1. romana selma lagerlof e. qala hestên bavitiyê, hezkirina keçîn dike. ew hezkirinê ku hişê bavan dike terkedinya. roman ji serî heta dawî pîroziya bavbûnê teqdîs dike û xwîner di nav hestên dilşewatî û şaşwaziyê de dihêle û diheyrîne, dil diêşîne. hingî ez nikarim hema sê çar beşê ser hev du bixwînim. her carî divê hilma xwe vedim. lê we nexapînim, roman trajediyeke pir hêdî-nefs disêwirîne. lê... min digot qey romana dîrokî ye, lê navê roman ez xapandim, tu têkiliya wê bi dîrokê, hela qet bi portekîzê tune ye, xêynî rewşa swêdê ya di destpêka sedsala 20. de. bi alîkariya konsolosxaneya swêdê hatiye wergerandin û çapkirin û ji weşanxaneya lîsê derketiye. zimanê wergerê gelek sivik û herikbar e. gelek xweş e. min vekoland lê tirkiya vê romanê nehat pêşiya min. (bnr: bavitî) |
|