Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

keleh

 ŞENER ÖZMEN

 

 lîs


 2012


 kurmancî

 

 160

 çîrok

 2014.12.10 19:34

 simurg56

 Keleh, yekem pirtûka kurteçîrokan a Şener Özmen, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin! Keleh, yekem pirtûka kurteçîrokan a romannûs, wergêr, hunermendê navneteweyî û rexnegirê hunerên aktuel, Şener Özmenê nivîskarê romanên bi navê Rojnivîska Spinoza (Lîs, 2008) û Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî (Lîs, 2010), henaseyeke nû û xurt tîne nava kurteçîroka bi Kurdî ya nûjen. Keleh, her yek jê li ser Kurdiyeke wisa berfireh saz bûyî, ku dikin em Kurdiya xwe ya heyî, hemû çavkaniyên zimanê xwe yê ku em pê di qewareyeke berteng de bi jiyana xwe ya rojane berdewam in, ji sêrî heta binî careke din hizir bikin û ji nû ve saz bikin, heşt kurteçîrokên ku dê xwendevanê xwe matmayî bihêlin, ên bi navê Keleh, (昭夫) Akîo, Lîmûzîn, “Ez Jîr Aslan”, Stêrk, Çîroka Du Evînên Jîkurt, Jinûmêr û Lîlî, Lîlokê bi xwe ve digire. Kurteçîroka “nûjen”, wekî çeşnekî wêjeyî, çawa ku li hemû parçeyên welatê me, wisa jî li mezintirîn parçeyê welatê me, sal bi sal kelepora xwe û ya cîhanê baştir nas dike û êdî di dilqê “kurteçîroka bi Kurmancî” de berê xwe dide asoyên afirîneriyê û lê ye ku, nexasim li nik helbestê, bibe yek ji adantirîn beşên sercema wêjeya Kurdî ya ku ji zû ve ye bê tirs û fikar berê xwe daye sehneya wêjeya cîhanê. Şener Özmen jî, di vê yekê de çu şik û gumanê nîne, li gel du romanên xwe yên berê weşiyayî, ku xwendevanên Kurdî eleqeyeke baş nîşan danê, û êdî bi van heşt kurteçîrokên xwe yên li jêr navê Kelehê ve, li hemû parçeyên Kurdistanê, yek ji gewretirîn pênûsên zimanê Kurdî ye! Keleh vê rastiyê êdî ji berê zêdetir diçespîne! Helbestkar û romannûs Îrfan Amîda, gewrebûna nivîskariya Şener Özmenî, bi boneya romana wî ya pêşîn, Rojnivîska Spinoza, wiha heldisengîne: “Dema ku we rahişte Rojnivîska Spinozayê û dest bi xwendina wê kir, hûn ne ku bi tenê romaneke bi Kurdî dixwînin, her wiha hûn hest pê dikin ku hûn di qonaxa geşedana romana Kurdî de, di çivangehekê re derbas bûne û dema ku hûn xwendinê diqedînin, ji we ve xuya dibe ku hûn êdî ne li wî ciyî ne, li kû hûn radiwestiyan. Lewma jî, Rojnivîska Spinoza qorzîbera nû ya romana Kurdî ye.” Her wiha nivîskar Abidin Parıltı jî, dîsa der barê romana Şener Özmen a bi navê Rojnivîska Spninozayê de, wiha dibêje û qetlazî û kêmpeydatiya nivîskariya Özmen bi vî şêweyî dupat dike: “Rojnivîska Spinoza yekem berhema Şener Özmenî ya bi Kurdî ye û pê re jî, romana wî ya pêşîn e. Belam zimanek li ser vê romanê heye, ku qewîn e, kûr e û dimîne bîreke dewlemend û qet jî wekî berhema pêşîn nayê xuyanê... Özmenî, di vê pirtûka xwe de, heta ku jê hatiye, zor daye ser derfetên Kurdî. Di romanê de, ku em ji peyvên rojane bigirin heta bi gotinên pêşiyan, ji wê tangê de heta bi argoyê, zimanekî lexgîr hatiye bikaranîn; tiştên ku hatine vegotin jî her ew çîrok in, ên jiyanên têk çûyî û pelişî, yên mirovên ku di nava wan jiyanên pelişî de ji xwe re ciyekî peyda dikin an jî ji xwe re tê de li ciyekî digerin.” Li dû pirsa li ser vê babetê, helbestkar, çîroknûs û wergêr Kawa Nemir jî, ku Şener Özmen di pirtûka xwe, Kelehê de, kurteçîroka xwe ya dawî ya bi navê Lîlî, Lîlokê rewayî wî kiriye û her wiha Nemir edîtoriya pirtûkê kiriye, der barê Keleha berhevoka kurteçîrokan a Şener Özmen de wiha got: “Şener Özmen! Pênûsa Kurdiyê ya newaze û pirrawaz e. Mîna romannûs û wergêr Yunus Eroğlu, Şener Özmen şansek e bo Kurdiya me ya ku bi destên pênûsên erzan berteng tê hiştin. Ez bi dilekî rihet dikarim li vir vê îdiayê bînim ku gelek çîroknûsên Kurd ên qewlikbêj, piştî ku Keleha Şener Özmen bixwînin, divê ji nivîskariya xwe bikevine şik û gumanan! Piştî du romanên xwe yên ku bi raya min hê jî başebaş nehatine xwendin, Şener Özmen li dû nivîskarî