112
2014.12.07 20:23
Xwezî gelek kesên wek Hesen Qizilcî di nav me de hebûyana!.. Ger em ji bo xwe bin, wê gelekên wiha ji nav me rabin.” Qazî Muhemmed Pêlewanên çîrokên Qizilcî, qet yek ji wan jî ji xwendevanên kurd re xerîb nayên. Hemû ji çîn û tebeqeyên civaka kurd hilbijartine. Mamoste Qizilcî civaka kurdan ji hemû kesî bêhtir nas kiriye. Xwendevan di van çîrokên kurt de nimûneya jiyana derebegekî zalim, kevnebegekî barkêş î kewitî, şêxekî destbir, derwêşekî zergweşên, cotkarekî zilm lê hatî kirin, zirnokerekî zimandirêj, karbidestekî bertîlxwer û biyanî, bazirganekî sûtxwer û temakar, casûsekî niştimanfiroş, jineke tenê ya bedbext û bêbeş a kurd dibîne. Hêmin Mukriyanî
1. bi soranî Pekenînî Geda (Kenê Parsek) berhema (bnr: Hesen Qizilcî) (1914-1984) ye û bi 14 çîrokan pêk tê. Keşkûla efsunî cihê ye, çirokek gelerî ye. Paşî (bnr: Ehmed Muxtar Caf) bi rêbaza realizma rexneyî--eleştîrîsel gerçekçîlîk- nivîsandiye. Di nava çîrokên wî de şex, axa, kesên dînî..her wekî din panoramayek cîvaka kurdan bi avayekî mizaha qerfreşiyê bi avayekî serkeftî şayesandine.Bi çavekî rexneyî ji wan rûdanan dinêre.. Di çîrokan de gelekî serkeftî ye, pozberiya navberan de xwêş te nişan dayîn wekî şoreşger û cendirme di nav çîrokan de derbas dibe. Taybetiyek realizma rexneyî ev e ku veşartin gelekî giring e, nivîskar nakeve di navbera xwendekar û çîrokê.Di çîrokan de cîvata kurdî bi avayekî qerfreşî aniyê zimên, rastî nakokiyên di navbera çînan de jî dişayîsîne. |
|