112
2014.12.08 19:35
Ji çîroka “Miriyên Roja Yekşemê“ Belê em du kes bûn û me herduyan jî melevanî nizanibû, lewre ne li cihê ku me lê danîbû ne jî nêzîkî vî bajarî deryayek an golek hebû. Lê me hê ji wan kesên ku li ser pişta hespê xwe di halê rêveçûnê de ji qutîkeke taybet cixare dipêçan re rêz digirt. Hezkirina camêrekî li hember kevne tivinga wî, bikaranîna wî ya pisporî hê em dikirin nav kelecanê. Afîş û wêneyên kevn li çayxaneyên xewle, gotegotên li ser dezgehê erebokê cigerciyan, li pişt kamyonan, lixwekirina gomlekekî nû yê Şahê Bedoyî bi vekirina sê bişkokê jorîn li ser bextê reş e pirça defa singa wan, fotoyên wesîkayî ku ligel berçavkên rojê li hundir hatibûn kişandin, daliqandina wêneyekî xweşjinekê li qaşo menzelê kedkarê avayîçêkeran em xemgîn dikirin. Me xweziya xwe bi bayê sibê, dilopê ser pencereyan, kaniya nava gund, kevçiyê nav çayê dianî. Ne ku em ji hedê tolazî û xodbûne derbas bûbûn me berê xwe dabû aramiyê da me ev yek dixwest. Ne ji hebûna rasterast ji tunebûna lotikavêtina nav hevalan, ger û geşta metropolan, kêf û şadiya ji dil. “Şarman gelek caran ji bo mijara çîrokên xwe heta bêje mijarên siyasî an civakî hildibijêre, lê bi saya zimanê xwe yê îronîk, alegoriyê xurt te’ma wêjeyî di bin barê mijarên giran de namîne; ne bi edayeka dîdaktîk, ne ku şîretan li xwendevan bike an wan ajîte bike ji bin vî barî radibe. A herî girîng Şarman bi asoyeke fireh li civaka xwe dinêre û wê baş nas dike, lewma tevî zimanê wî yê mizahî (ev mizah raste rast ji têkoşîna wê ye bi êşê re tê) û hunandina hosteyî, çirokên wî ewqas serkeftî ne.“ Fexriya Adsay "Di çîrokên Şarman de xwîner tim rastî lêgerina warekî tê, warekî xeyalî ê ku carîna bi kuwet, malzarok, carna jî bi nexşê re xwe dide der. Di vê lêgerînê de -her tim nebe jî- rastî û fantezî tevî hev dibin bêyî ku mirov jê aciz bibe. Ev tişt di çîrok û romanên Murakamî û berhemên Keret de jî heye, loma di çîroknûsiya kurmancî de hebûna wê şêwazê ya rastî ciyekî vala dadigire. Ligel vê yekê tiştekî din ku di van çîrokan de bala me dikşîne jî ev e ku Şarman bi çîrokên xwe pirsgirêkên civakî jî li ber çavê me radixîne, pirî caran asta wan pirsgirêkan ewqas bilind dibe ku zehmet e mirov bikeve pey takekesan û bixwaze wan û derûniya wan nas bike. Ew jî me têra xwe hîn dike ku di civateke mîna a kurdan de takekes tim di bin meseleyên civakî de difetisin û wek siyekê digerin." Mîrza S. Baran “Her dem, her nifş her bizav û cureyên wêjeyê di serboriya xwe de hin lawikên şûm derxistine. Şûmê wêjeya kurdî ya vê serdemê jî Mihemed Şarman e. Wî bi mîzaheke xurt, di yekem berhema xwe de ji bo cureya çîrokê asteke bilind danî. Vê carê Şarman li ser wê mizaha xurt kamilbûneke rûniştî lê kiriye.“ Ferzan Şêr
1. pirtûka nû ya mihemed şarmanî ye li ser xêrê be, hem bo wî, hem bo kurdan û hem jî bo mirovahiyê teva.. |
|
2. tiviloismailê tirşikê dîsa lotikek xweş avêtiye lê ez dikarim bêjim çîrokên vê kitêbê ebeden nagihên asta pirça winda. dîsa jî xwe bi terzeke nû li tiştên mînîmal û rexneya civakî diceribîne. çirûska wî dê geş be. |
|
3. Pirtûka Nivîskarê ku demeke navê wî pir tê bihîstin. Min jî ji van betlaneyên berfê derfet dît û xwend. Pirça winda pir eciband û kêf jê stand. Lê ev pirtûka dawî her çiqas ji aliyê zimên ve gelek serkeftî û xweş jbe jî di nav ironî"yê de badanaj kir heta ku min bi dawî kir. |
|
4. (bnr: jimartina pereyan bi qûna xwe) |
|