1. Di dîroka wêjeya Kurdî de ewilîn romana Kurdî “Şivanê Kurmanca” ye. Nivîskarê wê Erebê Şemo (Ereb Şamilov/1897-1978) ye. Ev roman di sala 1935’an, dema Ûrisa Sowyet de, li Yerewanê bi alfabeya Kirîlî hatiye weşandin. |
|
2. wek romana yekem a kurdî tê erêkirin. (bnr: şivanê kurd) / (bnr: şivanê kurmancan) |
|
3. Yan jî şivanê kurd tê zanîn. Kesên ku dixwazin jê bixwînin li malpera institutekurd.org hatiye parve kirin. |
|
6. nivîskarê pirtûkê erebê şemo, ji aliya maksîm gorkî ve hatiye pesndan. |
|
7. du, sê roj berê min jê xilas kir. gava ku min kitêbê dixwend notên xwe hilda, di kitêbê de peyvên tirkî yên hatiye bikaranîn min hemû derxist li jêrê rêz kir. |
|
8. kitêb 150 rûpel e di sala 1935 ê dema sovyetan de li rewanê hatiye weşandin. erebê şemo vî kitêba xwe pêşkêşê komsomol ê dike. |
|
9. Di nav kurdên qafqasyayê de hemanên welat, niştiman, neteweperwerî di salên 1950, 1960an şûnde tê dîtin, Ji ber vê yekê tiştên weha di nav romana şivanê kurmancê de tune. |
|
11. Min çend çapên Şivanê Kurmanca ya Erebê Şemo dîtin, camêra navê wê kiriye “Şivanê Kurd”. Ez fêm nakim ev çi felsefe ye yanî, ez zanim hinek difikirin divê navê “kurmanc” qedexe be ji ber ku “em hemû kurd in”, lê kê destûr daye we hûn navê romaneke dîrokî biguherînin? |
|
12. Romana ku min nû qedand. Jiber ku roman bi devoka serhedê hatiye nivîsandin min bi rihetî xwend lê dîsa jî nivîskar gelek peyvên tirkî û rûsî xwistine di nav kitêb de. Ev yek jî normal e li gorî wê wextê û rewşê. Wek li jor jî hatiye gotin propagandayê Bolşewîk û komûnîstan hebe jî roman rewşa kurdan a di destpêka sedsala bîstan û têkiliyên kurdan a bi gelên din re ji gelek aliyan ronî dike. Bi piranî zehmetiya şêr û kesîbî tîne ziman. Ev vê yekê dide nîşan ku kurd hertim yên herî feqîr û mexdûrê şeran bûne. Ya herî xweşa min çû ew bû ku dema min romanê dixwend min digot qey ez li malê me û mêvanekî ji qersê hatiye û bi zimanê xwe yê rojane ji me re qala serboriyên jiyana xwe dike.* |
|
13. romana yekemîn a kurdî. ereb şemo bi xwe bolşevîk e û tu ji wê asayîtir nîne ku bangeşana şoreşa cotmehê û komûnîzmê bike. di hin şîroveyan de hatiye gotin "her çend propagandaya komunîzmê be jî..." vêça çi? komunîzm bûye reşê hewe. jixwe saya xebatên komunîstan ev roman û gelek berhemên dî hatine çap kirin. mêrikek gazindên têmûrê xelîl nivîsye ku dema rya teze dihat weşandin ew mecbûr bûn bangeşeya komunîzm ê bikin. ev mêrik piştî sovyet têkçû niha jî ji rûsya ya kapîtalîst gazind dike ku alîkarîya aborî nadin xebatên kurdî lewma wan dawî li weşandina rojnameya rya teze anîye. gelo xelîlê têmûr niha fehm dike çima divê bangeşeya komunîzmê bêt kirin? kesên wisan guneh û rezîl in, destê wan li ber xelkê vekirye, dixwazin her xelk tiştek bide wan. lê dema kesek hevalên bindestan qencîyek kir nizanin bişêkirênin jî. hem bi xêra sovyetan bila kullîyatek a kurdî bêt avakirin hem tu rabe heç firsenda te dît êrîşî komunîzmê bike, wile bavo xweş teybîr e. |
|
