112
2014.12.07 20:21
Yekem kitêba Harbî Soylu a çîrokan. Harbî Soylu didestpêka salên 90î de kete hepsê. Dor deh salan di hepsên Diyarbekir, Entab ûBartinê de ma. Di hepsê de dest bi xwendin û nivîsandina kurdî kir. Çîrokên wî hetaniha gelek xelat wergirtine. Jiçîroka “Koçera Kej” Serê vê sibehê bêhna te û bêhna payizê bi hevra bi ser min da tê, bi bayê ecem ra. Ev çend demsal in ez ji te û ji bêhna te,ji bedewbûna te, ji xeml û rewşa te bêpar û bêxeber im. Ez bîra te dikim. Bîrazaroktiya te, bîra bedewbûna te û bêhna porê te dikim. Çend sal in te nabînim? Nizanim, gelo ez qetdikevime bîra te an na? Gelo tu jî qet bîra min dikî an na? Payizeke sar bû. Cot û cobar xelas bibûn.Zozan daketibûn deştê. Koçeran koçên xwe bar kiribûn, ber bi welatê jêrê diçûn.Wê demê bi kesereke giran, koça min jî bar kiribû, koçera min a kej. Demamalbavên te konên xwe pêçan, wê demê te jî konê evîna min pêça û danî piştsitûnê. Wê demê xem û xeyalên min, bi te ra ketin xurca li ser pişta hêstira weya boz û bi te ra li çol û mexelan geriyan. Nizanim te li çend waran danî? Dibeku te qet ji ser pişta hêstirê jî daneynin.