Tirşik-Pirtûk

bûka baranê

 gulîzer

 

 avesta


 0


 kurmancî

 

 96

 helbest

 2014.12.07 20:11

 simurg56

 Zarokbûna min a ku di heft salî de Kefenekî şîn lê kiribûn Îroj danê sibê Ji ber min çû.


bûka baranê - Tirşik

bûka baranê


1. (bnr: keskesor)

Bûka Baranê navê kowareke zarokan e.

(wergirtin: http://zaningehmedia.com/?portfolio=buka-barane-hejmar-1)

navê belgefîlmek ya Dilek Gökçin e.
(wergirtin: http://www.imdb.com/title/tt2783750/ )
(wergirtin: http://www.bukabarane.com/ )



2. navê pirtûkeke gulîzerê ye. Jixwe helbestvaniya gulîzerê gellekî serkeftî ye, bi vê pirtûkê helbestvaniya kurdî hîn bêtir serbilind kiriye.





6. Eynî deme de nameyê albumê koma sîmurg o newe yo. zereyê nê albumî de kurdî(kurmancî, hebêk kilamek zî bi zazakî), tirkî, tena cinitişê enstrumanî estê. 11 heb deyîrî estê di nê albumê de.



7. kesî nenivîsandiye ka ez binivîsim. gotinên wê wiha ne:

Yarê, delalê, bûka baranê
Bes e xwe bixemilîne bi rengê biharê
Bes e xwe bixemilîne bi rengê tavê

Çima tu nakenî?
Çima tu napeyivî?
Û li wê valahiyê
Dîsa sar mayî / Wek mirin mat mayî

(Dîsgotin)

Çaxa te dibînim
Di wê jiyana tarî
Ez xembar dibim
Ez birîndar dibim / Ez dîn û har dibim

(Dîsgotin)



8. berê dema barîna baranê gîro dibû anku dereng diket hingî zarokan bûkokek yanî pêlîstokek ji qirş û qepalan çêdikirin û li nav gund digerandin û di ber re jî digotin; bûka me baran divê..

(bnr: zimanê kurdî)



9. Bûka Baranê kovareke zarokan a sêmehane ye. naveroka wî dewlemend e. Ji çîrok û helbestên cûr bi cûr, lîstikên gelêrî û mantiqî, agahiyên bajaran, danaskirinên kurdên navdar hwd.



10. bûka baranê ji bo ew tişta rengîn ku piştê baranê derdikeve tê gotin. hin kes dibêje heftreng, hin dibêjin keskesor ... bi Tirkî : gök kuşağı .



11. Navê straneke mem araratî ye ku êdî weke stranên awazên çiya yên ku wergî ji aliyê herkesî hatine gotin, li ber çavên min reş bûye.
stran xweş e eywelle lê belê çu heqê kesî tine ye ku vê stranê li ber çavên meriv reş bike.



12. Dema ko baran neyê zarok bûka baranê çêdikin, li nav gund digerênin û dibêjin:

Bûka me baran divê.
Erdê me geya divê
Sofiyê me zikat divê.
Û me ji xwedê baran divê.

Gundî jî radibin avê bi zarokan de dikin.