û hunermendiya xwe ya pirralî, Keleh nivîsî û bawer bikin, di nava hefteyekê de, min Keleh çar caran xwend û ez bi Kurmanciya wê ya pirrşax, ku ji aliyê ferhengê ve di ser re qelibandiye, û bi dijwariya honakên wan heşt çîrokan serbilind bûm. Bo nivîskar û xwendevanên Kurd bibêjim: Vê îdiaya min ji bîr mekin! Keleha Şener Özmen yek ji qorzîberên kelepora kurteçîroka bi Kurdî ye!” Bo xwendevanê ku xwe bi Kurdiya xwe ve li vê dara dinyayê wekî “tayê bi tenê yê mala zimanê xwe yê zikmakî” dibîne, heşt kurteçîrokên Şener Özmenî yên ku zimên û honakê bi bîrtûjiyeke ku dê neyê jibîrkirin radikin pêdarê û nîşan didin ku şax û şovên nivîskarekî Kurd dikarin çendî berfireh bin û kurt û bi Kurmancî, Kurdî dikare bajo û here çi deverên dûredest û ezamet! Keleh, bi mijarên xwe yên aydî kelepora Kurdî û lehengên xwe yên biyanî ve, ji me re kelehên kêliyên teng xera dike, kelehên kêliyên berfireh ava dike! Keleh Şener Özmen Kurteçîrok, rûpel Adar 2012 Weşanxaneya Lîs, Amed Jînenîgariya Şener Özmen: Şener Özmen * Di sala 1971’ê de, li Hezexa bi ser Şirnexê ve ji dayîk bû. Dibistana seretayî û ya navînî li Hezexê xwend. Di sala 1998’an de, Zankoya Çukurovayê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Şêwekariyê kuta kir û heman salê, di Zankoya Mêrsînê, Fakulteya Fen-Edebiyatê, Beşa Felsefeyê de dest bi perwerdehiya xwe ya lîsansa bilind kir, lê nebir sêrî. Şener Özmen ji sala 1995’an û bi vir ve ye wekî hunermendekî navneteweyî û rexnegirekî hunerên aktuel beşdarî gelek pêşangehên navneteweyî bû û nivîs û rexneyên wî di gelek kovarên hunerî, çandî û ramyarî de derçûn. Der barê berhem, bîr û boçûn û helwestên wî yên hunerî de gelek xebatên akademîk, nîv-akademîk û serbixwe hatin gerandin û hinekên wan wekî pirtûk derçûn. Kurtefilîm û vîdyoyên wî jî her wiha di gelek koleksiyonên navneteweyî de cî girtin. Şener Özmen, di sala 2005’an de, xelata “Prix Meuly” wergirt, ya ku ji aliyê Kunstmuseum Thunê ya li Swîsrayê ve tê dayîn. Di Adara 2011’an de, bi boneya pêşangeha wî ya takekesî ya li Künstlerhaus Stuttgartê (Alemanya) ya li jêr navê The Story of Şener Özmen (Çîroka Şener Özmenî) li dar ketî, bi tevkariya Weşanxaneya Revolver (Berlin) û Art-istê (Stenbol), pirtûka der barê wî û berhemên wî de hatî amadekirin, derçû: A Şener Özmen Book (Pirtûka Şener Özmenî). Di pirtûkê de, nivîskar û rexnegira hunerê Barbara Heinrich, wiha amaje bi wî kiriye; “Şener Özmen bi qerînebêjiyeke tund, qerfkariyeke bîrtûj û şêwazeke rûxîner, vebirriya jêkvebûn û rewşên heyî, dezgehên otorîter û tabûyên ku di halê hazir de li ser jiyana me zal in dide ber pirsan. Berhemên wî yên bihûrgilî û helbestî dihêlin ku bala me li bîrbiriya konteksa hunerê û guheranên wê hûr bibe, bi vê jî nayê ser, awirekî rexneyî tîne bo kêşeyên rastiya civakî ya ku hunermend li berê helwestê digire û dest dibe xwe.” Berhemên wî: Rojnivîska Spinoza, roman, Weşanxaneya Lîs, Rezber 2008 Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, roman, Weşanxaneya Lîs, Reşemî 2010 Keleh, kurteçîrok, Weşanxaneya Lîs, Adar 2012 Wergerên wî: Destana Kawa û Azhî Dehaq, helbest (Ji Kurdî bo Tirkî), Kawa Destanı ve Azhî Dehaq, Arjen Arî, Weşanên Evrensel, Gulan 2011, Stenbol Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re, helbestên bijartî (Ji Kurdî bo Tirkî), Berken Bereh, li ber çapê ye.


keleh - Tirşik

keleh


1. keleh, navê çîrokeke şener ozmen e; di dîroka çîroka kurdî de ya herî xweş e, bi teknîk û hêma û şande û têkiliyên xwe yên navmetnî û pirgirêdaniya xwe ve



2. NAVÊ BERHEMEK ŞENER OZMENÎ YE.



3. bi ya min heya niha pirtûka çîrokan a herî serkeftî ya wêjeya kurdî ye



4. herwiha pirtûka franz kafka-yê ku ji aliyê fethî ronî hatiye wergerandin e. dixwazim rojeke bixwînim, li ba we tirşikvanan çawa ye?



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 99
pûanê bide pirtûkê: