyê digihên ta ber erşa xwedê. Car zêmar, car têkoşer, car mersiyeyeke ku xweşik, spehî û narîn e. Her peyv wek ritm û awaza dilê wî diherikin li newal, gelî û germiyanan. Zû konê xwe vedidin û tên ji ber kirin. Newa di tahma sirûdan de ye. Bi van taybetiyên xwe, em dikarin bibêjin “Şêrgele” hawar û ûmîd û nasnama vê xakê ye. ... Berken Bereh, Azadiya Welat, Pirtûkxane, Hejmar: 1, 24.05.2008