14. zimanê romanê zimanekî sirûştî ye. çimkî erebê şemo dema vê pirtûkê nivîsiye tu perwerdeyeke bi kurdî ji dezgeh û saziyekê wernegirtiye. yanê em dikarin bêjin erebê şemo bi zimanê xwe yê axaftinê nivîsîye. ez naxwazim bi dirêjahî behsa romanê bikim jixwe naveroka romanê kêm zêde li her kesî/ê eyan û beyan e. di romanê de wek nivîskarê tirşikê mîr li jor gotî, gelek peyvên tirkî hene. hemî ziman ji derve ve peyv digirin ev normal e lê peyvên tirkî ku ketiye vê romanê bi awayekî deformebûyî di romanê de hatine ristin. wek mînak duşurmîş bûn. fikirîn bixwe peyveke erebî ye ji koka f-k-r'yê hatiye dariştin û ketiye nav kurdî lê di kurdî de deforma nebûye û li gorî forma peyvsazîya kurdî cihê xwe qewî kiriye. mesela bedil jî bi erebî ye û bi kurdî li şûna guhertinê em bi kar tînin û dibêjin bedilîn. kêmasîyeke dî ya romanê jî bikaranîna şaş a daçekan e. di zimanê kurdî de daçek pirr girîng in, heke daçek şaş bên karanîn xwendina hevokan zehmettir dibe û maneyên şaş derdikevin holê. bi navê berbangê romaneke dî ya erebê şemo heye. em dikarin bêjin şivanê kurmanca û berbang heman roman in lê hindek guherîn hene di navbera wan de. hindek karekter û bûyer lê zêde bûne û hindek jî jê kêm bûne. lê ya girîngtir di berbangê de karanîna daçekan hatine sererastkirin. ji ber wê yekê pêşniyaza min ji we ew e ku beriya şivanê kurmanca berbangê bixwînin. Xwendina wê rehettir e. wek hûn jî dizanin erebê şemo li sovyetê dijîya, bi eslê xwe ji qersê ye lê teqrîben di dema şoreşa bolşevikan de dihere rûsyayê, demekê li gel komûnîstan li dijî leşkerên çarî şer dike. Di romanê de jî bîranînên wî yên leşkeriyê hene. di serdema sovyetan de hemî pirtûkên ku dihatin çapkirin cara ewil ji çavdêriya desthilata sovyetan dibuhurî, kêm an zêde di her pirtûkekê de wesf û pesnên sovyetan yanî komûnîzmê divê bihatana dayîn. Loma di romanê de em liqayî gelek rexneyên li dijî feodalîteyê tên û gelek caran jî em liqayî pesnên komûnîzmê û şoreşa bolşevikan tên. ev roman jî mîna romanên dî yên edebiyata klasîk a rûsî xwedan taybetiyên xweser in: birçitî, feqirî, zilm û zordariyên axa û mîran, neheqîya pergala feodalîtê…hwd. bi wê romanê kêm zêde haya me ji civaka kurdan a wê serdemê çêdibe. Li gundan kurd her di binê zilm û zordestiya axa û began de mane, zikê kurdan her vala ye lê mal û milkên began her li ser ked û xebata cotkar û rençberên wan gundiyan zêde bûne. bi kurtasî beriya vê romanê berbangê bixwînin. Berbang wersîyoneke lêzedekirî û sererastikirî ya şivanê kurmancan e. |
|
15. Romana bi ziman û şêweya xwe xwediyê kurmanciyeke xwerû ye. Ne bi zimanekî standart bi kurmanciyeke herêmî, bi devoka serhedê hatiye nivîsîn. Kêmaniya daçekan a di pirtûkê de ji ber vê ye bawerim. Roman; Ji aliyê naverokê ve sivik e, ne tevlihev an dirêj e. Tê de tehlîlên kûr ên li ser karekteran nîne. Ji wê bêtir rewşa civaka Kurdan a wê demê, rê û rismên wan û nezaniya wan bi serpêhatiyên karakteran hatiye nîşandan. Ji ber ku pirtûk, di nav bê derfetiyan de û li xeribiyê hatiye nivîsîn dilê min qayîl nabe rexneyên tûj lê bikim. Li ber dilê min şirîn e. |
|
16. Berhema ku di eslê xwe de bîranîn e, bêhemdî xwe bûye roman heçku. Axir roman be jî ji xeyn ku belgeyek zimanî ye bi qîmet e. An na ji hêla estetîka edebî û hunera romanê ve ti nirxê xwe tune mixabin. |
|
17. Romana ku hatîye Tirkîzekirin û navê wê jî bûye Kürt çoban. Îja meseleya kurd-kurmanc li alîyekî bi min şaş hatîye wergerandin. Divê navê wê Kürtlerin çobanı be li gorî min. Hûn çi difikirin? |
|
18. pirtûka min a pêşîn a bi navê kurt derbas dibe. bawer im di refa 3 an 4an de bûm û ez heyirîbûm. jbk wê demê min romanên jules verne dixwendin û herçiqas bo zarokan bin jî têra xwe stûr bûn. îja ev kurt çoban, yanî roman bû û ne kurtekirî bû. ecêb bû. |
|
19. (bnr: Kurt cobain) |
|