136
2014.12.08 20:09
Receb Dildar ku bêhtir bi şi’rên xwe dihate naskirin, vê carê bi kitêbek çîrokan derdikeve pêşberî xwendevanên kurdî: ‘Şikefta Xwekuştinê.’ Kitêba ku ji 20 çîrokan pêk tê, bi zimanekî sade û şahîk hatiye nivîsandin. Di çîrokan de temayên jiyana rojane a salên dawî ku li bajaran derbas dibin, bi gelek sûretên xwe hatine hûnandin. Ji çîroka ‘Şaxên Şikestî’ Besa ku dîrega piştê lê hatibû şikestin, bi xebera Elî re dest û mil jî pê re neman. Hêviya ku di quncikeke dilê wê de xwe bi cîh kiribû, firiyabû çûbû. Hêviyên ku wê bi jiyanê ve girêdidan ji kokê ve hatibûn qurmiçandin. Ji xwarin û vexwarinê ket, bi rojan xwe li cîhekî ji bîr dikir, hinekan bi destê wê digirt berê wê didan malê, bêyî ku dengê wê biçe kesê carna stranek li ser zimanê xwe dilefand bi saetan dubare dikir. Besê neçû ser mezelê Elî jî, êşa di dil de dişuxulî hêdî hêdî xwe bera ser mejû da, ew zeft kir. Ji sibê heta êvarê li ber derî rûdinişt çavên xwe dikuta ser herdu mezelan û di nav wê êşê de avjenî dikir, yek carna hevokek ji ser lêvên wê diweşiya: - “Kurrên Şikriyê kor, we ez şewitandim, ez ê jî we bişewitînim. Ez ê tu carî neyêm ser mezelên we,” û wisa jî dikir. Tu carî neçû ser mezelên wan. Di van rojên dawîn de Besê bela xwe di daran dida, diçû ber darekê disekinî û bi hêrs bi ser de diqêriya: - “Herdu şaxên min şikestin, ezê jî şaxên te bişkînim,” û kîja şaxa xweşik hebûya digirt dişikand, paşê diçû li ber dareke din disekinî. Şikefta Xwekuştinê ... ‘Şikefta Xwekuştinê’ ewil pirtûka çîrokê yê nivîskar e û ji 20 kurteçîrokan pêk tê. Çîroka ku navê xwe daye pirtûkê, çîroka nozdemîn e. Pirtûk, bi çîroka ‘bîhna avê’ destpêdike û bi çîroka ‘veger’ê jî tê dûmahiyê. Qet şik tune ye ku her çîrok ji yên din xweşiktir e. Hemû çîrok bi zimanekî hêsa hatine nivîsandin. Tev jî xwe didin xwendin. Lê ya rastî jî ew e, mirov di hin çîrokan de jî xwe dibîne. Ango her çîrokekî ‘stran’ekî kurda bi xwe ye. Di çîrokan de geh ‘strana’ koçberiyê, geh jî ‘strana’ îşkenceyê hene. Dildar, hin car jî bûye dengê xort û keçên kurda. Belê, bi vî rengî her çîrokekî Dildar ‘stran’ekî ye û her ‘stranekî kurda’ jî, xwe didin xwendin. Çîrokên Dildar, carna jî di nav ken de çavê meriva tijî girî dikin.... ... her serboriyên ku tên gotin bi serê xwe romanekî ye. Lê nivîskar, bêyî ku mirov eciz bike, wekî di ‘Ji bo kovarekê’ de jî tê dîtin, bi ‘kêf û şahiya’ dê û keçê, behsa îşkenceyên hovane, zilm û zora 12 Îlonê dike ku tu mala kurd ji vê hovîtiyê bêpar nemane. ... hemû babetên çîrokên Dildar, wekî hev nînin. Çîroka ku navê xwe jî daye pirtûkê, ango ‘Şikefta Xwekuştinê’ jî, çîroka keçikên belengaz yên kurda ye. Keçên me yên ku di bin kevneşopa bêwate de dikin zare zar, berdêla dijderketina xwe, dilnexwestina xwe carina jî bi canê xwe didin. Dildar jî, bi vê çîroka xwe ve bûye dengê zare zara keçikên me yên delal; xasima jî delalên me yên Batmanê, Bişeriyê û Heskîfê... Alî Çinar, Kovara Tîroj, hejmar: 33, Tîrmeh-Tebax 2008
1. pirtûkeke recep dîldar e lê ez nizanim bÊ ka pirtûkek çawa ye. |
|