13. Li aliyê me av bi serê buka baranê de dikirin ne bi zaroyan de (du cara emojiya fediyok)



14. li aliyê me wexta ku şilî nehata zarokên gund “bûka baranê” digerandin. du daran wek xaçekî bi hev ve girê didan û cil û berg û pîne-paçên jinan lê dikirin û dişibandin bûkeke hişk bûyî, mirdar û pejmûrde ku hewceyî avê ye. zarokên gund bûka baranê mal bi mal digerandin û kebaniya her malekê tasek av di ser bûka baranê de dikir. paşê hinek ard, an jî çend hêk û hinek rûn didan zarokan û ew jî bi wan destxistiyan diçûn dikanê ji xwe re xurek dikirîn. dihat bawerkirin ku piştî gerandina bûka baranê, şilî dê were. helbet ev baweriyek û ayîneyeke pir kevnar e. rêbazeke arkaîk e ku jê armanc li ser xwezayê bandorekî pêk bînin û bi vî awayî şilî bê. antropolog ji bo rêbazên wihareng re “efsûna hestyar” (emotional magic) dibêjin. ya rast ev cure kiryar ji xwedawenda avê anahîta re tê kirin ku gelê xwe bêderman nehêle û avên xwe bi ser wan de vala bike. carcaran jî tê bawerkirin ku ev cure rê û resm, li ser xweza û xwedêyên av û baranê hukm dike û li ser vê hukmê teqez şilî dê were. zargotinzanê kurdan yê eyan Emîne Evdal jî destnîşan dike: “bona di rojên hişkî da baran bê, êzdîyan “bûka baranê” çêdikirin. zarok ew bi dengê def û zurnê di nav gund da digerandin, ber her malekê disekinîn, ava di derdanê da ser bûkê da dikirin û yek ji zarokan digot: baran, baran bibare, xêr û bereketê bîne bi xwe ra ya mamê reş¹, baranê bîne bi xwe ra! bi avê va girêdayî heyteholên dînî yên din jî hene. di dema hişkayî da, bona baran bibare, jin karê cot dikirin. bona erd bereket be, jin baharan, di dema çandinîyê da diçûne deştê û av ser xweda dikirin.” (folklora kurmanca, di gel heciyê cindî) ¹mamê reş: ruhê baranê ye.



15. Îro çawa çêbû niza Lê hat bîra min. Berê wexta ku baran nedihat zarokên gundê me bi taybet keçên gund cilên kewn li bêrê dikirin û mal bi mal digerandin. Xwediyê her malê tasek Av bi bûkê dadikirin. Di vê kêliyê da zarokên gund tiştek digotin Lê niha nayê bîra min. Min telefona xwişka kir jê pirsî Ev jî xwe bîr kiriye * lê digot me jê re digot bûka bêrê ez dibêm xelet dizane gundê me gundekî dimilîaxif e. Xwişka min jî vê çaxê zarok bû Ji ber vê baş nizaniye qey. Lê cil li bêrê kirine Ji ber vê dibe ku navê vê organîzasyonê bûka bêrê jî bibe. Nexêr mijara me ne ev e. Ev zorokên gund ji gundiya bilxur, rûn, dew û hwd. digirtin piştî çalakiyê xwarin çêdikirin û dixwarin. Çalakîyek li bêrê da mayî ye û ez dibêm qey mirî ye.



16. Bûka Baranê çi ye ? Navên din ( Keskesor, kevana Dawid, qozeqer, heftreng ) Bûka baranê Wextê baran tê û tav derdikeve Kevaneka rengîn li asîman xuya dibe û dibêjin vê re jî bûka baranê. Li gundan zarok ji bo ku şekir, û tiştên şêrîn ji malan bistînin diçin malan û pendan dibêjin . Zarok bi serê darikan ve laylonan (poşet) pêve dikin, pêşî baz didin diçin xwe digihînin keskesorê. Li gor bawerîyê kesê xwe bigihînê çi bixwazê dê qebul bibe. Û vê qebûl kirinê jî mal bi mal digerînin û pêndên xwe ji wan maliyan re dibêjin. Ew malên li gundan jî pencek şekir didin zarokan û dişînin, zarok wisa mal bi mal , sûk bi sûk digerin. Bi gelemperî zarok diçin mala kesên ku nû zewicîn an jî kesên ku zarokên wan çênebûyîn. Li devê malê Dibêjin ; Çûm cem keskesorê Daye me gelek rehmê Va me tûrikê xwe tijî kir Malê dêrî veke (Piştî vê xeberê derî vedibe) Û dibêjin; Min silavên keskesor anîn Li min derket xwedî Tûrê min tijî gûz û benî Ev mal bibe xwedî zarok Dede bibî ciyê şahî... Ser vê xeberdanê mal tûrikê wan tijî şêrînayî dikin wan dişînin. Li gor bawerike dî jî kesê/a di bin bûka baranê de biçî wê zayenda wî/ê biguhêre yanê ku keç be dibe kur. Ez dizanim sedan kes ji me ev tişt bihîstiye û gelek kesan jî xwe dibin keskesorê de kirine. Lê ma çi zayend eynî maye. Here lînkê



    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: